Yekşem, 13 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî provokasyonên li Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şehîd Yekbûn Şoreş bû nîşaneya jiyana rast
Kurdistan

Şehîd Yekbûn Şoreş bû nîşaneya jiyana rast

Şehîd Yekbûn Şoreş bi hevrêtiya xwe, bi dilsoziya xwe ya bi jiyanê re, bi wêrekî û berxwedêriya xwe ji hevrêyên xwe re her tim bû nîşaneya têkoşîneke serketî û jiyaneke rast.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Jineke ciwan êş, zilm, wêrekî, raperîn, berxwedan û têkoşîna bi salan a gelê Kurd di dilê xwe de hildigirt. Vê jin a ciwan ku şahidî ji zilma dagirkeran û têkoşîna bi lehengî ya gel û gerîla re dikir, ev têkoşîn bi tîpên zêrîn li kûrahiya dilê xwe neqişand; ji ber vê yekê dil da doza gel û partiya wê.

Yekbûn Şoreş (Nîsan Ay) jineke têkoşer e ku xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir û li gel zor û zehmetiyan jî xwe gihand çiyayên welêt.

Nîsan Ay li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku berdêlên giran da. Bi çîrokên lehengiyê yên li zindana Amedê û berxwedana gerîlayên azadiyê mezin bû. Hîn zarok bû, şahidî ji hovîtiya dagirkeran re kir. Qet ji bîr nekir ku leşkeran nîvê şevê avêtin ser mala wan. Li gel ku zarok bû û ji dijmin ditirsiya jî ev tirs bi demê re jê re bû hêrs û kîn. Bi taybetî bi şehadeta xalên xwe re bi kîn û nefret mezin bû. Nîsan kete nava lêgerîna wê yekê ku bersivê bide van êrîşan û dagirkeran.

Malbata Nîsan ji ber zext û êrîşên dijmin neçar ma ku warê xwe biterikîne. iştî ku gundê wan hate talankirin û şewitandin koçî Îzmîrê kirin. Ji bo Nîsan û malbata wê jiyan êdî nû û cuda bû.

Nîsan ji bo piştgiriyê bide malbata xwe dest bi kar kir. Li gel ku ev kar ji bo wê zehmet jî bû bi saya vê pêvajoyê rastiya sîstema kapîtalîst hîn baştir analîz kir. Dijmin hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û ev yek jî bû wesîle ku bi gaveke din nêzî xeyalên xwe yên salan bibe. Piştî hewldana xwe ya çaremîn di Sibata 2019’an de ku weke meheke komployê jî tê naskirin, ji bo bersivê bide komplogeran tevlî nava refên azadiyê bû û sekn û hêrsa xwe careke din nîşan da. Tevlîbûna di demeke bi vî rengî de li ser bingeha tevlîbûneke li gorî pêwîstiyên demê û bi zanebûn bû.

XEWN Û XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ PÊK ANÎ

Nîsan piştî gelek zor û zehmetiyan di sala 2019’an de xwe gihand xeyalên xwe yên zarokatiyê; armanca xwe dawiya dawî pêk anî. Xeyal êdî ji bo wê bû rastî û Nîsan bi navê Yekbûn Şoreş gav avêt nava jiyana şoreşgerî. Bi coş û kelecaneke mezin tevlî nava perwerdeyê bû; bi fikrên Rêber Apo re bû yek. Xweset jiyana şehîdan rast fêhm bike û bide ser şopa wan. Gerîla Yekbûn bi rengekî bi biryar û xurt tevlî nava têkoşînê bû, bi fedakarî berpirsyarî da ser milê xwe. Di pêvajoya perwerdeyê de tişta ku ji xwe re kir ew bû ku di bingeha têkoşînê, rastiya jinê û hevrêtiya PKK’ê de xwe nas bike. Dilxwaziya wê ya li tevlîbûnê û jiyanê kir ku gavên xurt biavêje. Gerîla Yekbûn perwerdeya xwe bi rengekî serketî û bi coşeke mezin qedand û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî nava karên pratîkî bû.

