Hevalê wî yê têkoşînê Cemal Şerîk yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn bi bîr anî ku 25’ê Îlona 2019’an şehîd bû. Nirxandina Cemal Şerîk a li ser şehîd Riza Altûn bi vî rengî ye:
“Beriya her tiştî dixwazim hevrê Fuat û Riza yên ku di meha şehîdan de şehadeta wan hate ragihandin bi hurmet bi bîr tînim. Bi vê wesîleyê di şexsê şehîdên me yên meha Gulanê de hemû şehîdên me yên şoreşê bi bîr tînim. Bêguman ragihandina şehadeta hevrê Fûat, hevrê Riza di pêvajoyeke bi wate de hate kirin. Pêvajoya ku Tevgera Apoyî tê de ye, hevrêtiya hevalên Fûat û Riza ji destpêka tevgerê bi Rêbertî re, ragihandina şehadeta hevrêyan di pêvajoyeke bi vî rengî de hîn bi wate kir. Têkildarî şehadeta hevalê Fûat, hevalê Riza gelek tişt hene ku bêne gotin. Tiştên têkildarî herdu hevalan bê gotin jî gelekî zêde ne. Mesele ew e ku mirov karibe qala van bike. Vegotina taybetmendiyên giştî yên van hevalan têra vegotina rastiya wan nake. Li gel van taybetmendiyan rola wan a di nava têkoşînê de heye, meşa wan a bê navber a di wê rêyê de heye, serpêhatiyên wan ên di wê rêwîtiyê de hene. Divê li gel van mirov qala hevalên Fûat û Riza bikin, wan fêhm bikin. Bi van taybetmendiyan mirov wan bikin malê dîrokê, bikin ku di nava dîrokê de timî bêne bîranîn.
Hevalê Fûat hevalekî welê bû ku beşdarî civîna li Bendava Çûbûkê bû ku gava destpêkê ya tevgera Apoyî bû. Ji wê civînê heta bi nefesa xwe ya dawî bi Rêber Apo re meşiya. Lewma xwedî wê taybetmendiyê ye ku hîn di kêliya destpêkê de bi Rêber Apo re meşiya. Çawa ku hevalên Hakî, Kemal Rêber Apo nas kirin û ji wê kêliyê û pê ve bi Rêber Apo re meşiyan, heta nefesa xwe ya dawî dilsoziya xwe nîşan dan, hevalê Fûat jî di nava dîroka têkoşînê de xwedî wateyeke bi vî rengî bû. Ji xwe li gorî vê wateyê di nava civata giştî ya hevrêyan de bersiva xwe dît. Bi vê rola ku di nava têkoşînê de pê rabû, bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir. Di asteke welê de bû ku yên têkilî bi tevgera Apoyî re datanî hîn bêhtir şareza dikir. Bi vegotinên xwe, bi nivîsên xwe, bi helbestên xwe kir ku hevalên nû tevlî nava têkoşîna me bibin. Bi vî rengî hevalekî pir alî bû, bi van taybetmendiyên xwe têkoşîn meşand.
Min hevalê Fûat destpêkê bi bihîstina navê wî nas kir. Piştre şensê min çêbû ku wî nas bikim. Piştî ku min ew bi şexsî nas kir, min derfet dît ku gelek aliyên wî bibînim. Dema ku ew wan aliyên wî bi meşa wî ya li nava şoreşê dinirxînim; heta nefesa xwe ya dawî ew meşa xwe, ew biryardariya xwe, israra xwe ya ji bo serxistina erk û wezîfeyên xwe ji her alî ve xwe nîşan da. Kir ku wan fêhm bikim. Divê mirov ji gelek aliyan ve vebêjin, fêhm bikin, ji bo xwe divê em encamê jê werbigirin. Divê em wan ji gelê me, têkoşînê û gelên cîhanê re bikin mal. Bersiva herî bi wate ya ji bo bîranîna hevalê Fûat wê ev be. Divê em li ser rêya wî bimeşin, çawa ku ew heta kêliya dawî bû rêwiyê meşekê divê mirov bibe rêwiyekî welê. Dema ku em bûn xwedî pozîsyoneke bi vî rengî, hingî em ê bersiva herî bi wate bidin wî.
