Şandeya ji saziyên Suryanî û Partiya El Weten El Sûrî bi wesîleya pîrozkirinê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir. Di serdanê de pêşxistina hevkariyê ji bo ewlehî û aramiyê hemû pêkhateyan hat nîqaşkirin.
Şandeya Suryan ji nûnerên hejmarek saziyan; hevserokatiya Partiya Yekitiya Suryanî Senherîm Bersûm û Şamîram Denho, berpirsê têkiliyên partiyê Avram Îshaq, berpirsa Yekitiya Jinên Suryanî Corcêt Bersûm, endamê Rêveberiya Yekitiya Jinan Stêla Murad, berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî Îbrahîm Admo, hevserokê Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî Subhî Melekî pêk hat.
Şandeya Partiya El Weten El Sûrî jî, bi serokatiya Sekreterê Giştî Sabit El Cewher, berdevkê fermî Mihemed Derwêş pêk hat.
Di hevdîtinan de, hat gotin ku divê têkiliyên di navbera sazî û desteyan de were bipêşxistin, ji bo pêkanîna ewlehî, aramiyê û pêxşstina xizmetguzariyên giştî tensîq were kirin, rewşa debarê were paşkirin û mafên tevahî welatiyan bêyî cudahî werin misogerkirin.
Parêzger Nûredîn Ehmed jî spasiya şandeyan kir û diyar kir ku ew ê hewldanên xwe yên pêşxistina parêzgehê û avakirina pirên rastîn di nava pêkhateyan de bike. Li kêlek wê jî parêzger rola siyasetmedar, rewşenbîr û eşîran di parastina mozaîka civakî û xurtkirina hevkariyê di nava tevahî pêkhateyan de silav kir.