Gerîla Yekbûn tecrûbeya xwe ya destpêkê li nava yekîneyên xweser wergirt. Ev yek ji bo wê bû piştgiriyeke mawewî û hêzê ya xurt. Di heman demê de bi eleqeyeke mezin tevlî nava kar bû, ji bo karibe her gavê bi serketî derbas bike di nava guherîn û veguherînê de bû. Bi demê re xwe hîn bêhtir bi gerîlatiya jinê ve girêdayî hîs kir. Di her qonaxa jiyanê de ji bo gerîla Yekbûn fedakarî û ked li pêş bû. Bi sekn, eleqe, telvîbûna xwe ji hevalên xwe re b3u çavkaniyeke mezin a moralê, ji ber vê yekê jî di demeke kurt de kete dilê hevrêyên xwe hemûyan. Bi taybetî li gel zor û zehmetiyan jî hêvî û berxwedana li ser rûyê wê ti carî kêm nebû. Şehîd Yekbûn ji bo karibe taktîkên demê bi cih bîne û tola bi salan ji dagirkeran hilîne beşdarî nava pêvajoya perwerdeya leşkerî bû. Armanca bingehîn a Gerîla Yekbûn ew bû ku bawerî û çalakiya xwe bike yek û bixe meriyetê. Bi vê armancê bi berpirsyarî rabû.

Bi soza ku dabû hevrêyên xwe yên şehîd wezîfeyên xwe bi xurtî bi cih anî. Di pêvajoya perwerdeyê de fêhm kir ku çiqasî encamên xurt bi dest bixe wê ewqasî jî derbên giran karibe li dijmin bixe. Bi saya vê hewldana xwe perwerdeya xwe bi serketî qedand. Piştî perwerdeyê bi daxwazeke mezin derbasî qada Metînayê bû. Hebûna wê ya li Metînayê hêzeke girîng tevlî berxwedanê kir. Ji ber ku ew bû parçeyek ji berxwedana dîrokî. Yekbûn her tiştên ku di perwerdeyê de hîn bû veguherand tevlîbûneke bi bandor û wate. Li refên herî pêş cih girt; bi saya çalakiyên xwe, tevlîbûna xwe ya li jiyanê, fedakarî û hevrêtiya xwe hêz û moral da hevalên xwe hemûyan. Bi kesayetiya xwe ya ku astengî nas nedikir û bi kesayetiya xwe ya fedakar li her qada jiyanê bi xurtî tevlî bû. Jiyan û têkoşîn ti carî ji hev cuda nedît, ev yek jî bû sedem ku di meşa xwe de serketinên mezin bi dest bixe.

19’ê Gulana 2024’an li herêma Metînayê dijminê dagirker dest bi êrîşan kir. Di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şerekî giran qewimî. Di encamê de gerîla Yekbûn Şoreş şehîd bû û tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû. Bi hevrêtî, dilsoziya xwe ya bi jiyanê re, bi wêrekî û berxweedana xwe ji hevrêyên xwe re her tim bû nîşaneya têkoşîneke serketî û jiyaneke rast.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karwanê alîkariya mirovî ya ji bo civaka Elewî bi rê ket
Nûçeya Pişt re Li cîhanê cezayên darvekirinê ji sedî 32 zêde bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Di panela Meclîsa Sûriyeya Demokarît (MSD) ya li bajarê Dêrikê de, ji bo avakirina Sûriyeya…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK’ê: Bila ev Newroz bibe peymana misogerkirina azadiyê

Koordînasyona KJK'ê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Ev Newroz bila bibe peymana xwegihandina Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokkomar Reîsî jiyana xwe ji dest da

Rayedarên Îranê ragihandin ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî provokasyonên li Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?