Min bi rengekî hîn cuda hevalê Riza nas kir. Hem ji aliyê naskirina fîzîkî, hem naskirina di nava têkoşînê de cuda bû. Dikarim vê yekê bibêjim; ne tenê ji bo min ji bo hevalên ku hevalê Riza nas dikin jî welê ye, ji bo hevrêyên li Tûzlûçayirê, yên ji wê derê tevlî nava têkoşînê bûn jî welê ye. Ne tenê ji bo Apoyiyan, ji bo hemû şoreşgerên li Tûzlûçayirê jî derbas dibe. Çawa ku windahiya hevalê Fûat ne tenê ji bo tevgera Apoyî lê ji bo her kesî valahiyeke mezin afirand, şehadeta wî bû be wateyeke mezin, şehadeta hevalê Riza jî ji bilî tevgera Apoyî ji bo her kesên xwedî îdîaya şoreşgerî valahiyeke mezin afirand, bû xwedî wateyeke mezin. Ez di wê baweriyê de me ku piştî şehadeta hevalê Riza bihîst, hesta me, di nava kadro û milîtanên gelek rêxistinên din de jî rû da. Hem li qada têkoşîna pratîkî bi wî rengî bû, hem li zindanan welê bû, hem jî bi sekn û têkoşîna xwe ya li çiyê welê bû. Li qadên cuda têkoşiya, têkoşîna dîplomasiyê meşand. Li qadên wan têkoşînan jî ji bo hevalên ew kar meşandin, şehadeta hevalê Riza bi vê wateyê bû. Gelek aliyên hevalê Riza hebû ku ew bi wate dikir, taybetmendiyên wî hebûn. Bêguman pêwendiya van taybetmendiyan bi derdora ku lê mezin bû re ji nêz ve hebû. Yên ku ew bi tevgera Apoyî da naskirin û kir ku di nava tevgera Apoyî de bimeşe, kir ku ji kêliya destpêkê heta kêliya dawî bimeşe ev taybetmendiyên wî bûn.
Dema ku min ew nas kir, tişta destpêkê min di kesayetiya wî de dît ew bû, ku ne mirovekî ji rêzê bû. Xwedî sekneke lawaz nebû. Hem di nava têkoşîna şoreşgerî de sekna wî bi wî rengî bû, hem jî sekna wî ya li Tûzlûçayirê bi wî rengî bû. Piştre min dayika wî nas kir, Dayika Hatîce nas kir. Min derfet dît ku têkildarî xizmên wî yên nêz xwedî agahiyan bim. Piştî ku min Dayika Hatîce nas kir û li ser xizmên wî yên nêz bûm xwedî agahî, min bi rehetî fêhm kir ku hevalê Riza taybetmendiyên xwe ji ku wergirtiye. Li ser avabûna kesayetiya hevalê Riza bandoreke mezin a Dayika Hatîce hebû. Dayika Hatîce ne tenê dayikeke welê bû ku li zarokên xwe dinihêrî, mezin dikir, heta dawiyê xwedî lê derdiket. Dayikek bû ku xwedî li têkoşîna wan derdiket. Li hemberî neheqiyê tehemûla xwe tine bû. Sedema wê ya rabûna li ber neheqiyê ne tenê neheqiya li wê hatibû kirin bû. Dema ku li derdora wê neheqiyekê rû dabûya, li ber wê jî serî radikir. Ji ber vê yekê li cihê lê bû, li derdora lê bû li nava her kesî cihê hurmetê bû. Dema ku neheqiyek didît, li hemberî wê têdikoşiya, serî radikir. Ev hemû taybetmendî bi hevalê Riza re jî hebûn. Di demekê de ku hîn di nava têkoşîna şoreşgerî de çalak nebû, li cihê lê bû, di nava hevalên xwe de bi wî rengî bû. Hevalên xwe li dora xwe kom dikir, xwe bi wan dida qebûlkirin, bi rê ve dibir, xwedî li wan derdiket û bawerî dida wan. Vê yekê nîşan dida ku taybetmendiyên xwe yên rêxistinî çawa bi pêş xistibû. Asteke bi vî rengî ya Tûzlûçayirê hebû; di dawiya salên 1960’î, beriya 12’ê Adarê şoreşger nas kiribû. Herêmeke welê bû ku şoreşger diçûn û dihatin, taxeke welê bû. Huseyîn Înan li wê taxê dimîne, malbata Îbrahîm Kaypakkaya li wê taxê rûdinê. Piştre me bihîst, ji bilî Îbrahîm Kaypakkaya, ji bilî Huseyîn Înan gelek şoreşger hatibûn Tûzlûçayirê, man. Dema ku 12’ê Adarê hat, bandor li her kesî kir. Bandor li zarokan jî kir, bandor li zarokan heta bi ciwanan kir. Jin, mêr, bandor li her kesî kir. Bêguman vê bandorê atmosfera Tûzlûçayirê guhert. Ew atmosfera hate guhertin têkiliyên wê demê jî guhert. Yanî li taxê komên zarokan, komên ciwanan hebe wan berê xwe dan têkoşîna şoreşê, şoreşgeran. Berê xwe dan Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Huseyîn, Cevahîr. Yanî berê xwe dan pêşengên şoreşger ên wê demê ku di radyo, rojnameyan de timî dibûn nûçe. Dema ku her kesî berê xwe da şoreşgeran, hingî atmosfer guherî, her kesî xwest bide ser şopa