Sed sal li ser dîzayna Rojhilata Navîn derbas bûn, bi pêşengtiya Emerîka, Îsraîl û Brîtanyayê ev şerê li Rojhilata Navîn tê kordînekirin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn demeke dirêj e dest pê kiriye û niha gihîştiye lûtkeyekê. Geşedanên ku di sala 2024’an de rû dan, projeyên demdirêj bûn ku jê re amadekarî dihat kirin û hêzên hegemon dixwazin di sala 2025’an de wê bigihînin encamê. Ji ber wê jî pêvajo pir bi lez pêş dikeve û şer û tifaq di nav hev de dimeşe. Kesên ku duh El Kaîde û DAÎŞ bûn, îro bûne deriyê dîyalogên cîhanî. Ev yek bi xwe rûyê rast yê hegemonên cîhanî dide diyarkirin.
Di rastiyê de piştî salên 2000’î ev midaxile kete meriyetê, bi avakirina hêzên îslamî yên tundraw, projeya dîzaynkirina Rojhilata Navîn hate diyarkirin. Hêzên hegemon ên cîhanê bi xwe çeteyên weke El Kaîde, Talîban, DAÎŞ û hwd. ava kirin, rêberên wan diyar kirin û piştre jî bi hinceta jiholêrakirina van hêzan destwerdana Rojhilata Navîn kirin. Rojhilata Navîn heta niha di nav şer û kaosan de ye, li ser gelan qirkirinên fîzîkî û çandî pêş ketin, bi hezaran însan hatin kuştin, bi hezaran avare bûn û aqûbeta wan nayê zanîn. Niha ev şer gihîştiye lûtkeyeke bilind. Herweha di rastiyê de kuştina Qasim Silêmanî, vekişîna ji Efxanistanê û Peymana Îbirahîm beşên amadekariyên vê projeyê bûn.
Bi şerê Xezeyê re derbasî pêvajoyeke nû bû, bi lêdana Hizbûllahê re derbeya herî mezin li Îranê dan. Bi hilweşandina rêjîma BAAS’ê şaxên hikûmeta Îranê yên li Rojhilata Navîn şikestin. Xameneyî ku dixwest bibe rêberê hîlala Şîeyan, hemû derfet ji bo bihêzkirina hêzên li Rojhilata Navîn ava kirin. (Guhertinên li ser Îranê di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de dibin xala herî dawî.)
Piştî Sûriyeyê, Iraq û Îran tên û heta rewşa Îran û Tirkiyeyê zelal nebe, nikarin bo Sûriyeyê jî statûyeke giştî diyar bikin. Di projeya nû de Îran û Tirkiye derveyî xetên enerjî û xetên ticaretê tên hîştin. Her weha ji bo saxlemkirina van xetan jî pêwîstî bi guhertina Îran û Tirkiyeyê heye. Diyar e di dîzayna nû de rolekî esasî jî dane Erebistanê. Di destpêkirina van êrîşan de Îran armanc e û a niha ev şer pir li nêzî Îranê bûye. Armanc jî ew e ku Îraneke teslîmgirtî ku entegreyî pergala emperyalîst bibe, mehkûmî Peymana Îbrahîmî bibe were avakirin, yan jî wê dawiya wê jî weke ya rejîma BAAS’ê be. Bi van polîtîkayên ku Îran dide meşandin jî wê nikaribe xwe ji vê rewşa heyî rizgar bike, ji ber ku xala lewaz ya Îranê di nav wê de ye. Ger pirsgirêkên jinan û gelan di bingeh de neyên çareserkirin, tu desthilat nikare ji rewşa heyî rizgar bibe.
