Ji sala 1961’an ve, her roja 27’ê Adarê ya salê Roja Şanoyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Her wiha di vê rojê de her sal li ser asta Sûriyeyê û Kurdistanê Mihrîcana Şehdî Yekta Herekol tê li darxistin. 7’emîn Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê û bi navê Bavê Teyar li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya komên Sûriyeyî û Kurdistanî tê lidarxistin.
Şanoger û derhênerên ku ji bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistan tevlî Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bûn. Ev kom sê sal in dixwestin bi şanoyekê tevlî Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bibin. Lê belê ji ber zexta hikûmeta Başûrê Kurdistanê nikarîbûn beşdar bibûna. Îsal ji gelek parçeyên Kurdistanê komên şano tevlî mihrîcanê dibin. Yek ji wan koman jî koma bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye.
‘HEVALÊN ME YÊN ROJAVA HÊZ DA ME’
Şanoger û Hurnermend Rezan Salih a ji bajarê Silêmaniyê têkildarî beşdarbûna mihrîcanê ji ANF’ê re axivî. Rezan Salih diyar kir ku ew bi derbasûna ji Başûrê Kurdistanê heta Rojava pir kêfxweşin û wiha got: “Weke komîteyekê ez, mamoste Serdar Abdullah û mamoste Gezîza hatin. Heta ku em derbas bûn gelek hevdîtin me pêk anîn. Ji ber ku dema em derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin pirsgirêk tên derxistin. Lê di encama gelek hewldanan me xwe gihand Rojava. Dema em gihîştin Sêmalka hevalên Rojava bi rûkenî û kêfxweşî pêşwaziya me kirin. Rastî jî em pir kêfxweş bûn dema me kêfxweşiya hevalên xwe dît. Wê demê me zanîbû ku em ne bi tenê ne ji ber hevalên me yên Rojava hêz dan me. Dema hatin jî hevalan ji me re gotin ji bo mihrîcanê xwe amade bikin em pir kêfxweş bûn. Me bawer ne dikir ku rojekê ji rojan derbasî Rojava bibin û tevlî Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a binav û deng bibin.”
‘BI SAYA MIHRÎCANÊ ME ŞANOGERÊN KURDISTANÊ NAS KIRIN’
Hunermend Rezan Salih di berdewamiya axaftina xwe de got ku Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol hêzeke navnetewî ye ji bo tevahî Kurdistanê û wiha pêde çû: “Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol hêzekê ji bo şanogeran ava dike, em jî hêza xwe ji vê mihrîcanê digirin. Her wiha di vê mihrîcanê de em hemû Şanogerên Kurdistanê li hev dicivin û me hev nas kir. Ev ji bo me kêfxweşiyek pir mezin e. Dema şanoger û derhêner ji gelek ciha tên li bajarê Qamişloyê, çand û hunera Kurdî pêş dikeve. Em dixwazin ev mihrîcan her sal were li darxistin.
Gelek mînakên din li ser mihrîcanan dikarim bêjim, mînak weke Mihrîcana Şanoyê ya Kerkûkê çend salan berdewam dike. Ev jî gavek pir baş e. Bi rêya van mihrîcanan hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê tên cem hev.”
‘HATINA ME DERFETEK BÛ JI BO EM ROJAVA NAS BIKIN’
Rezan Salih da zanîn ku ev sê sal in dixwazin tevlî Mhrîcana Şehîd Yekta Herekol bibe lê belê ji ber zextên heyî nikarî bûn derbas bibin û wiha domand: “Di vê salê de me gelek hewldan kirin û piştî sê salan karîbû xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê û tevlî Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bûn. Em bi vê yekê pir kêf xweşin. Hêviya me ew e ku rêya di navbera her çar parçeyên Kurdistanê xweş bibe û dema derbasbûna Rojava de em rastî astegiyan neyên.”
Rezan Salih anî ziman ku rêveberiya mihrîcanê ji bo wan bernameyeke pir dagirtî amade kiriye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hatina me derfetek bû ji bo ku li gelek cihên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigerin. Em li Dêrik û Qamişloyê geriyan. Ya ku herî bala me kişand Peymangeha Bilind a Hunerê bû. Me sardana Hunergeha Welat jî kir û em gelek bi berhemên wan kêfxweş bûn.
Hêvîdarim ev mihrîcan bibe navneteweyî û ji bo me her sal bibe derfetek ku em bên Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku em gelê Kurd me pir zehmetî û êşkence di bin destê Erab, Faris û Tirkan de jiyan kir. Lê niha em digihêjin serketiyên xwe û ji bo xwe jiyanek azad diafirînin.”