wan. Bêguman ev bandora li Tûzlûçayirê ji bo hevalê Riza jî derbas bû. Wê demê piştî 12’ê Adarê têkoşîna şoreşgerî ji bo bîranîna Denîzan, Mahîran hîn bêhtir xwedî lê hate derketin. Mahîr Çayan li Kizildereyê hate qetilkirin, Denîz, Yûsûf, Huseyîn li Enqereyê hatin darvekirin. Beriya wê li Nûrhaqan Sînan şehîd bû. Piştre Îbrahîm Kaypakkaya li Dersimê hate girtin, li Amedê bi êşkenceyê hate qetilkirin. Potansiyeleke şoreşger derkete holê ku xwedî li bîranîna wan derket û li ser şopa wan meşiya. Têkiliya van bi rêxistinekê re tine bû, lê belê derfetên xwe hebû ku bi rê û rêbazekê xwe bigihîne wan. Lê belê refê xwe, berê xwe diyar kiribûn, komên xwe ava kiribûn. Wan koman têkoşîn jî dimeşandin. Bi taybetî di demekê de ku têkoşîna şoreşgerî bi pêş ket, faşîstan jî dest bi rêxistiniya xwe kirin. Nekarîn bikevin Tûzlûçayirê. Rewşa civakî û çandî ya Tûzlûçayirê derfet neda vê yekê. Hebûna bandora ji Denîzan, Mahîran bû sedem ku li hemberî wan bibin xwedî seknekê. Tenê weke rêxistiniya herî tund a faşîst MHP hebû. Ne tenê MHP, partiyên rastgir jî wê demê nekarîn bikevin Tûzlûçayirê. Wê potansiyelê di nava çepgiriyê de cihê xwe girt. Lê belê kesî ji wan re negot, vî tiştî bikin, yan jî nekin. Wan bi xwe kirin. Faşîstan dor li Tûzlûçayirê girtin û xwestin hebûna şoreşgerên li wê derê asteng bikin. Li hemberî vê yekê kesî ji wan şoreşgeran re negotin hûn dest bi têkoşînê bikin, wan bi xwe dest bi têkoşînê kirin. Ji xwe bi vê taybetmendiya xwe li Enqereyê hatin naskirin. Yên ku pêşengî ji wê têkoşînê re kirin derketin pêş, bi nav hatin naskirin. Bi taybetmendiyên xwe yên kesayetiyê hatin naskirin. Hevalê Riza jî yek ji wan bû. Gelek hevalan hevalê Riza ji aliyê fîzîkî ve nas nedikirin lê belê bi cihê xwe yê di nava têkoşînê de û bi rola xwe bi nav ew nas dikirin. Tiştên der barê wî de dihatin gotin, dihatin bihîstin. Ji ber ku kî têdikoşiyan, herî zêde li ser wan axaftin dihate kirin. Di nava têkoşînê de kî bi rola xwe radibû, herî zêde ew dihatin qebûlkirin. Hevalê Riza di nava wan de yê herî li pêş bû. Yên li wê derê di nava têkoşînê de çalak bûn, xwe bi xwe birêxistin kiribûn. Nedigotin em ji filan rêxistinê ne. Wê demê hin rêxistin ava bûbûn. Xwe bi wî rengî bi rêxistin dikirin. Digotin, em şoreşger in, meyla me wê li ser kîjan rêxistinê be, di encama lêkolîna me ya li ser pratîka wan rêxistinan wê diyar bibe. Xwedî sekneke welê bûn. Hevalê Riza jî xwedî pozîsyoneke bi vî rengî bû. Lê belê weke şexs, aliyên ku meyla xwe li ser hebûn. Hîn bêhtir THKO li pêş bû. Bandora mayina Huseyîn Înan a li Tûzlûçayirê li ser vê yekê rola xwe hebû. THKO tevgera destpêkê bû ku ji bo gerîlatiyê bide destpêkirin derkete serê çiyê, ku vê yekê jî bandor kir. Bandora Denîzan hebû. Lê belê destpêkê ev yek di asta têkiliyê de nebû. Piştre heta astekê têkilî bi THKO re hate danîn. Di nava THKO de yên li wê derê li pêş bû alîgirê Înanan bû. Wan piştre xwe weke Rêya Şoreşger a Tirkiyeyê bi nav kirin. Lê belê ev nedihat wê wateyê ku ew THKO’yî ne. Komeke têkoşer bû. Komeke ku bi têkoşîna xwe ya rêxistinî dabû qebûlkirin. Di demeke welê de hevalê Kemal çû Tûzlûçayirê. Taybetmendiya şoreşgerî ya hevalê Kemal û taybetmendiya wê koma li Tûzlûçayirê digihîştin hev. Hevalê Kemal têkilî bi wê komê re danî. Ji wê komê re qala fikrê xwe kir, xwest bide qebûlkirin. Hewl da ku bi hev re li dora wî fikrî bixebitin. Lê belê negot, ‘Eger bi vî rengî be em ê bi hev re têkoşînê bimeşînin’. Di nava têkoşînê de xwe da qebûlkirin, da pejirandin. Di nava têkoşînê de kir ku hevalên li dora wî kom bûne bide ser şopa fikrên wî. Bi sebir bû, encameke têkoşînê bû. Lê belê ew bi ser ket. Beriya ku hevalê Kemal bibêje ‘Hûn tevlî nava Tevgera Apoyî bûn’, di nava wê têkoşînê de ji xwe her kes bûbû Apoyî. Ev yek encamek bi rêbaza hevalê Kemal eleqedar bû.
