În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şêniyên Mexmûrê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan
Rojane

Şêniyên Mexmûrê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê bi meşekî girseyî hate şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û şikandina tecîrê meşekî girseyî hate lidarxistin.

Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta avahiya NY’ê dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşemyên “9’ê Cotmehê rûreşiya dewletê”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.  Her wiha di nava meşê de al û posterên Rêber Apo, alên YJA-Star û dowîzên bi nivîsa “Bi ruhê pêvajoya aştî û civaka demokratî em ê komploya 9’ê Cotmehê têk bibin, Dem dema azadiyê ye tecrîdê bişkênin faşîzmê hilweşînin Kurdistanê azad bikin, Em bê helwestiya konseya mafê mirovan şermezar dikin, Bêyî mafê hêviyê aştî nabe û Bi şîara banga aştî û civaka demokratîk bi pêngtiya jinan emê aştiyê mîsoger bikin” hatin hilgirtin.

Piştî ku meş gihişt ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, li wê derê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn, di kesayeta şehîdên meha Cotmehê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê têkildarî komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek ji aliyê Mamoste Bêrîvan Demir ve hat dayîn.

Bêrîvan Demir wiha got: “Ji dîrokê jî tê zanîn gelê Kurd her tim bi komployên cûr ber cûr re rû bi rû maye ku yek ji van jî 9’ê Cotmehê ye. Dewletên weke Îngilîsan, Îsraîl û tevahî dewletên NATO xwestin bi plangeriyeke giştî bi dîlgirtina Rêber Apo re tevahî gelê Kurd tine bike. Dema em îro dibêjin 9’ê Cotmehê, di ruhê me de êşekî pir mezin û birînekî kûr dihêle, lê li beramberî vê jî berxwedanek pir mezin û rêxistinek bihêz, gelek azadîxwaz û dostên me jî bi cih bûne. Dibe ku yek ji gelên di Rojhilata Navîn de herî zêde êş kişandine gelê Kurde. Lê divê em vêya bizanibin eger em îro li vê derê ser piyan in û dibêjin ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ hê jî îradeya me xurte . Eger em bi van dirûşmeyan xwe li ser lingan digirin, em baş bizanibin bi ked û ramanên Rêbertî, şervanên azadiyê û gelê welatparêz yê rêxistinkirî ye.”

Bêrîvan Demir di dawiya axaftinên xwe de ev tişt got: “Dewletên ku yekgirtî yên ku dixwestin me tine bikin, êdî şaş û maşo bûne. Em ji pêşeroj û ciwanên xwe re dibêjin, eger em îro li vêderê ne, divê em vê rojê ji bîr nekin û hay jê hebin ku komployên li ser gelê Kurd tên berdewam kirin. Ev roj ji bo ku me ji dîrokê xilas bikin, ji bo vê paradîgmaya heyî ji nav bibin hatiye afirandin. Ji bo ku em bikaribin vê komployê vala derbixînin divê em bikaribin bi rêxistinbûyîna xwe, bi manîfestoya ku îro Rêber Apo bi me daye naskirin pêş bixin û di nava civakan de belav bikin. Wek gelê Wargeha Mexmûr rojane bi plan û kompoyên dijminane re rû bi rû dimînin. Hemû komployên ku tên kirin, berdewama komploya ku li ser Rêber Apo hatî meşandin e.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser tevlî pîrozbahiya salvegera 63’emîn a serxwebûna Ugandayê bû
Nûçeya Pişt re ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk komployê têk bir’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Berey Gelê kir

Şandeya DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê de bi rayedarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Kortek ya girêdayî Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Mêr ên li kantona Firatê li dijî tundiya li jinê meşiyan

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên li kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

YE’yê bi pergala nû ya sînoran re rê neda ketina zêdetirî 27 hezar kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?