Li Şengalê Fermandara YJA Starê Berfîn Nûrheq ji aliyê civaka Êzidî ve bi merasîmeke bi heybet hate bîranîn. Merasîma bîranînê li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi beşdariya bi sedan nûnerên saziyan û rêxistinên civaka Êzidî her wiha şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji aliyê dayikan ve ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin û axaftin hatin kirin.
Li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Viyan Hebabî axivî. Hebabî di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da diyakir ku hêzên îro li Şengalê hatine avakirin û parastina civaka Êzidî dikin, berhema keda şehîd Berfîn û hemû şehîdan e.
Viyan Hebabî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di dîroka Êzidiyan de tu kesekî ji oleke cuda an jî ji partiyek û aliyên derveyî me de xwe ji bo gelê me feda nekiriye. Her kes li gorî berjewendiyên şexsî nêzî me bûye û xwestine civaka me bikin qurbanî ji bo xwe. Lê dema ku ferman li me rabû xwedîderketina li civaka me tenê, me di şexsê şagirtên Rêber Apo de dît. Şagirtên Rêber Apo gerîlayan ji her kesî re dan diyakirin ku dilsozên vî gelî hene û her dem dikarin xwe ji bo vê baweriyê û doza Êzidiyan feda bikin. Heval Berfîn Nûrheq jî yek ji wan pêşengan bû, kesên ku li vir rûniştine gelek ji wan heval Berfîn nas dikin. Di şerên destpêkê de her wiha di pêngava paqijkirina axa me ya pîroz ji destê çeteyên DAIŞ’ê de, heval Berfîn fermandarî kir û keda wê çêbû.’’
Viyan Hebabî di dewama axaftina xwede şehîd Egîd Civyan û Dilşêr Herekol jî bîranî û got: ‘‘Şehîd Berfîn li gel şehîd Egîd û şehîd Dilşêr li dijî DAIŞ’ê têkoşiya. Tu carî gav bi paş ve ne avêt û ji bo gelê me timî di nava têkoşînê de bû. Heval Berfîn pêşeng, mamoste û fermandara me bû. Di sala 2014’an de dema ferman rabû, gelê me wê demê bêhêvî mabû, lê bi pêşengiya yên mîna heval Berfîn careke din hêviyên azadiyê di dilê gelê me de zîl dan. Bi wê îlhama ku ji pêşengên mîna heval Berfîn hatiye girtin gelê me karibû li ser fikrê Rêber Apo li ber xwe bide û xwe li ser piyan bihêle. Ev hebûna me ya ku niha li vir e jî em dikarin bêjin bi saya pêşengên mîna heval Berfîn e. Gelê me xwe rêxistin kir, fermandar hatin avakirin, pêşengên me çêbûn. Em dibêjin em deyndarê keda heval Berfîn in.”
Viyan Hebabî di dewama axaftina xwede wiha got: ”Roja ku Berfîn gava xwe avête ser axa Şengalê heya erka xwe bi cih neanî, wê rojekê jî gav bi paş de ne avêt. Wê ji bo Şengalê şev û rojên xwe kir yek. Li ser şopa Berfînan, yên mîna Heval Seîd û Dijwar bûn pêşeng û ew ala ku heval Berfîn rakiribû wan jî hilda û li ser wê xetê meşiyan. Erê bi xemgînî me şehadeta heval Berfîn bihîst, ev şehadet ji bo gelê me yê Êzidî giran e, lê em dizanin xwedîderketina gelê me wê layîqê keda wê be. Xwedîderketina li keda şehîdan erka me ya herî pîroz e. Gelê me yê Êzidî xwedî hezaran şehîdan e ku ji bo vê baweriyê serê xwe dane. Şehîd Berfîn jî yek ji wan şehîdan e ku ji bo azadiya axa me kedeke mezin daye. Em soz didin em ê keda heval Berfîn ji bîr nekin û li ser xeta şehîdan heya dawiyê, heya xweseriya Şengalê têbikoşin.”
Li ser navê TAJÊ Neam Îlyas jî di merasîmê de axivî û li ser şehîd Berfîn wiha axivî: ‘‘Yek ji jinên destpêkê ku berê xwe da Şengalê û wek jinekê li hember DAIŞ’ê çek rakir heval Berfîn û hevalên wê bûn. Wê bi felsefeya Rêber Apo bi wêrekî li hember dijmin şer kir. Ev bû sedem ku jinên Êzidî jî bihêz bibin û rêxistina xwe ava bikin. Heval Berfîn dema dayikên çav bi hêsir dîtin kîna wê ya li hember dijmin hê zêdetir dibû. Di dema ku bêhna mirinê ji çiyayê Şengalê dihat, yên mîna heval Berfîn û şehîd Medya xwe gihandin hawara me û bi saya wan careke din çavê me li jiyanê vebû. Her kesekî li ser axa Şengalê serê xwe dabe û li Şengalê berxwedanî kiribe, em wan wek şehîdên Êzidîxanê dibînin.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, Pakîza Celal jî axivî û da diyakirin ku di dema fermanê de di serî de heval Berfîn û hemû hevalên pê re erka xwe ya dîrokî pêk anîn û got; “Wan li dîroka xwe xwedî derketin û nehiştin gelê me yê Êzidî li ber fermanê biçe . Bi saya wan em li ser axa xwe niha jiyan dikin. Heya ku axa me hate azadkirin gelek şehîd ji her derê û ji hemû ol û baweriyan canê xwe dan. Em hemû şehîdan, ji kîjan baweriyê bin, dema li ser axa me şehîd ketibin û keda wan ji bo azadiya gelê me hebe wek fedaiyên Êzidîxanê dibînin.’’
Piştî axaftinan, li ser jiyan û têkoşîna Berfîn Nûrheq sinevîzyonek hate pêşandan û merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