Bêguman wê demê tevgera Apoyî hate naskirin, lê belê beriya wê jî hinekan tevgera Apoyî nas dikirin. Mesela li Tûzlûçayirê destpêkê hevalê Alî Dogan Yildirim tevgera Apoyî nas kir, pê re têkilî danî. Şehîdê destpêkê yê tevgera Apoyî ye. Wî jî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ew jî hevalek bû ku li Tûzlûçayirê dihate naskirin. Gelek taybetmendiyên wî û yên hevalê Riza dişibiyan hev. Ji ber wan taybetmendiyên hevpar ew jî bi wê komê re tevdigeriya. Lê belê hevalê Alî Dogan li gel ku bi wê komê re tevdigeriya negotibû ku wî têkilî bi Apoyiyan re daniye, têkiliya wî nedihat zanîn, wî jî negotibû. Têkiliyeke xwe ya bi wî rengî hebû. Hevalê Alî Dogan ne tenê li Tûzlûçayirê, her wiha li nava têkoşîna ciwanan a şoreşgerî ya li Enqereyê, li dibistanan jî dihate naskirin. Wê demê polîsan dest li xwepêşandaneke li Enqereyê werdan. Di wê demê de şer qewimî bû, bi fîşekên polîsan 3 heval birîndar bûbûn, ku yek ji wan hevalê Alî Dogan Yildirim bû. Weke şoreşgerekî giştî dihate naskirin, lê belê di wê têkoşînê de jî çalak bû, li pêş bû. Di asteke welê de bû ku her kes xwedî lê derdiket. Tevlîbûna wî li nava têkoşîna giştî, naskirina wî li derveyî Tûzlûçayirê jî bû sedem ku hevalê Alî Dogan Apoyiyan nas bike. Lê belê eger em bibêjin li Tûzlûçayirê di nava wê komê de yê ku destpêkê Apoyî nas kir kî bû; bersiva vê pirsê hevalê Alî Dogan Yildirim e.
Di nava wî karî de taybetmendiyên hevalê Riza li pêş bû. Komî ser hev dikir, bi rê ve dibir. Di heman demê de dixwend, hîn dibû. Mînak, hevalê Riza heta dawiya Dibistana Navîn nexwendibû, piştî Dibistana Seretayî heta ku derê xwend nizanim lê belê hevalê Riza ti carî weke xwendekarekî dibistanê di hişê min de cih negirt. Lê belê yên ku ew nas dikirin, pê re diaxivîn, nîqaş dikirin digotin, xwendekarekî zanîngehê ye. Hinekan ji hevalê Riza jî dipirsî; tu li kîjan dibistanê dixwîne? Yanî nedigotin, tu diçe dibistanekê yan na? Bi rengê, ‘Gelo tu li kîjan dibistanê dixwîne’ pirs dipirsîn. Hevalê Riza digot, min nexwendiye, tişta ez hîn bûm e, taybetmendiyên min hemû di nava vê têkoşînê de hatin afirandin, bi pêş ket. Jê bawer nedikirin, digotin tu rastiyê ji me re nabêje. Ew hişmendî û ronakbîriya hevalê Riza di nava karên rêxistinbûnê de derkete holê. Ji ber ku li aliyekî xwedî îdîaya şoreşgeriyê ye, li aliyê din jî rêxistinên cuda hene, li hemberî wan du bi rengekî wekhev disekine, dibêje ez lêkolîn dikim, di encama vê de ez ê bigihêjim kîjan encamê, pratîk, têkoşîna wan rêxistinan heye, ez ê li wan binihêrim piştre ez ê tercîha xwe bikim. Axaftineke bi vî rengî ya bi îdîa pêwîstiyê pê dibîne