Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Olan: AKP li Bedlîsê hemû derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Serdana goristanan hat kirin: Em ê li pey şehîdan bin
Rojane

Serdana goristanan hat kirin: Em ê li pey şehîdan bin

Girseya ku serdana Şehîdên Têkoşîna Azadiyê kirin, soza bilindkirina têkoşînê dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi boneya Cejna Qurbanê li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin. Girseyên ku serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan kirin, soz bilindkirin têkoşînê dan. 

EDENE

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER), li navçeya Seyhan, Ceyhan û Yûregîrê serdana goristana Kuçukoba, Asrî, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mûtlûyê hat kirin. Li ser gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dua hatin kirin. DEM Partî, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Akdenîz Edeneyê (AATÛHAY-DER), Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes serdana goran kirin. Kesên serdana goran kirin gul danîn ser goran û dua kirin. 

AMED  

Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER),  serdana Goristana Yenikoy a navçeya Rezan kir. Li goristanê kesên ku xizmên xwe winda kirine re sersaxî xwestin û dua xwendin. Li goristanê girsê deqîqeyeke rêz girtin û piştre hevserokê MEBYA -DER’ê Mehmet Emîn Kılıç axivî. Kiliç bi lêv kir ku ew deyndarê cangoriyên azadiyê ne û got ku heta dawiyê ew ê pêy doza wan bin.

WAN 

Li Wanê jî bi pêşengiya MEBYA-DER û TÛAY-DER’ê li gelek navçeyan serdana goristanan hat kirin. DBP, DEM PArtî, parlementerên DEM Partiyê û hevşaredar û endamên meclisê beşdarî serdana goristanan bûn. Li ser goran ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û paşê dua hatin kirin. 

STENBOL

Goristana Kanarya ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê û goristana Îhlamurkuyu ya li navçeya Ûmraniyeyê hatin ziyaretkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Çîçek Otlu, rêveberên DEM Parti û gelek kes beşdarî serdanê bûn.

MÊRDÎN

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe Di Dergûṣa Şaristanan de Wenda kirine (MEBYA-DER) a Mêrdînê bi beşdariya rêveberên Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) rêveberên bajarê Mêrdînê. û Dayikên Aştiyê, Kurdistanî û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi wesîleya Cejna Qurbanê li ser gorên wan hatin bibîranîn.

Tevî endamên partiyê, malbat û Parlamenterê DEM’ê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî beşdarî serdana goristanê bûn. Goristana Yetîm-Dera Kamorê ya Mensuriyê (Yalım) û goristana Tizyan a ku gora Agît Îpek ku cenazeyê wî bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin, hat ziyaretkirin. 

Serdanên goristanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane destpê kir.

ŞIRNEX

Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîrê serdanên goristanan hatin lidarxistin. Berdevka DEM’ Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Cizîr, Silopiya û Deşta Darê (Sirtkoyê) û gelek endamên partiyê beşdarî serdana goristanê bûn. Pêşî Goristana Nola Rû ya ku li navenda Şirnexê ye hat ziyaretkirin. Girseyê sersaxî ji welatiyên hatin goristanê re xwest û piştre li ser gorên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin axaftinek kurt kir.

Berdevka DEM’ê Ayşegul Dogan jî got, “Ji bo me Kurdan goristan cihên tijî mirovên ku hê nemirin in. Mixabin goristan li erdnîgariya Kurdistanê tijî ciwanên me ne. Ayṣegul  ji hemû malbatan re sebr xwest û got, “Ji bo jiyanek azad, wekhev û bi rûmet canê xwe dane. Bê kêliyek dudilî xwe feda kirin. Ji ber vê yekê divê em ne tenê di gotinê de, di pratîkê de jî rêya wan bişopînin. Em soz bidin ku em ê heta dawiyê li ser rêya wan bin. Weke her welatparêzekî em li ku dibin bila bibin, bêyî ku li benda erkê bin, çi ji destê me tê divê em bikin.”

Piştre dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr axivî û wiha got: “Zarokên me ji bo ziman, ax û Rêbertiya xwe ketin bin vê xakê. Ne tenê ji bo dê û bavên xwe ji bo tevahiya gelê Kurd canê xwe feda kirin. Heta em sax bin em ê di rêya zarokên xwe de bin. Em ê rêya zarokên xwe biparêzin.”

Girse piştre derbasî goristana navçeya Cizîrê bû. Girse destpêkê serdana Goristana Banê Senefîsê (Yafes) kir û piştre berê xwe da Goristana Zîyareta Mezin (Asri). Girseyê ji welatiyên hatin goristanê re daxwaza hêzê kir, piştre gorên kesên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.

Girseyê bername bi ziyareta gora Orhan Dogan bi dawî kir.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi hatina Cejna Qurbanê re find li ser gorên şehîdan hatin pêxistin 
Nûçeya Pişt re Nobetên li dijî desteserkirina vînê hatine destpêkirin didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Divê hurmet ji şîna Kurdan re bê nîşandan

Înîsiyatîfa Edalet û Hurmetê ya ji bo Miriyan li ser bîranînên şehîdên têkoşîna azadiyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Di sê bûyerên cuda yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de jineke jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Olan: AKP li Bedlîsê hemû derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?