În, 29 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DBP: Li dijî êrîşên nîjadperest ewlehiya jiyana karkeran girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Dûmlûyê gardiyanê berpirsyar êrîş bir ser girtiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyan a 1’ê Îlonê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Divê sererastkirinên entegrasyona demokratîk werin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon 3 têgehên diyarker ên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojeva kedkaran aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Belgefîlma Bîra Sûrê balê dikişîne ser serdemekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrfan Cûdî: Ya ku dikeve ser milê me dewamkirina têkoşîna hevalê Sofî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Armanc tinekirina hişe civakî ye: Newala Qesaban tê tinekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî û DBP’ê beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ji bo zarokan Kursiya 1’ê Îlonê ya Aştiyê hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana xerakirina gorên xwişk-birayên Onkol

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo rawestandina cezayên îdamê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser fikrên Rêber Apo Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne daxwazek e, mafek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mûhammedî hate birîn, hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Senatorê Fransî: Ji bo biçim Îmraliyê li benda bersiva Tirkiyê me, ma çima ditirsin?
Rojane

Senatorê Fransî: Ji bo biçim Îmraliyê li benda bersiva Tirkiyê me, ma çima ditirsin?

Senatorê Fransî Pascal Savoldellî yê ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da û pirsa “Ma Tirkiye çima ditirse?” kir û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û 40 meh in tu agahî nayê girtin. Ji ber rewşa mutleq a ti peywendî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê danîn, mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re hatine desteserkirin. Dewleta Tirk hem hiqûqa xwe ya navxweyî hem jî peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Peymana Derbarê Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ku îmze kiriye, binpê dike. Dewleta Tirk ji bo di qada navneteweyî de bêhiqûqiya xwe veşêre xwe dispêre cezayên dîsîplînê û qedexeya parêzeran.

Li aliyê din, bertekên navneteweyî yên li hemberî vê bêhiqûqiyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li cîhanê destpê kir, her ku diçe berfireh dibe. Kesayetên ji civakên cuda destnîşan dikin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li cîhanê mînaka wê tineye, dixwazin dawî li tecrîda li Îmraliyê were û daxwaza azadiya wî dikin. Ji van kesan yek jê siyasetmedarê pêşeng ê Fransî Senator Pascal Savoldellî ye.

Senator Pascal Savoldellî herî dawî ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû. Senator Pascal Savoldellî pirsên ANF’ê yên li ser serlêdana wî ya li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê û tecrîda li Îmraliyê bersivand.

 

“ABDULLAH OCALAN NE GIRTIYEKÎ JI RÊZÊ YE, DIVÊ DI GIRTÎGEHÊ DE NEMÎNE”

We ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da. Armanca we ya sereke di vê serîlêdanê de çi bû?

Beriya her tiştî daxwaza min a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazeke însanî ye. Ev 25 sal in Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye û zêdetirî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Rewşa tenduristiya wî çawa ye? Agahiya me jê tineye. Destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û di girtîgehê de dimîne. Ji ber vê yekê daxwaza min a hevdîtinê beriya her tiştî însiyatîfeke însanî ye.

Mijara duyemîn jî Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Di muzakereyên ji bo agirbest û bidawîkirina pevçûnan de roleke sereke lîst. Ji ber ku ew navbeynkar e, ne rast e ku ew di girtîgehê de bimîne. Bi gotineke din ew tundiye hilnabijêre. Dixwaze pirsgirêkên tundî û nakokiyan bi rêyên siyasî û dîplomatîk bên çareserkirin.

Ez ji helwesta dewleta Tirk a li hemberî Abdullah Ocalan bi hêrs im. Ji ber vê yekê ez dixwazim malbat, heval, parêzer û weke nûnerê hilbijartî em bên agahdarkirin. Divê em rewşa wî ya tenduristiyê, şert û mercên ku ew tê de tê girtin û bi kîjan astengiyan re rû bi rû ye, em zanibin. Em tiştekî nizanin, nepenîtiyek tam heye. Ez ji hevdîtinê re amade me.

“PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ TÊN BINPÊKIRIN”

Weke ku we di serlêdana xwe de jî diyar kiribû, Rêberê Gelê Kurd 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran detê ragirtin. Zêdeyî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Divê tecrîda Îmraliyê çawa bê nirxandin?

Wexta ku mirov bendên Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî, Siyasî û Rêgezên Kêmtirîn Standard ên Neteweyên Yekbûyî (Qaîdeyên Nelson Mandela) yên ku di qada navneteweyî de hatine qebûlkirin di ber çavan de derbas dike, Tirkiye xeta kiriye û divê were şermezarkirin.

