Sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, li paytexta Kolombiya Bogotayê li taxa Chapinero hatin bîranîn.
Di şexsê sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, jinên pêşeng Berta Cáceres, Beti Cariño, Cristina Bautista û Marielle Franco jî hatin bîranîn. Çalakî li ser banga kolektîfa ArtoArte û tevgera Surcoselapiel û Confluencia pêk hat û gelek jin tevlî bûn.
Jin li ser konfederalîzmê axivîn û gotin, “Em ê bi hev re hîn bibin.”
Jinên ku li taxa San Cristóbalê li hev kom bûn jî ji bo silavkirina şoreşa Rojava semînerek lidar xistin. Jinan dîmenek parve kirin û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan dan.
Jinan diyar kirin ku gelê li Rojava bi tenê nîne.