Endamê Partiya Sinn Fein a Senatoya Îrlandayê Chris Andrew têkildarî gelê Kurd û geşedanên li Rojava peyama piştevaniyê da.
Senator diyar kir ku ew piştgiriyê didin mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe û ev yek anîn ziman: ‘’Ez bi piştgirîdayîna Rojava kêfxweş û serbilind im. Ez piştgiriyê didim gelê Kurd ê ku ji bo Kurdistaneke azad têdikoşe û b sûcên erjeng er rû bi rû maye. Weke Sinn Fienê em di wê baweriyê de ne ku ew xwediyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne. Em ê piştgiriyê bidin vî mafî.’’
Senator Andrews anî ziman ku weke gelên Tirk, divê gelê Kurd jî xwedîyê aşitiyê be û vê yekê heq dike û got: ‘’Lê belê aşitî xwe bi xwe pêk nayê. Divê pêşiyê edalet hebe. Dema ku edalet hate dabînkirin û prensîbên wê hatin sepandin wê aşitî jî pêk were. Em di wê baweriyê de ne ku divê Kurdistan hebe. Gelê Kurd xwedî maf e ku çarenûsa xwe diyar bike û em jî li rex gelê Kurd in.’’

