Şandeya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) bi Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û berpirsên wê yên payebilind re li navenda Peywendiyên Derve ya Komeleya Zehmetkêşan civiya.
Beriya çend rojan şandeyek ya PJAK’ê ku ji Hevserokê PJAK’ê Emîr Kerîmî, Cîgira Hevserok Gulan Fehîm, Berpirsê Têkiliyan yê PJAK’ê Eyhan Çiyako, Endamê Komîteya Têkiliyan ya PJAK’ê Rêbwar Dilxwaz pêk dihat, bi şandeya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan re civiya. Şandeya PJAK’ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Hawrê Reza Keebî, Endamê Desteya Rêveber Newîd Mêhrawer, her wisa endamên Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan Pirşeng Mihemedî, Mehweş Hemîdî û Welî Rûstemî, her wiha Berpirsê Têkiliyan yê Navenda Peywendiyan ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Karwan Îwer ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtina ku li navenda Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê pêk hat de, rewşa dawî ya her çar parçeyên Kurdistan, Rojhilata Navîn, geşedanên piştî êrişên 7’ê Cotmehê yên Hemasê, şerê 12 rojan yê Îsraîl û Îranê, bandorên van geşedanan û çawaniya amadebûna gelê Kurd ji van geşedanan re bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Her wisa têkiliyên di navbera her du aliyan de, hevkarî û koordîneya di navbera her du aliyan de, pirsgirêkên ku jin pêre rûbirû dimînin, jîngeh, hewildanên ji bo gihiştina asta diyalogê ya di navbera heft partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hat nîqaşkirin. Hate ragihandin ku di vê mijarê de her du aliyan hemfikiriya xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan diyar kiriye.
Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya dostaniyan hevdû, zêdekirina nêzîkbûna PJAK û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kiriye.