Tirkiye li gorî her du peymanên navneteweyî tevnagire. Ji bo sererastkirina vê rewşê, der barê rewşa tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan, şert û mercên girtîgehê û mafên mirovan de agahî bê dayîn; bi gotineke din, divê were ziyaret kirin. Ev rêgeza bingehîn ji aliyê civaka navneteweyî û Komara Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin. Komara Tirkiyeyê bi îmzekirina van peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên medenî û siyasî yên girtiyan naskiriye divê hurmetê nîşanî van rêgezan bide. Li gel vê em bi girtiyekî siyasî ku pêwendî pê re nayê dayîn û em der barê rewşa tenduristiya wî de ne xwedî agahî ne.

Em şahid in ku saziyên wekî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a Ewropayê û Konseya Ewropayê ku ji parastina peymanên ku we behs kirî berpirsyar in, li pêşberî vê rewşê bêdeng dimînin. Hûn dixwazin li ser helwesta van saziyan çi bibêjin?

Ji ber vê yekê ez yek ji wan kesên ku çalakî pêkanîn im. Divê em di asta Ewropayê de çalakiyan li dar bixin. Min ji gelek parlmenter û senatoran re nivîsî û daxwaz ji wan kir ku heman nêzîkatiyê nîşan bidin. Bi taybetî divê em di çarçoveya teahudên Konseya Ewropayê yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyê qebûl kirine bersivekê bigirin. Wexta ku teahud hat dayîn, divê ev teahud bi cih were. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû dewletan derbasdar e. Lê di vê rewşa taybet de em behsa Tirkiyê dikin. Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û ji ber vê yekê divê rêz li peymanê bigire. Divê teşwîqî mafên hevpar bê kirin û ev jî mijareke ku divê bi mekanîzmayên me yên li ser asta Ewropa û navneteweyî bê destgirtin e.

‘LI BENDA BERSIVA SERLÊDANÊ ME’

Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê der barê serlêdana we de bersiv dan we yan na?

Min hîn bersiv negirtiye. Lê ez ji bo wê têdikoşim. Gava ti agahî ji yekî ku bi salan e di girtîgehê de ye negirî, tu hêrs dibî. Wekî senatorê Komara Fransa ez li benda bersivekê me. Nedayîna bersivê pirsgirêkek e. Bersiva wê çi dibe bila bibe, divê ez vê bersivê bigirim. Nedayîna bersivê dê bibe beşek ji feraseta domdar. Ev tê wateya nebûna diyalogê. Di dema hilbijartinên Tirkiyê de, ji hemû nêrînên siyasî parlamenter hatin vexwendin ku hilbijartinan bişopînin. Divê dewletek ji parlementerê welatekî din netirse. Der barê rewşa girtiyekî de agahdarkirina parlamenterekî û biçe li girtîgehê wî ziyaret bike, talûkeya wê tineye.

“QANÛNÊN ÊKOŞÎNA BI TERORÊ RE JI BO TINEKIRINA MUXALEFETÊ TÊ BIKARANÎN”

Di bin navê “têkoşîna li dijî terorê” de her carê daxwazên gelê Kurd tine tên hesibandin. Daxwazên herî mirovî jî bi van qanûnan girêdidin û tine hesibandina wê hûn çawa dinirxînin?

Li gorî serpêhatiyên min ên li Fransayê û tiştên ku min li cihanê dîtiye, ez dikarim bibêjim ku niha di navbera terorîzm û çalakiya siyasî de asîmîlasyonek heye. Bi gotineke din, yên desthilatdar ku naxwazin mafên muxalefetê bidin wan, biryar didin ku hemû xebatên wan weke çalakiyeke terorîstî pênase dikin. Wekî din, min li Tirkiyeyê ferq kir ku dikarin bi awayekî keyfî şaredarek ji peywirê were dûrxistin, li gorî destûra bingehîn a Fransayê ev yek ne pêkan e. Lê şaredarî çi li Tirkiyeyê çi li welatên din bingeha demokrasiyê ne. Rewatiya hilbijartinên xwecihî nikare ji aliyê çavdêr an jî desthilateke bilind ve were lêpirsînkirin.

‘ABDULLAH OCALAN ALÎGIRÊ AŞTIYÊ YE’

Yek ji sedemên ku divê em li ser rewşa Abdullah Ocalan bisekinin ev e. Ji ber ku divê em çareseriyê bibînin. Dema ku em her xebateke siyasî weke karakterê terorîstî binirxînin, ev tê wê wateyê ku em ne alîgirê çareseriyê ne. Û ev di dawiyê de peyamek tundûtûjiyê ye. Ew di bingeha xwe de nîşaneya tundûtûjî ye.

