Girtiya nexweş Şefîka Kandar ku ATK’ê got, ‘dikare li girtîgehê bimîne’ dema dawî li girtîgehê du caran krîza dil derbas kir. Xizmê wê Hamît Kandar got, “Ji hevalên xwe yên li koxûşê moralê werdigire” û bang kir ku girtiyên nexweş bêne berdan.
Li gorî rapora sala 2025’an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335 ji wan giran e. Di raporê de hate ragihandin ku di nava girtiyên nexweş de hin mirov hene ku nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe îdare bikin, rîska jiyanî li ser wan heye û mayina wan a li girtîgehê ji aliyê tibbî ve ne guncaw e. Her wiha hate ragihandin ku raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo girtiyên nexweş girîng e. Dayika Aştiyê Şefîka Kandar a 66 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Amedê tê ragirtin, yek ji van girtiyên nexweş e. Kandar ku mehên dawî ji ber xitimîna reh anjiyo bû û du caran krîza dil derbas kir ji ber rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ ya ATK’ê nayê berdan. Hevjînê wê Hamît Kandar got, “Li gel her tiştî jî moralê wê baş e lê nexweşî tehdeyê lê dike” û xwest, girtiyên nexweş hebû bêne berdan.
Şefîka Kandar ji ber cezayên lê hate birîn beriya niha du caran hate girtin. Herî dawî di Hezîrana 2021’ê de hate binçavkirin û girtin. Ji ber cezayê girtîgehê yê 7 sal û nîvan ê lê hatiye birîn Kandar şandin Girtîgeha li Amedê û di vê demê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê gelek caran ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin. Kandar ku platîk di lingên wê de ye û ji ber vê jî du hefteyan carekê diçe tedawiya fîzîkî, dema dawî bi alîkariya hevalên li koxûşê dikare jiyana xwe dewam bike. Kandar ku ji deverên cuda yên bedena xwe gelek caran emeliyat bû, ji ber nexweşiya kronîk ji bo ATK a Stenbolê hate sewqkirin lê nehate berdan.
Hamît Kandar qala zor û zehmetiyên hevjîna xwe kir û got, “Dema ku hate girtin gelek nexweşî pê re hebûn. Di nava vê demê de 6 an jî 7 caran emeliyat bû. Gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene. Tim û tim diçe nexweşxaneyê. Li wê derê li gel hevalên xwe yên li koxûşê dikare li hemberî nexweşiyan li ber xwe bide. Guatr, tansiyona bilind û xitimîna reh pê re heye. Her wiha ji ber ku platîn di lingên wê de heye bi tena serê xwe bi zehmetî hildikişe pêlikan. Nexweşiya Alzheimerê jî destpê kir.”
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ BÊNE BERDAN’
Kandar anî ziman ku cezayê li hevjîna wê qediya ye, lê belê ji ber cezayê li dosyayeke kevn nayê berdan û herî dawî got, “Moralê xwe her çend bilind jî be pirsgirêkên tenduristiyê wê diwestîne. Ne tenê ew, li koxûşê gelek girtiyên nexweş hene. Cihê mirovên nexweeş ne girtîgeh e. Miroveke 66 salî divê li derve be, li gel malbata xwe be. Em dixwazin girtiyên nexweş hemû bêne berdan. Li girtîgehê hejmara nexweşan zêde dibe. Divê pêşî li vê bê girtin.”

