Sêşem, 27 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji gerîlayên YJA Starê piştgiriya berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Êrîşa li ser Rojava, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêzî 200 ciwanên dixwazin derbasî Rojava bibin li deriyê Sêmalka tên astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Guhbel a Şengalê ji bo Rojava meşa piştevaniyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê meşa piştevaniya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Abdî bi Bafil Talabanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şêniyên Siwêdayê: Salek derbas bû, tiştek nehatiye guhertin
Rojava

Şêniyên Siwêdayê: Salek derbas bû, tiştek nehatiye guhertin

Başbûna ku piştî hilweşîna rejîmê dihate payin li Siwêdayê pêk nehat. Gel dibêje parçebûna civakî zêde bûye, xizmetên bingehîn têk çûne û weke gelek herêmên Sûriyeyê têkoşîna ji bo jiyanê zehmet bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di ser hilweşîna rejîma Beşar Esad re salek derbas bû. Bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyeyê, ku piraniya şêniyên wê Durzî ne û bi xwepêşandanên xwe yên aştiyane yên li dijî rejîma berê ya Baasê tê naskirin, di nava vê salê de vê carê bû hedefa êrişên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, DAÎŞ û HTŞ’ê.

Ji bo şêniyên Siwêdayê ev sal nebû sala destpêka guherînê ku dihate hêvîkirin, lê bû demeke welê ku rewş hîn bêhtir nediyar bû, xizanî û jihevketina civakî girantir bû.

Şêniyên Siwêdayê yên li nava bajêr ji me re axivîn, diyar kirin ku hêvî û bendewariya ji bo azadî û aramiyê pûç bûn, berevajî vê yekê mercên jiyanê ji dema Esad bêhtir xerab bûne.

Îsam Nasir ji ANF’ê re qala sala dawî kir: “Ji ber ku rejîm ket, em bi hêvî bûn. Lê belê piştî salekê em dibînin ku tiştek neguherî ye, di ser re hîn bêhtir nebaş bûye. Rejîma berê civak helandibû, niha jî ev parçebûn girantir bûye. Ne bawerim ku welat li halê xwe yê berê vegere. Yekîtiya neteweyî di nava van şert û mercand e veguheriye meseleyeke zehmet. Di rewşa heyî de yekane fikara me ew e ku em sax bimînin û karibin jiyana xwe dewam bikin.”

Ji şêniyên bajêr Selam Bahsas jî bi gotinên tund rexneyê li rêveberiya nû dike: “Esad çû, lê belê mejiyê yên hatine hîn tarî ye. Yên hatine bi mejiyê DAÎŞ’ê ne, hêzeke bê pîvan e. Ne elektrîk heye, ne av, ne jî sotemenî. Ragihandin bi temamî hilweşiya ye. Doh me dengê xwe ji bo azadiyê bilind dikir, lê îro welê li me hatiye ku em li lîtreyeke benzînê, ji bo saetekê li elektrîkê digerin. Em bi tabloyeke welê re rû bi rû ne ku ji rejîma berê xerabtir e.”

“Ji hilweşîna rejîma Beşar Esad û vir ve di jiyana me de guhertineke baş û erênî nebû. Ji dema rejîma berê bêhtir em di rewşeke xerab de ne, desthilatdariya heyî bi rengê DAÎŞ’ê ye, hêzeke terorîst e, pîvaneke xwe nîne. Li welêt rewş gelekî xerab e.”

Bahsas bal kişand ser hilweşîna xizmetên bingehîn ên li bajêr û got, “Elektrîk, av, sotemenî û pêwîstiyên bingehîn hema bibêje bi temamî tine bûye. Bingeha ragihandinê jî gelekî lawaz e, ev yek jî jiyana rojane zehmet dike.”

Şêniyên herêmê dibêjin, xizmetên ku demekê ji rêzê dihatin dîtin îro bi temamî ji holê rabûne, jiyan bi xwe veguheriye têkoşînekê. Beşeke mezin a Sûriyeyiyan ku li benda guherîna demeke dirêj li bendê bûn, ewlekariyê heta bi binesaziyê ji ber mercên nebaş ên li her qadê bi tabloyeke reşbîn re rû bi rû ne.

Di nava salekê de ku rejîma Esad hilweşiya, ji ber ku li gelek herêmên Sûriyeyê xizmetên bingehîn nayên kirin, hêviya ji bo vegera li jiyaneke aram lawaz kiriye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SIWÊDA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eren Keskîn: Pirsgirêk pirsgirêka Kurdistanê ye
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Ermen ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşin

Yekîtiya Jinan a Ermen ji bo jin karibin bi rengekî çalak tevlî her qada jiyanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kongoya Demokratîk ji ber karesata lehiyê 104 kes mirin

Hat ragihandin ku li Komara Kongeya Demokratîk, ji ber karesata lehiyê herî kêm 104 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Herêma Omeryanê ji bo gel hate qedexekirin

Li gundên Herêma Omeryanê ya Nisêbînê ji bo 15 rojan “Herêma ewlehiya taybet” hate ragihandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Fermandarê berxwedana Kobanê: Em ê heta nefesa xwe ya dawî berxwe bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşên çeteyan ên li ser gundê Sefa hatin têk birin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava kom bi kom û tabûran herêmên xwe diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

ˋWê Kobanê li dijî terorê wekî sembola berxwedan û serkeftinê bimîneˊ

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?