ku naveroka wê jî bê dagirtin. Hevalê Riza naveroka wê dadigirt û bi wî rengî diaxivî. Ev yek jî dibû sedem ku hîn bêhtir hîn bibe, lêkolîn bike, nîqaş bike, tiştên hîn bûye bi derdora xwe re parve bike. Hevalê Riza dema ku ev dikir, bi tena serê xwe nedikir. Bi hevalên li gel xwe dikir. Yek ji şahidên vê yekê ez im. Hevalê Riza ji aliyê emir ve ji me mezintir bû, lê belê hevalên bi qasî hevalê Riza hebûn. Me bi giranî perwerde lidar dixist, em tevlî perwerdeyan dibûn, karê me ew bû. Perwerdekirina xwe bû. Hevalê Riza wan jî xwe perwerde dikirin, lê belê karê wan ê esasî ne weke me xwe tenê perwerde û şareza bike bû. Hem xwe perwerde dikirin, ji aliyê îdeolojîk û fikrî ve xwe perwerde dikirin, hem jî di pratîkê de xwe perwerde dikirin, xurt dikirin. Mesela çalakî, birêxistinbûn û îdeolojî di nava wê komê de di şexsê hevalê Riza de şênber bûbû. Di çalakiyê de hebûn, timî. Di karê rêxistinbûnê de jî hebûn. Lê belê dema em diçûn cihekî, rûdiniştin, eger wê êvarê em ê li cihekî bimîne, dema li wir diman, min nedît ku ev heval saet çendan razan. Em rûniştin, me nîqaş dikir, em diaxivîn, wan pirtûk dixwendin. Bi hev re pirtûk dixwendin. Mînak, serê sibehê dema em hişyar dibûn, me didît di destê wan de pirtûk heye, yan jî eger xewa wan hatibe û raza bin, li ber serê wan pirtûk hebûn, bi wî rengî raza bûn. Yanî karekî zêde yê rêxistinî hebû, êrîşên faşîstan hebûn, li hemberî wan çalakî dihatin kirin, hevalên li derdorê dihatin perwerdekirin; ev hemû bi hev re dimeşandin. Di şexsê xwe de şoreşgeriyeke yekbûyî temsîl dikir hevalê Riza. Li ku derê pêwîstî pê hebûya hevalê Riza li wê derê bû.
Ji bo hevalê Riza tê gotin, şoreşgerî Tûzlûçayirê bû. Rast e. Li wê derê dest bi şoreşgeriyê kir. Lê belê hevalê Riza şoreşgerê Tirkiyeyê ye, şoreşgerê Kurdistanê ye. Beriya ku tevgera Apoyî nas bike li her devera Enqereyê tevlî çalakî û têkoşînan dibû. Eger faşîstan êrîşî cihekî kiribin, li hemberî wan ji bo parastina wê derê li refê herî pêş bû. Yanî şoreşgerên Enqereyê bûn. Tevgera Apoyî nas kir, piştî ku nas kir, çûyîna ber bi Kurdistanê destpê kir. Di civîna Dîkmenê ya navbera salên 1975-76’an de biryar hate wergirtin. Di pratîkkirina wê biryarê de hevalê Riza yek ji wan hevalên destpêkê bû ku çû Kurdistanê. Ji ber vê yekê hevalê Riza ne tenê şoreşgerê Tûzlûçayirê bû, tevgera Apoyî li ku bûya ew şoreşgerê wê derê bû. Li ku derê pêwîstî bi hevalê Riza hebû, çû be ku derê, li ku derê têkoşiya be şoreşgerê wê derê bû. Wê demê me li kîjan qadê xwe bi rêxistin kiribin, li wê derê têdikoşiya. Lewma hevalê Riza Apoyiyek bû. Kesê herî çalak ê tevgera Apoyî bû.
