Li navçeya Warmawa ya Silêmaniyê ji bo piştevaniya bi Rojava re welatî daketin qadan û çalakî kirin.
Di çalakiya li Warmawa çalakvan Sefer Ebûbekir axivî û destnîşan kir ku îro ew ji bo piştevaniya berxwedana ji bo Rojava kom bûne û got: “Daxwaz ji hemû xelkê Başûr dikim ji bo Rojava dakevin qadan. Daxwaza rawestandina vê zilmê dikim.”
Yek ji cihê din ku çalakî lê hate kirin navçeya Sengeser bû.
Li nava bazara Sengeser ya ser bi Îdareya Raperîn çalakiyeke ya piştevaniyê hate kirin.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku bi hezaran çete ji aliyê Hikûmeta Colanî ve hatine azadkirin û got: “Ev xeteriyeke mezine li ser Iraqê jî.”
‘EM BI GELÊ ROJAVA RE NE’
Şêniyên gundên Herêma Maredû daketin kolanan û piştevaniya berxwedana Rojava kirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Herêma Maredû Herêz Rezgeyî axivî û destnîşan kir ku ew li vir denge xwe digihînin şêrên Rojavayê Kurdistanê û got: “Rojavayê Kurdistanê ji goşt û hestiyên zarokên Kurdane. Xeyalên wan hemû valane.”
Herêz Rezgeyî bal kişand ser gotina Fermandarê Giştî yê QSD’ê ya ‘Şerê man û nemanê ye’ û got: “Ev ne tenê gotineke. Em li vir dibêjin eger Rojava birîndar bibe Qendîl wê xwîn jê biherike.”
Şêx Mihemedî Bestî jî di çalakiyê de axivî û ev got: “Em piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dikin. Daxwaz ji hemû Kurdan dikin ku di vê qonaxa hestyar de Rojava bi tinê nehêlin.”
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bimre Dagirkerî’ dawî bû.

