Rick Santorum li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Kurdan karên gelekî giran kirin, demokrasiyeke pirrengî afirandin, lê belê Tom Barrack xiyanet li vê yekê kir.
Santorum got, “Kurdan li Bakurrojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê ‘karên gelekî giran’ kirin” û bi vî rengî dewam kir, “Ji aliyê olî ve demokrasiyeke pirrengî ava kirin. Sefîrê Bilind Barrack xiyanet li wan kir, xiyanet li Xiristiyanên li Sûriyeyê kir, ji bo Tirkiyeyê xiyanet li welatê me kir. Nêzîkatiya wî cihê şermê ye. Divê ji wezîfeyê bê dûrxistin.”

