Endamên Komeleya Kesên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
Di bîranîna ku li ser gora li taxa Ewêna ya navçeya Sitewrê ya Mêrdînê de pêk hat dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin û ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Berdevkê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday sersaxî ji malbata Okmen re xwest û diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.
Bavê Rehîme Xebat Faruk Okmen diyar kir ku ew her tim piştgiriyê didin têkoşîna şehîdan û anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku wê aştî bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi ser bikeve.
Faruk Okmen destnîşan kir ku pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin wê bi aştî bi encam bibe.
Rahîme Xebat di 20’ê Cotmeha 1996’an de ji dayik bû û di 1’ê Îlona 2022’yan de li Garzanê şehîd bû.