Ne tenê got, ez Apoyî me û şoreşgerê Kurdistanê me. Dema çû Kurdistanê jî bi wî rengî bû, ji xwe çûn û hatina Kurdistanê hebû, dema hat jî bi wî rengî bû. Ji ber vê yekê divê hevalê Riza weke şoreşgerekî giştî bê dîtin. Divê ew şoreşgeriya giştî weke şoreşgeriya gelên Tirkiye û Kurdistanê bi rengekî yekpare bê dîtin. Eger em wê bi rengekî yekpare nenirxînin, em ê nikaribin fikrê wî yê sosyalîst, şoreşgerî, fikrê wî yê Apoyî fêhm bikin, em nikarin bi rengekî rast bi wate bikin. Rast e ew mirovekî çalakiyê bû, lê di heman demê de yekî rêxistinî bû. Bi qasî ku çalakger û rêxistinî bû, teoriya karê xwe zanî bû, xwedî serweriyeke îdeolojîk bû. Dema ku ji bo nîqaşê diçû cihekî, yên ku karibin bi hevalê Riza re nîqaş bikin hejmara wan gelekî kêm bû. Di wan nîqaşan de li pêş bû. Di wan nîqaşan de li gorî pêwîstiyê jî helwesta şoreşgerî nîşan dida. Ev yek şoreşgeriya giştî ya bi wî re nîşan dide. Şoreşgerî bi welatekî bi tenê bi sînodar nîne, welatparêzî bi welatekî bi sînordar nîne, welatparêziyeke ku bi enternasyonalîzmê re nebûye yek, nabe. Şoreşgeriyek ku bi mirovbûyînê re nebûye yek, ne şoreşgerî ye. Hevalê Riza ev hemû bi rengekî yekpare temsîl dikir. Li her qada ku lê bû xwe ji têkoşîna şoreşgerî berpirsyar didît. Têkoşîna wê jî dimeşand. Li gel vê yekê xwedî li nirxên li nava jiyanê derdiket. Mesela têkiliya xwe ya bi çekê re heye. Têkiliya hinekan a bi çekê re dibe ku bi rengekî ji rêzê û hişk be. Lê belê girêdana hevalê Riza ya bi çekê re, rast e jê hez dikir, dema ku çeka wî ne pê re bû weke ku organekî wî kêm bû, welê hîs dikir. Tu nikare hevalê Riza bê çek bifikire. Dema radiza li ber serê wî bû, dema dimeşiya pê re bû. Yên ku ew didît, çek pê re tinebûya jî weke ku çek pê re ye difikirîn. Hevalê Riza bêyî çek nedihat texmînkirin. Di vê astê de nêzî çekê bû. Lê belê wateya ku dida çekê cuda bû. Dixwest ew bi zanebûn bê bikaranîn. Digot, divê çek bi zanebûn bê bikaranîn. Digot, eger bi zanebûn neyê bikaranîn wê li xwediyê xwe vegere. Heta dawiyê xwedî li wê çekê derdiket ku bi zanebûn dihate bikaranîn. Li ber bikaranîna çekê ya bê armanc û bi şaşitî radibû. Hez dikir ku hîn bike bê çeka rast çawa dikare rast bê bikaranîn. Yanî hezkirina wî ya ji çekê ne tenê pê re bi sînor mabû. Nêzbûna xwe ya li çekê li derdorê jî belav dikir. Xwedî li nirxên partiyê derdiket, diparast. Destûr nedida ku ew belasebep biçe. Mirov dema têkoşîn dimeşand xwedî hin pêwîstiyan bû, lê belê wî digot, divê nirxên partiyê li van pêwîstiyan jî neyê xerckirin. Û bi xwe jî tiştekî welê nedikir. Ji xwe derfetên madî yên partiyê tine bûn, gelekî kêm bûn. Derfetên heyî diviyabû di dema herî zehmet e bêne bikaranîn. Hevalê Riza heta dawiyê li gorî vê tevdigeriya.
