Sêşem, 3 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karkera depoya Migrosê ya di berxwedanê de: Em ê qet şertên koletiyê qebûl nekin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akin: Tehamula gelê Kurd ji bo mijûlkirinê nema ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paul Stich: Çareseriya ku Kurd û kêmneteweyan li derve dihêle wê mayînde nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Koç krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi Şoreşa Rojava re ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ya ji bo taziya şervanê QSD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim
Kurdistan

Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

Berfîn Nûrhaq a ku qala zarokatiya xwe ya beriya Komkujiya Mereşê dike, dibêje ku ‘piştî min PKK nas kir min got, yên vedigerin bila vegerin, ez ji rêya xwe venagerim û ez ketim rêya têkoşînê.’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Zarokatiya Şehîd Berfîn Nûrhaq a beriya Komkujiya Mereşê li gel sirgûnkirina malbata wê teşe digire, naskirina Tevgera Azadiyê ya di salên zanîngehê de û dewreya perwerdeyê ya li Yewnanistanê di rêya şoreşê de pêngavên wê yên bibiryar diyar kirin.

Berfîn Nûrhaq (Xanim Xanê Demîr), di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker a 13’ê Kanûna 2021’an a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevlî karwanê şehîdan bû. Berfîn Nûrhaq li gel endamtiya Meclîsa PAJK’ê fermandariya astbilind a HPG’ê û YJA Starê jî kiriye û beriya tevlî karwanê şehîdan bibe qala jiyana xwe û pêvajoya tevlîbûna xwe ya ji bo nava refên gerîlayan dike.

 

Berfîn Nûrhaq di destpêka axaftina xwe de diyar dike ku ew li rastî zehmetiyan tê ku xwe weke şoreşgerekê û jineke milîtan a di rêya şoreşê de dimeşe, pênase bike û van yekan tîne ziman: ‘’Bi giştî mirov vê yekê piştî parêznameyên Rêbertî baştir fêm dike.  Rêbertî qala jiyana xwe dike û em ji jiyana Rêbertî hîn dibin. Dema ku mirov rastiya Kurdistanê û rastiya şer û têkoşînê li ser jiyana şênber hîn dibe, fêrkertir dibe. Li gel lêkolînkirina diyalektîka jiyanê ya Rêbertî, her tiştê ku mirov hîn dibe perspektîfeke nû li însanan zêde dike.

Ji ber vê yekê dema ku însan xwe li hemberî jiyana Rêbertî dinirxîne, li rastî zehmetiyan tê. Ji ber ku Rêbertî, terzê jiyana xwe û pêvajoyên têkoşîna xwe weke pêvajoyên zayînê binav dike. Em jî dema ku em jiyana xwe, serkeftinên xwe yên di nava têkoşînê de û neserkeftinên xwe li wan berawird dikin, em fedî dikin. Pîvana me rastiya Rêbertî û şehîd in. Şoreş tê wateya serkeftinê û dema ku însan jiyana xwe datîne holê, derdikeve holê bê ka em ji bo vî gelî, vê têkoşînê, ji bo jinan çi, çi qas bi ser xistiye. Dema ku em li kurteya tevahiya jiyanê dinêrin, bi qasî serkeftinan kêmasî jî xuya dikin. Ji ber vê yekê însan fedî dike ku qala xwe bike.’’

BERIYA KOMKUJIYA MEREŞÊ LI GEL MALBATA XWE KOÇÎ OSMANIYEYÊ DIKE

Berfîn Nûrhaq a ku ji ber ku malbata wê beriya Komkujiya Mereşê koç kiriye li Osmaniyeyê ji dayîk bûye, balê dikşîne ser zehmetiyên ku ji ber ku malbata wê Kurd û Elewî ye lê rast hatine û dibêje: ‘’Malbata min di sala 1973’yan de ji Elbistanê koçî Osmaniyeyê dike. Ev koçberî, di serdema amadekariyên komkujiya herêmî ya beriya Komkujiya Mereşê ya 1978’an pêk tê. Rêbertî jî dibêje ku amadekariyên li Kurdistanê yên derbeya 12’ê Îlona 1980’yan li Mereşê dest pê kirin. Li cihên weke Elbistan û Bazarcixê gund bi gund, bajarok bi bajarok komkujî pêk dihatin. Dewlet, nakokiyên di navbera eşîran de provoke dike, piştgirî dida hinan û ji hinan re jî dibû dijmin. Ez piştre li gel gotinên dayîka xwe û welatparêziyê û piştî ku min têkoşîna PKK’ê nas kir, fêrî van yekan bûm.

