Balyozê DYE’yê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack bi Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper re serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Barrack û Cooper bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re civiyan. Hevseroka Komîteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî di civînê de amade bû.
Hat diyarkirin ku di civînê de li ser rewşa Sûriye û herêmê, peymana 10’ê Adarê û vegera penaberan nîqaş hatin kirin.
Barrack li ser hesabê xwe yê X’ê serdan ragihand. Barrack ev tişt parve kir: “Îro, bi Fermandarê CENTCOM’ê Amîral Cooper re serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Me bi Meazlûm Ebdî û QSD’ê re nîqaşên berfireh kirin.”