Ji ber vê helwestê her tim kes mexdûr dibin; em bi hovîtî, kuştin, êşkence û rewşên dermirovî re rû bi rû dimînin. Li vir girtiyek siyasî heye ku rola navbeynkariyê dilîze. Heta dest bi hevdîtinên aştiyê jî kir. Ez fêm nakim ku kesê ku dixwaze hevdîtinên aştiyê pêk bîne û banga agirbestê û rawestandina şer bike çawa wekî terorîst dikare were binavkirin. Ev ne ‘terorîzm’ e. Ez jê re bibêjim aştîxwazî. Bi qas ji bo gel Tirk divê ji bo gelê Kurd jî siyasî be. Ev ji bo hemû pirsgirêkên cîhanê derbasdar e. Wek min berê jî got, Tirkiye welatek e ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Dibêje ew ê şert û mercên vê peymanê bi cih bînim, lê rewşek wisa ye ku ev demeke dirêj e ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Îmraliyê tu agahî jê nayê girtin.

“LI SER GELÊ KURD TERORÎZMA DEWLETÊ HEYE”

Di her rewşê de dema ku hûn muxalefetê davêjin zindanê hûn nikarin behsa demokrasiyê li wî welatî bikin. Ev nakokî ye. Bi baweriya min Serokomar Erdogan û piraniya wan, bi înkarkirina daxwazên Kurdan, biryar dane ku muxalefetê ji holê rakin. Di bin van şertan de mirov nikare bijî.

Ev cureyekî terorê ye. Dema ku hûn biryar bidin ku mafên gelên din tineye, ew celebek terorîzmê ye. Ji ber vê yekê terora dewletê heye. Mebesta min ew e ku nêzîkatiya li ser gelê Kurd ji terora dewletê pê ve ne tiştekî din e. Têkiliyên navbera gelên Tirkiye û Fransayê di esasê xwe de pir baş in. Li ser vê yekê min daxwaz kir ku ger bixwazin ez biçim serdana Abdullah Ocalan û girtiyên din jî bibînim. Weke mînak li Fransayê mafê parlementeran heye ku biçin serdana hemû cihên ku mirov ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Yanî bi gotineke din gava ez ji vir biçim, ez dikarim biçim girtîgehekê, navendeke binçavkirinê û wê derî li ber min vebin. Parlamenter dikarin serdana girtiyan bikin û dikarin ji karmend û hêzên ewlehiyê yên li girtiyan dinerin nêrîn bigirin. Ev rewş beşek ji demokrasiya Fransayê ye.

 “DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE”

Di bin navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêngaveke gerdûnî hatiye destpêkirin. Divê der barê de peyamek we heye?

Abdullah Ocalan vîna xwe û ruhê xwe yê têkoşînê ji bo çareseriya siyasî îspat kiriye. Mixabin, ev biryar li girtîgeha giravê ya ewlekariya bilind hatiye bêdengkirin. Ew kesê ku behsa aştiyê dike û di bidawîkirina agirbest û pevçûnan de rola navbeynkariyê dilîze. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê ew azad bibe. Divê jinûve azad tevigere. Dewleta Tirk ji çi ditirse?

Welatên ku girtiyên siyasî lê nînin hene. Bi dîtina min ew jî nikare bibe girtiyê siyasî. Pênaseya Yewnanî ya peyva siyasetê jiyana bajêr e. Ger jin û mêr bi demokrasiyê, bi jiyana bajarî re eleqedar bin, mafê kesî nîne û nabe hincet ku wan ji azadiyê bêpar bihêlin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN PARÎS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Di êrîşan de ti windahiyên me çênebûn
Nûçeya Pişt re Karasû: Dewleta Tirk tengav bûye û em ê hîn tengavtir bikin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dadgeha Bexdayê wê têkildarî îtîraza Barzanî bicive

Dadgeha Federal a Bilind a li Bexdayê wê ji bo nirxandina îtîraza Serokwezîrê Hikûmeta Herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kelarê pirtûka “Efsaneya Mirovheziya Rojava” hat nasandin

Li bajarokê Kelarê ji bo nasandin û belavkirina pirtûkeke nû ya bi navê "Efsaneya Mirovheziya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sine Dayikên Aştiyê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriya endama KJAR’ê Werîşe Mûradî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DBP: Li dijî êrîşên nîjadperest ewlehiya jiyana karkeran girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Dûmlûyê gardiyanê berpirsyar êrîş bir ser girtiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bernameya çalakiyan a 1’ê Îlonê diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Divê sererastkirinên entegrasyona demokratîk werin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?