Eşîra me, eşîra Alhaz a li Elbistanê ye; eşîreke mezin e û li gelek gundan heye. Gelek malbatên ji vê eşîrê hatin sirgûnkirin. Malbata min jî piştî sala 1972’yan demekê li gundên Suniyên Tirk ên li Mereş û Elbistanê dijî. Sirgûn, tê wateya xizanî, birsîbûn û her cure zehmetiyê. Herî dawiyê hin malbat li Osmaniyeyê bi cih bûn, hinli Îzmîrê û hn jî li Stenbolê. Ez piştî sirgûnê di sala 1974’an de ji dayîk bûm. Şert û mercên mezinbûna min jî di atmosfera vê sirgûn û xizaniyê de teşe girt.

Li gel malbata min hişmendiya Kurdayetî û Elewîtiyê hebû. Di kûrahiyê  û cewherê de hişmendiya Kurmancîtiyê tim hebû. Dema ku min ji dayîka xwe pirsî bê ka em çima ji Elbistanê hatine, ev yek da hîskirin. Sala ewil a dibistana seretayî û navîn li Osmaniyeyê derbas bû. Piştre ji ber sedemên aborî û gelek derdora malbata me li Îzmîrê bû, me koçî Îzmîrê kir. Li hemberî dewletê mesafeyeke sirgûnbûn, Kurdbûn û Elewîbûnê hebû. Di heman demê de civakîbûneke xurt û rewşa xwelêgirtina derdora xwe ya çandî hebû. Dayîka min tim digot ku ‘Em biçin cihên ku însanên ji me lê ne.’ Ji ber vê yekê em derbasî Îzmîrê bûn û min xwendina xwe li wir domand.’’

ÇALAKIYA ZÎLAN BIRYARDARIYA MIN BI LEZ KIR

Şehîd Berfîn Nûrhaq yek ji wan şervanan e ku sala 1997’an dema li Çanakkaleyê zanîngeh dixwend, tevlî Tevgera Azadiyê bû û li saha Rêbertî derfetê perwerdeyê dît. Şehîd Berfîn Nûrhaq wê demê bi van gotinan vedibêje: “Pirsgirêkên madî yên malbatê û tiştên ku dayika min jiyan kirin, di temenekî zû de ez ber bi fikirandinê ve birim. Armanca min a jiyanê ya esas ew bû ku ez dayika xwe ji vê zextê rizgar bikim. Min dixwest bi xwendinê bibim xwedî pîşeyek û barê dayika xwe sivik bikim. Lewma ez çûm lîseya pîşeyê bazirganiyê, piştre min Zanîngeha 18’ê Adarê ya Çanakkale qezenc kir. Dema min dest bi zanîngehê kir, bi zanebûna ku ji malbatê tê, tişta ewilî ez lêgeriyam ‘yên ji me bûn; Kurd, Elewî. Di wan salan de, di dema 1992-93’yan de zanîngeh pir siyasî bû. Faşîst, Îslamî, ciwanên PKK’ê û çepa Tirk bi rengekî xurt rêxistinkirî bûn.

Ya din jî beşek hebû ku tenê dixwest bixwîne û bibe memûr. Lê belê li derdoreke wiha polîtîk, jiyana şexsî ji min re exlaqî nedihat. Di rojên ewilî de min ji çepa Tirk bi hin hevalan re peywendî çêkir, lê di nava demek kurt de min ferq kir ku ev xîtabî çanda min û armanca min a jiyanê nake. Piştre min ciwanên welatparêz û tevgera PKK’ê nas kir. Di nava demek kurt de em bûn parçeyekî komekê. Destpêkê em qelebalix bûn, lê bi demê re hejmar kêm bû. Em çendek heval man û bi gotina ‘yê vegere bila vegere, ez ji rêya xwe navegerim’ em di ferqê de bûn ku em ketin rêyeke ku vegera wê nîne. Bi demê re serdanên girtîgehan, çalakî û xebatên rêxistinî destpê kirin. Zanîna me ya siyasî destpêkê zêde kûr nebû, lê li dijî dewletê reflekseke me ya xurt hebû.

Di sala 1995’an de me bi rengekî veşartî dest bi xwendina analîzên Rêbertî kir. Analîzên wî yên li ser jin û malbat, nêzîkatiya şoreşger li olê û raporên polîtîk ên Kongreya 5’emîn min gelek bandor kiribû. Ev analîz di warê îdeolojî, felsefe û rêxistinbûnê de kûrbûn çêkir. Di sala 1996’an de jî li zanîngehê li ser tevlîbûna gerîla nîqaş dest pê kiribûn. Çalakiya hevrê Zîlan a 1996’an vê biryardariyê xurtir kir. Şahidî ji wêrektî, xizanî û girtina dayikên Kurd, ji bo min qonaxên diyarker bûn. Sekna şoreşgerî ya dayikên Mêrdîn û Amedê bandora îdeolojiya Rêbertî ya li ser jinên Kurd bi rengekî şênber nîşan da. Van sedemên sereke ji bo min girîng bûn. Di dawî de min biryar da ku tevî çend hevalan beşdar bibim.”

