Piştî pêvajoya aştiyê ya berê bi polîtîkayên qirkirin û şerê taybet re dewletê her tiştên li Kurdistanê hedef girt. Di dema pêvajoya aştiyê de, li gelek bajaran şehîdgehên gerîlayan hatin çêkirin. Şehîdgeh hatin bombebarankirin û bi kepçeyan hatin wêrankirin. Niha gelek gor nayên naskirin. Şehîdgeh bi kepçeyan hatine wêrankirin, kevirên wan hatine şikandin û cenaze ji gorê hatine derxistin. Şehîdgeh nêzî 10 sal in ji sivîl û malbatan re qedexe ye.
Şehîdgeha Herekolê ku di sala 2017’an de pêşî bi bombebaranê û piştre ji ber lehiyê zirar dîtiye. Şehîdgeha Herekolê bi temamî wêran bûye. Şehîdgeh bi navê Şehîdgeha Şehîd Ezîme û Şehîd Resûl Goyî jî tê zanîn û di sala 2014’an de li herêma Çemê Kare ya navçeya Berwarî ya Sêrtê hatiye çêkirin. Li şehîdgehê 63 cenaze lê hatine veşartin, ji bilî çend kevirên gorên şikestî û dîwarên baxçeyê ti tişt lê nemaye. Malbatên ku piştê demek dirêj serdana şehîdgehê kirin, rastî tenê kevirên şikestî û erdek rest hatin û aqûbeta 63 cenazeyan nayê zanîn.
‘PIŞTÎ KU PÊVAJO XERA BÛ, ŞEHÎDGEH HAT HILWEŞANDIN’
Mehmet Şah Nas diyar kir ku pismamê wî Mahfuz Nas (Edîp) di sala 19982’an de li Berwariyê şehîd bûye û destnîşan kir ku mîna malbatên din, haya wan ji cenazeyan tineye. Nas anî ziman ku wê demê di nav xebatê de cih digirt û got ku şehîdên ku berê li cihên cuda hatibûn veşartin piştî ku pêvajo dest pê kir, niha li şehîdgehê hatin veşartin.
Nas anî ziman ku wan dizanibû ku pismamê wî şehîd bûye, lê wan nedizanî ew li ku derê ye û wiha got: “Piştî ku şehîdgeh hate avakirin, me navê wî li ser kevirê gorê dît. Wê gavê me zanî ku li wir hatiye veşartin.” Nas destnîşan kir ku ew wekî malbat beşdarî vekirina şehîdgehê bûn û piştî wê jî timî serdana şehîdgehê kir. Nas da zanîn ku piştî ku pêvajo xera bû ji ber qedexeyan, qet nekarîbûn biçin şehîdgehê
‘TI TIŞT LI ŞEHÎDGEHÊ NEHIŞTINE’
Nas diyr kir ku goristan pêşî ji aliyê balafiran ve hate bombebarankirin, paşê jî bi kepçeyan bi erdê re rast kirin. Bi domdarî Nas wiha got, “Hemû kevirên derdorê û dîwarê baxçeyê hilweşandin. Piştre lehî rabû. Deh sal derbas bûn û kesên ku niha çûne dibêjin ku ti tişt lê nemaye. Demek dirêj e em nikarin biçin goristanê, lê bi ji nû ve destpêkirina vê pêvajoyê re malbat wê dîsa karibin biçin. Em hîn bû ku li nêzî goristanê kuleyek tê çêkirin.”
‘DIVÊ DERFET BÊN AFIRANDIN’
Nas anî ziman ku serdana gelek goristanan hatine kirin û xwest ku Şehîdgeha Herekolê jî bê ziyaretkirin. Nas diyar kir ku divê ji bo hemû goristanên şehîdan derfet bên afirandin û wiha pêde çû: “Divê hemû malbat serdana şehîdgehan bikin. Birêz Abdullah Ocalan di sala 1993’yan de wiha gotibû: ‘Ger em şehîdan deqeyekê yan saetekê jî ji bîr bikin, em ji xayînan xayîntir in’. Şehîdên me rûmeta me ne.”
‘AŞTÎ BI RÊZGIRTINA JI MIRIYAN DEST PÊ DIKE’
Nas destnîşan kir ku bi saya ked û berdêlên şehîdan ev pêvajo gihîştiye vê astê û wiha domand: “Hemû şehîdgeh rûmeta vî gelî ne û bi van êrîşan re rûmeta me hedef girtin. Divê ev şehîdgeh werin çêkirin û ji nû ve werin avakirin. Aştî û wekhevî di vir de derbas dibe û bi rêzgirtina ji miriyan û rûmeta wan dest pê dike. Li ti deverek din a cîhanê êrîşî goristanan an jî miriyan nayê kirin, lê li vir gelek gor hatine bombebarankirin û hestiyên wan li bin peyarê hatine veşartin. Ev li dijî hiqûq û mafên mirovan e.”
Nas anî ziman ku şehîdan gelê Kurd bi cîhanê dane qebûlkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir, “Pêvajoya nû di azadiya gelê Kurd de derbas dibe. Pêwîst e nirxa aştî û pêvajoyê were zanîn.”