Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de ya li hemberî Şaredariya Bornovayê, Şaredarê Bornovayê Omer Eşkî û 3 kes bi îdîaya “Sextekariyê” hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Nûnerê Muşteriyan ê Navenda Bangê ya Şaredariya Bornovayê A.A., Midûrê Çavkaniyên Mirovan ê Midûriyeta Giştî ya Personel A.Ş. P.K. û Wekîlê Midûrê Têkiliyên bi Gel re û Çapemenî Weşanê Î.A. hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku binçavkirin di çarçoveya Rapora Pisporiyê ya SGK de hatiye kirin.