LI SER FERMANA RÊBERTÎ EM DERBASÎ YEWNANÎSTANÊ BÛN

Endama Meclîsa PAJK’ê, Konseya Fermandariya HPG’ê û YJA Starê, Fermandariya Akademiya Apollo û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq, diyar kir ku ew bi komeke hevrêyên xwe re biryara tevlîbûnê dane, li ser fermana Rêbertî ji bo perwerdê derbasî Yewnanîstanê bûne û wiha domand, “Navê dewreya perwerdeyê ya li Yewnanîstanê ‘dewreya serketinê ku bi agirê Newrozê re geş dibe’ bû. Xeyala me ew bû ku piştî serketinê Newrozê li ser sûrên Amedê pîrozkirin bû. Rêbertî bi taybetî dixwest xwendekarên ciwan ên zanîngehê bi xwe perwerde bike. Ji Rêbertî perwerde dîtin ji bo me şensek mezin bû. Rêbertî hewl dida li dijî çetebûnê, jin û mêr bike kadroyên îdeolojîk. Îro dema ku li rabirdûyê dinêrim, hê baştir fêm dikim. Me wekî ‘kadroyên salên 2000’an’ pênase dikirin.

Hetta dewreya me ya perwerdeyê jî ya li saha Rêbertî, dewreya serketinê bû. Yanî xwest weke kadroyên dewreya serketinê ya têkoşîna giştî ya li Kurdistanê, ava bike. Mirov dema Rêbertî dibîne vê hîs dike; Rêbertî dibêje, ‘Tu dê li cem min wate bibînî’. Hingî ku tu wate bidî Rêbertî tu dibî şoreşger, tu dê xizmetê ji gelê Kurd re bikî. Di wan salan de mirov nikare bêje ku me tam îdeolojiya PKK’ê û şoreşgerî fêm kiribû, lê di asta hest û hîs de me ev ji kûrahî hîs dikir. Ev ne tenê tişteke welê bû ku min yan jî çend hevalan jiyan kir; ev tecrubeya hevpar a nifşekê bû. Me hemûyan hewl dida wate bidin Rêbertî. Her kesê gotin û tiştên ku Rêbertî dikir, nîqaş dikir û hingî ku tu Rêbertî fêm bikî, pê re bijî, li ser kesayeta Rêbertî lêhêrbûn bikî tu ew qasê dibî civakî.

Mesele ez dixwazim mînakek bidim; li saha Rêbertî heval piştî perwerdeyeke diyar tên çiyê. Rêbertî heval şandin çiyê em jî hîna nû ne, em bi baldarî li Rêbertî dinêrin, em li hemû liv û tevgera wî dinêrin. Çima di Rêbertî de ev qasê lêgerîna wateyê heye; mirov wê lêpirsînê dijî. Rêbertî dema hemû heval bi rê dikirin, timî digot, ‘ji me re jî cihekê veqetînin, zû nemirin em hevdû bibînin’. Şev bû, Rêbertî li stêrkan dinêrî, çavên wî tejî bibûn. Me digot, Rêbertî çima evqasê hestiyar bûye, çima li stêrkan dinêrî? Du, sê heval me nîqaş dikir; me got, Rêbertî mîna ku stêrkan dişibîne gerîla. Ji ber ku gerîla jî bi çalakiyên xwe çiya ronî dikirin. Di me de eleqeya li hemberî gerîla, hesta demildest em biçin çiyê, çêdibû.

Li saha Rêbertî her kes wisa bû, her kesê dixwest were çiyê, dixwest şer bike. Rêbertî peyam dida me ku têkoşîna esas qada gerîla ye. Bi rengekî xwezayî me hemûyan lêhêrbûn dikir ku bibin gerîla. Lêhêrbûna me ya li ser gerîla dihat wateya pêşketina şoreş û têkoşînê. Di wî warî de dema mirov li ser Rêbertî lêhêrbûn dike, hîn zêdetir dibe civakî. Hingî ku tu wate bidî Rêbertî, tu hîn zêdetir dibî civakî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye
Nûçeya Pişt re KNK: Cejna Êzî pîroz be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Tirk a dagirker Minbic û Şehbayê bombebaran kir

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Xirêbkê û Balafirgeha Miniqê bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok de şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Xessan El Ilawî, hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Xessan El Ilawî hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?