Şaredarê Uşakê yê CHP’ê Ozkan Yalim jî di nav de 13 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Tevî şaredar Yalin 9 kes hatin girtin û 4 kes bi kontrola edlî hatin berdan.
Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de li Uşakê 4 kesên din hatin binçavkirin û ji bo îfadeyê birin Stenbolê.

