Li Dêrazorê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û silavkirina berxwedana şervanên azadiyê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi dirûşma “Em hemû QSDˋê ne û bi parastina cewherî em xaka xwe diparêzin” ji pêşiya avahiya Meclîsa Rêveber a herêma Meamil dest pê kir. Di meşê de alên QSD, YPG û YPJˋê û wêneyên şehîdan hatin hilgirtin.
Li çerxerêya Meamil meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Meclîsa Rêveber a Dêrazorê ji hêla endama Desteya Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Dêrazorê Rehme El Elî ve daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xelkê Kantona Dêrazorê piştgiriyê dide berxwedana Bendava Tişrînê ya ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker êdî bûye sembola berxwedanê.
Meclîsê di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin.
Di dawiyê de hat gotin ew ê bi berxwedana lehengên li Bendava Tişrînê bi ser bikevin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Bendava Tişrînê” bi dawî bû.