Piştî ku bû Apoyî, têkiliyên wî yên Apoyî jî veguherîn têkiliyên tevgerê. Têkiliyên xwe yên xizman jî veguherî wan têkiliyan. Her tim li ser vê bingehê ji bo têkoşînê seferber dibû. Ji ber vê yekê ji derdora xizmên wî gelek kes nêzî tevgera Apoyî bûn. Xwedî taybetmendiyeke xwe ya bi vî rengî bû. Her tim bû hedefa dijmin, hedefa faşîstan. Dijmin, polîsan ji wî zevt bikin operasyon kirin, avêtin ser mala wan, ji bo wî bigire serî li rê û rêbazên cuda da, bi ser neket. Ji ber vê yekê hesasiyeta wî, refleksên wî gelekî xurt bûn. Ew refleks nedihişt ku li hemberî dijmin bibe hedefeke hêsan. Sedema van refleksan jî ew bû ku wî taybetmendiyên xwe yên têkoşînê kir Apoyî. Ev taybetmendiyên xwe parast, bi pêş ve bir. Destûr neda tiştekî ku wî li paş bixîne. Sala 1978’an bû, dema ji Amedê diçû Dîlokê qezaya trafîkê derbas kiribû. Otobusa ku ew tê de bû qeza kir, hevalê Riza jî bi giranî birîndar bû. Piştî ku birîndar bû, hevalan ew anîn Enqereyê. Polîsan lê digeriyan, hevalan nehiştin ku bikeve destê polîsan. Anîn Enqereyê. Li cihekî demeke dirêj li ser piştê raza. Bi wî rengî birîna wî giran bû. Ji ber birîna xwe neçar ma bi mehan li erdê be, veketî be. Hevalê Riza bi wî rengî bi mehan di nava nivînan de ma. Lê belê li gel wê yekê jî ji bo me hemûyan çavkaniya moral û hêzê bû. Dema ku hin pirsgirêkan rû dan em diçûn me pê re nîqaş dikir, fikrê wî werdigirt. Yanî xwe ji têkoşînê venegirt. Negot, ez birîndar im, min qeza kir, nikarim ji cihê xwe rabim, hûn biçin karê xwe bi xwe bikin. Her tim hewl da û têkoşiya ku erk û wezîfeyên xwe bi cih bîne. Piştî bi mehan rehet bû, rabû ser piyan, em hemû matmayî hişt. Dema ku hevalê Riza hîn rehet nebûbû ez ketibûm girtîgehê, çend mehan em li girtîgehê man. Piştî ku derketim, hatim min dît ku hevalê Riza ne yekî welê bû ku bi mehan li erdê maye, qezaya giran derbas kiriye. Ew êdî dimeşiya, dibeziya. Kesî bawer nedikir ku qezayeke welê hatiye serê wî. Bi wî rengî zû rabû ser piyan, zû derbasî nava qada pratîkî bû. Li ku derê mabe, ji wir dewam kir.
Wê demê pêvajoya partîbûnê heye, rêxistiniya leşkerî heye, konseya me ya leşkerî heye. Mînak, yek ji sê hevalên di nava konseya destpêkê ya leşkerî ya partiya me de cih girt. Yek jê hevalê Karasûngûr bû, yê din hevalê Riza bû, yê din jî yekî din bû. Ev bûn. Negot, min qeza derbas kir, hinekî bêhna xwe vedim. Ya ku destpêkê kir ew bû ku ji ku derê hişt, ji wir têkoşîn dewam kir. Çû li Rihayê, li Hîlwanê hate girtin. Ji pêvajoya zindanê heta vê astê têkoşiya. Hesreta me ya hevpar bû, daxwaza me ya hevpar çûyîna Kurdistanê bû. Daxwaza me bûyîna gerîla bû. Hevalê Riza piştî ku ji zindanê derket bi wê hesretê xwe gihand çiyê. Xwe gihand wê hesreta xwe. Em wê demê hîn li girtîgehê bûn, lê belê hevalê Riza xwe gihand hesreta xwe.
Di pêvajoya zindanê de hevalê Riza mînak bû. Çawa ku beriya zindanê bi rola pêşengiyê rabû, hevalê Riza di pêvajoya berxwedana zindanê de jî bi heman pêşengiyê rabû. Li çiyê jî rola xwe ya pêşengiyê bi heman rengî dewam kir. Weke ku min destpêkê got, hevalê Riza ne tenê şoreşgerê Tûzlûçayirê bû, ew şoreşgerê Enqereyê bû, şoreşgerê Kurdistanê bû, şoreşgerê Tirkiyeyê bû, şoreşgerê gelan bû. Ev şoreşgerî li kîjan qadên têkoşînê be, di nava wê têkoşînê de kîjan taybetmendî, kîjan alî li pêş bûya, hevalê Riza şoreşgerê wê jî bû. Beriya dîl bê girtin, şoreşgerê wan şert û mercan bû. Di dema dîlgirtinê de şoreşgerê zindanê bû. Hat nava gerîla, bû şoreşgerê wê derê. Kar têkiliyên dîplomasiyê meşand, bû şoreşgerê wê. Divê mirov hevalê Riza bi van taybetmendiyan bi rengekî yekpare binirxînin, di nava jiyanê de binirxînin, bi wate bikin, fêhm bikin. Hevrêtiya hevalê Riza hevrêtî bû. Hevrêyê xwe ti carî di rê de nedihişt. Heta dawiyê xwedî li hevrêyên xwe derdiket, di şer de jî di çalakiyê de jî li berxwedana zindanê jî bi wî rengî bû. Hevalê Riza bi rastî jî hevrêyê hevrêyan bû. Xwedî li hevrêyên xwe derdiket, diparast. Xwedî wê taybetmendiyê bû ku bawerî dida hevrêyên xwe. Hevalê Riza hemû derfetên xwe, malbata xwe, xwişk, bira, dayik û bavê xwe ji bo têkoşînê seferber kir. Ev yek rastiya têkoşînê ya hevalê Riza bû, hevalê Riza ew bi xwe bû.