Tirkiye di her warî de dixwaze ji valatiyên ku rû didin, sûd werbigire û projeya xwe ya Mîsaki Milîyê bixe meriyetê. Pir eşkere ye ku hedefa Tirkiyeyê ne tenê dagirkirina Kurdistanê ye, dagirkirina hemû axa Rojhilata Navîn e. Hewl dide ku xwe bi Îran, Sûriye û Iraqê re weke hevpeyman nîşan bide. Li ser tunekirina Kurdan bi wan re dikeve bazirganiyê. Nimûneya vê yekê jî rewşa Sûriyeyê bû ku derbeyeke mezin li Îran û Sûriyeyê da, a niha jî hedef Iraq û Îran bi xwe ye. Hedef dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye, dagirkirina nîviya axa erdnigariya Îranê ye. Tirkiye dixwaze di dîzayna nû de bibe hêza sereke, ji ber wê jî Kurdan li pêşiya xwe weke astengiya esas dibîne û bi her awayî êrîşî gelê Kurd dike. Bi hedefgirtina Rojavayê Kurdistanê re tevahiya gelê Kurd di hedefa dewleta Tirkiyeyê de ye. Di sed salên derbasbûyî de damezrandina dewleta Tirkiyeyê li ser esasên tinebûna gelê Kurd e û di dîzayna nû de dewleta Tirk ya dixaze careke din li tunebûna gelê Kurd xwe ji krîza heyî rizgar bike û di vê projeyê de roleke sereke bilîze. Lê êdî eşkere ye ku Kurd di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de roleke sereke dilîzin. Her desthilatdariya ku dixwaze hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd biparêze, bi hilweşandinê re rû bi rû dimîne. Rêjîma BAAS’ê mînaka vê yekê ye. Tevî hemû hewildanên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî razî nebûn ku îradeya gelê Kurd nas bikin û statûya Kurdan qebûl bikin. Axirî di nava 10 rojan de rejîmeke bi navê BAAS’ê nema. Pêwîst e ev yek ji bo her kesî bibe dersek. Pêwîst e bizanibin ku gelê Kurd xwedî hêzeke mezin in, bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd tu hêz nikarin desthilatdariya xwe berdewam bikin.
Piştî şerê Xezeyê, Îranê xeteriya ji bo xwe hîs kir û xwest xwe ji şerê heyî dûr bigire. Lê belê Îranê texmîn nedikir ku wê ev şer demeke kurt de bi lez bez bigihêje sînorên Îranê. Hevpeymamên wê Rûsya û Tirkiyeyê li Sûriyeyê dev jê berdan û Îran bi şikestineke mezin re rû bi rû ma. Piştî kuştina Reîsî û hatina Pezişkiyan, Îran jî derbasî pêvajoyeke nû bû. Derveyî welat siyaseteke nerm meşand û tawîzên cidî dan. Di hundir de jî serî li polîtîkayên tund û qirkirina gelan da. Eniya Berxwedanê ya Îranê nedihişt şer nêzî sînorê Îranê bibe û Îranê JÎ hemû derfetên xwe dixist xizmeta vê eniyê. Rejîma Îranê ev 45 sal in mafên jinan, neteweyan û hemû beşên civakê binpê dike û bi kuştin, êşkence û îdaman xwest desthilatdariya xwe ser gelan bide ferzkirin. Lê belê di nava pergala qirkirinê ya rejîmê de gelan şoreşa herî radîkal dan destpêkirin. Vê şoreşê di navbera gel û dewletê de qelîştekên berfireh çêkirin. Rejîma Îranê ji li hemberî daxwazên gelan gavek neavêt. Herweha bi awayekî tundtir bi ser jin û gelan de çû, serî li polîtîkayên girtin û îdamê da û li Kurdistan û Belûcistanê qirkirin pêk anîn. Îdam û girtin wê çawa bikare dengê gelên ku ji bo jiyaneke birûmet û azad ewqasî berdêl dane, qut bike? Şoreşa Jin Jiyan Azadî encama nerazîbûnên 45 salan e, şoreşeke wisa ye ku hişmendiya dewletê ya tekperestiyê red dike. Şoreşeke wisa ye ku îradeya hemû gelan temsîl dike û projeya çareseriya hemû çîn û neteweyan di nav xwe de dihewîne. Hêzên derve yên ku xwe weke li dijî Îranê bi nav dikirin, ji bo berjewendiyên xwe ji hemû zextên Îranê yên li ser gelan re çavên xwe girtin. Hêza gelan tirseke mezin xiste dilê rejîmê. Xala herî lewaz ya rejîmê potansiyela nerazîbûna jin û neteweyan e. Potansiyeleke wisa ye ku dikare her dem biteqe û êdî tu hêz nikaribe pêşiyê li wan pêlan bigire û biçewisîne. Netewedewletên ku li Rojhilata Navîn xwe li ser esasê netewperestî, olperestî û zayendperestiyê saz kirine, dizanin ku wê dîktatoriya wan hilweşe, dîsa jî hewl nadin ku daxwazên gelan bi cih bînin. Mînaka vê yekê jî rêjîma BAAS’ê û dewleta Tirk e ku çareseriyê di tunekirina gelê Kurd de dibînin û dewleta Îrane jî dixwaze bi kuştin û îdaman xwe rizgar bike. Hemû jî baş dizanin ku bi van polîtîkayên qirkirinê çarenûsa wan jî wê weke ya rejîma BAAS’ê be û wê heman tişt li wan jî biqewime. Lê belê êdî pêwîst e ku desthilatdarî baş bizanibin ku berxwedaniya gelan çarenûsê diyar dikin. Navenda vê berxwedaniyê jî Kurdistan e ku gelê Kurd li hemberî hemû hêzên statûkoparêz radiweste û projeya çareseriyê pêşkêşî hemû gelan dike.
