Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bihêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin bi berxwedanê biserdikevin” 13’yemîn Konferansa Xwe ya Jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepeyê li dar dixe. Di konferansê de nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên HDK’ê jî axivîn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, diyar kir ku pergala kapîtalîst a cîhanê di nava krîzê de ye û diyar kir ku li dijî pergala kapîtalîzmê ku her tişt tê de ye, têkoşîna jinan mezin dibe. Mertoglû wiha domand: “Li cîhanê pêvajoyeke ku kesên li dijî polîtîkayên cudakar û nîjadperest têdikoşin ji hev vediqetîne. Têkoşîna li dijî şer heye, lê ev têr nake, ji ber ku kapîtalîzm hewl dide rêbazên ji bo derbaskirina krîza xwe bibîne. Siyaseta berfireh li her derê cîhanê tê meşandin. Divê em li dijî meylên cuda têkoşînê bikin. Têkoşîna li dijî faşîzmê divê têkoşîna tevgera azadiya Kurd û jinên sosyalîst ên li Tirkiyeyê ronî bike.”
Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara jî diyar kir ku HDK qada hevpar a têkoşînê ye û wiha got: “Em behsa têkoşîna jinên li her derê cîhanê li Filistîn û Rojava li berxwe didin, dikin. Ji ber ku yên hêviyê mezin dikin, têkoşînê dikin, jin in. Rojava şoreşa jinê ye. Em spasiya jinên ku ev hêz dane me dikin. Têkoşîna hevpar a li dijî pevçûnê xalek krîtîk e.”
Di konferansê de ji rêxistina Rizgariya Jinê Gamze Taşçi jî mafê axaftinê girt û peyam da ku ew ê li dijî hewldanên îtaetkirina jinan berxwedana xwe mezin bikin. Gamzeyê wiha domand: “Hewl didin rêgezên qanûnî bi kar bînin da ku hêza jinê ji holê rakin. Ji bo pêşî li mezinbûna têkoşîna jinê bigirin, bi astengkirina dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li dijî xeta me ya îdeolojîk operasyonê pêk tînin. Li hemberî van hemû hewldanan, têkoşîna jinên Tirk û tevgera jinên Kurd bi ‘Jin jiyan azadî’ di rê de dimeşin. Têkoşîna me ya pêş wê azadiya jinê be.”
Endama Desteya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Tulay Korkûtan got: “Pêwîst e têkoşîna jinan mezin bibe. Em hêvî û berxwedanê mezin bikin.” Endama Partiya Çep a Keskan Oya Jale Uçar jî got: “Çareserî têkoşîna bi hev re ye. Tenê em dikarin ji şîdeta mêran û komkujiya xwezayê re bêjin raweste. Divê em rêbazên xweparastinê belav bikin.”
Ji Nobeda Edaletê Fînce Akman jî wiha got: “Dijminê me ji xwîna ciwanên me û mirina jinan têr nabe. Yê dawiyê li van bîne ne dewlet, em in. Ji jinan ditirsin. Tovê ku birêz Abdullah Ocalan daniye wê tu carî winda nebe, ma em ê ji jiyana xwe bitirsin?”
Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ku di sala 2011’an de yekemîn hevberdevka HDK’ê bû, pêvajoya damezrandina HDK’ê bi bîr xist û got: “Dema me HDK ava kir, me got ku em ê civakî bikin û ya siyasî jî civakî bikin. Em dibêjin ku pêwîstî bi berfirehkirina HDK’ê heye. Di vê demê de em bi rewşeke nû re rû bi rû ne; pêvajoyek heye yan na? Lê ya sereke ev e ku bi salan e me gotiye pirsgirêka kurd bi rêya muxataban dikare were çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Ji bo me ya girîng bernameya me ye. Em ê rêyekê bibînin yan jî rêyekê vekin. Ji ber vê yekê em nikarin baweriya xwe bi wan bînin. Divê em ji bernameya xwe ya siyasî bawer bikin.”
Sebahat di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pergala kapîtalîst a mêr jiyana jinan zehmet dike. Îstîsmara jinê di asteke ku nayê tehemulkirin de ye, qetlîamên li ser jinan gihiştiye asta qirkirina jinê. Em dibêjin Edî bes e. Têkoşîna azadiyê wê bilind bibe. Têkoşîna azadiyê dê di qêrîna azadiyê ya jinan de bilid bibe. Divê kesên ji vê pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev. Em ê bi hev re siberoja xwe ava bikin û bi ser kevin.”
Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.