Eger ji min bê pirsîn bê hevalê Riza kî bû? Ez ê bibêjim; bi jiyan û karê xwe kesayetekî yekpare bû ku di oxira baweriya xwe de her cûre fedakarî dida ber çavên xwe. Milîtanekî Apoyî yê bi vî rengî bû. Yanî taybetmendiyên ku divê bi milîtanên Apoyî re hebe di şexsê xwe de şênber kiribû.
Bêguman dema ku em hevalê Riza bi bîr tînin, em hevalên xwe hemûyan bi bîr tînin. Heval hebûn ku li Tûzlûçayirê di şoreşgeriyê de roleke girîng lîstin; hevalên ku di perwedekirin û milîtanbûyîna wan de xwedî rol bû. Hinek ji wan şehîd bûn. Dixwazim wan jî li vê derê bi hurmet bi bîr bînim. Şehîdê me yê destpêkê hevrê Alî Dogan bû. Apoyiyê destpêkê yê li Tûzlûçayirê ew heval bû. Ji hevrê Alî Dogan heta bi wan hemû şehîdan bi bîr tînim. Divê Şahîn Kilavûz bê bîranîn, Îbrahîm Bîlgîn divê bê bîranîn, Asker Demîr divê bê bîranîn, Gurcan Ozcan divê bê bîranîn, hevrê Haydar Altûn (Kara Omer) divê bê bîranîn. Piştre weke şopdarê wê têkoşînê hin hevrêyên me tevlî nava têkoşînê bûn, hevrêyên ciwan bûn. Cûmalî yek ji wan bû, hevalê Dogan yek ji wan bû. Her wiha hevalê Dogan Kiliçkaya heye ku weke şagirtê Kemal Pîr hewl da li her qada têkoşînê erk û wezîfeya xwe bi cih bîne, hêjayî wî be, divê ew jî bê bîranîn. Hevalê Riza bi têkoşîna xwe hemû dan jiyîn, hemû temsîl kir. Hevrê Alî Dogan temsîl kir, hevrê Alî Dogan hevalê wî yê têkoşînê bû, ji zarokatiyê ve nas dikir, bi hev re gelek kar kir. Hevalê Riza heta dawiyê dilsozê bîranîna wî bû. Hevalê Haydar birayê hevalê Riza bû. Heta dawiyê hevalê Haydar temsîl kir, çi hebe ku hevalê Haydar karîbûya tevlî têkoşînê bikira, wî berpirsyariya wan jî hilgirt. Hevalê Dogan Kiliçkaya bi hevalê Alî Dogan re, bi hevalê Riza re di wê demê de bi hevalên pêşeng ên têkoşîna me ya li wê derê re bû. Di pêşketina tevgera Apoyî ya li wê derê de herî zêde rol lîst. Li gel hevalê Riza li gelek deveran tevlî gelek çalakiyan bû. Hevalê Riza hevalê Dogan Kiliçkaya di şexsê xwe de da jiyîn. Ji xwe têkiliyên xwe yên bi ehvalê Dogan Kiliçkaya re gelekî cuda bû, xwarin, vexwarina wan ji hev ne cuda bû, yek bû. Beguman valahiya wî her tim jiya, hîs kir. Lê belê erk û berpirsyariyên wî jî hilgirt û bi vî rengî xebitî. Hevalê Gurcan, hevalê Îbrahîm Bîlgîn ji bîr nekir, hevalê Asker Demîr ji bîr nekir. Hevalên Cûmalî û Dogan biraziyên hevalê Riza bûn; şehadeta wan, berpirsyariya wan timî jiya. Ne tenê ew bû, gelek hevalên pê re, yên li dora wî bû şehîd bûn; ji van hemûyan re bû hevrê hevalê Riza. Di şexsê hevrê Riza de şênber bû ku mirov çawa ji hevrêyan re dikare bibe hevrê. Eger hûn bipirsin bê hevalê Riza çawa dikarî pênase bike, ez ê bibêjim ew hevrêyê hevrêyan bû. Lewma vegotina mirovekî ji hevrêyan re bûye hevrê bi rastî jî gelekî zehmet e. Gelek tişt hene ku divê bêne vegotin, lê belê bi tenê bi layiqbûna ji wî re ev yek dikare pêk were. Ji ber vê yekê dikarim bibêjim ku di şexsê hevalê Riza de soza layiqbûna ji şehîdan re bi meşa li ser rêya ronahî ya Rêber Apo dikare pêk were û em ê hêjayî hevalê Riza û hemû hevalên şehîd bibin.”