Her guhertinek ne pêşketin e. Gelo wê bi guhertinên dawîn yên li Sûriyeyê re wê pirsgirêkên gelan çareser bibin? Bêguman bi Ehmed Şeri (Colanî) re pirsgirêk çareser nabin û herweha wê nakokiyên mezhebî û çandî zêdetir bibin. Ji ber ku dîrokeke wan ya diyar heye û ji bo kûrkirina krîzên Rojhilata Navîn projeyeke nû ne. Niha li Sûroyeyê şerê du paradîgmayan pir eşkere ye. Projeya netewdewletan ku HTŞ jî beşek ji wê ye, dixwazin carekî din feraseta netewperestî, olperestî û zayendperestiyê kûrtir bikin. Projeya din jî weke cîhanbîniyekî nû, projeya pêkvejiyana gelan, xeta demokrasî û azadiyê ye ku çareseriya pirsgirêka gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşkêş dike. Projeya Xweseriya Demokratîk û xwebirêvebirina gelan ne tenê li Sûriyeyê dikare li hemû Rojhilata Navîn were sepandin. Gelê Kurd bi fikr û felsefeya Rêber Apo bi salan e bi paradîgmaya neteweya demokratîk re pêşengtiyê dike. Gelê Kurd xwedî hêza çareseriyê ye, di warê siyasî, leşkerî û civakî de gelê herî birêxistinkirî ye. Rêber Apo gotibû ku di sedsala 21’emîn de êdî netewdewletan şansê xwe yê reforman ji dest dane, şoreşa ku jin bi radîkalî pêşengtiya wê bikin , dikare çarenûsa gelan diyar bike. Ji bo wê jî divê di hemû guhertin û biryarên şer û aştiyê de rolê jinan sereke be. Li ser esasê azadiya jinan, projeya çareseriyê dikare pêk were.
Li Rojava jî girêdayî vê paradîgmayê şoreşa jinan pêk hat. Şoreşa Rojava da diyarkirin, şoreşa ku bi pêşengtiya jinan, bi zanist û cewhera jinan pêş bikeve, dikare ji bo pirsgirêkên hemû gelan bibe çareserî. Ji ber wê jî êdî Rojava bi tenê temsîliyeta Rojava nake di heman demê de îradeya hemû Kurdan temsîl dike. Têkoşîna Rojava, têkoşîn û berxwedaniya hemû Kurdan e, statûya Rojava statûya giştî ya gelê Kurd e. Jı bo hemû gelan dibe deriyekî çareseriyê. Ev ruhê netewî yê di sala 2014’an de li bajarê Kobanê pêş ket, îradeya gelê Kurd e. Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina nirxên mirovahiyê ye, serkeftina Rojava serkeftina hemû gelan e. Rojava bi her kesî dide îspatkirin ku dema gelek pişta xwe bide hêza xwe, dikare serkeftinê misoger bike. Serkeftina rojava ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî dibe hêza çareserî û serkeftinên mezin. Di serî de jin û ciwan divê hemû kes xwedî li statûya Rojava derkevin û li hemû qadên jiyanê dengê xwe bilind bikin. Gelên ku ser erdnigariya Îranê jiyan dikin jî divê bi şêwazeke rêxistinkirî xwe ji pêvajoya nû re amade bikin.