Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mazlûm Heftan: Hevala Aryen fermandara şerê serdemê bû
Kurdistan

Mazlûm Heftan: Hevala Aryen fermandara şerê serdemê bû

Endamê Meclîsa PJAK'ê Mazlûm Heftan fermandar Aryen Arê bi bîr anî û destnîşan kir ku bi sekn û têkoşîna xwe Aryen Arê bû fermandara şerê serdemê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mazlûm Heftan qala fermandara Hêzên Parastinê yên Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Aryen Arê kir ku di 3’ê Kanûna 2023’an de di êrişeke artêşa dewleta Tirk de şehîd bû.

Nirxandina Mazlûm Heftan bi vî rengî ye:

“Ez Şehîd Aryen Arê û hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînim. Şehîd Aryen bi navê xwe yê li malê Zeyneb Êwerî, fermandara me ya hêja di 3’yê Kanûna 2023’yan de tevlî karwanê şehîdan bû. Di nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayîk dibe. Malbat bi giştî malbateke welatparêz e û ji nava malbatbatê hem tevlîbûn hene hem jî şehîdên wê hene. Malbat, ji zû ve ye Tevgera Apoyî nas dike. Devereke wisa ye ku Tevgera Apoyî ji zû ve ye li wir heye. Rêber Apo û Tevgera Apoyî nas dikin. Piraniya deverê welatparêz e. Ji Makû, Çaldiran bigirin heya Xoy, Kotol, Selmas û Biradost deverên wisa ne ku di dîroka wan de serhildan, berxwedan, xwedîderketina nasnameyê heye.

Çîrokên Kela Dimdimê û yên weke wê yên ji van herêman e. Şehîd Aryen jî ji çand û ferhengeke wisa tê. Li herêmên berbehs welatiyên ji eşîrên weke Celalî, Şikakî, Pinyanişî, Evdoyî, Hirçoyî, Herkî û Milî dijîn. Bi giştî herêm xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Hem taybetmendiyên deverê hem jî yên malbatê bandorê li Şehîd Aryen dikin û kesayeteke berxwedêr û serhildêr li cem peyda dibe.

Şehîd Aryen Arê bi taybetî di sala 1999’an de dema ku Rêber Apo bo Komploya Navneteweyî dîl tê girtin, Tevgera Apoyî nas dike, têkildarî meseleya Rêber Apo û meseleya Kurdan mereqa wê çêdibe. Li gorî şert û merc û derfetên xwe dixwaze di nava Şoreşa Kurdistanê de para xwe jî çêbike û barekî hilgire ser milên xwe. Li gorî derfetên xwe dest bi lêgerînan dike û di sala 2006’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe. Serdema naskirina Tevgera Apoyî serdemeke girîng e. Yanî serdema Komploya Navneteweyî ya 1999’an ji bo hemû gelê Kurd xaleke esas e. Ji bo heval Aryen jî wisa ye. 

Heval Aryen Arê di sala 2006’an de beşdar dibe ku sala 2006’an bi giştî ji bo Rojhilatê Kurdistanê saleke girîng e. Dagirkeriya Îranê di sala 2006’an de li Makûyê komkujiyek pêk anî. Di wê serdemê de gelê me ji bo mafê xwe yê rewa û daxwazên xwe yên rewa radibe û 6 welatparêzên me tên qetilkirin. Bi vê wesîleyê wateyeke cuda ya beşdarbûnên wê salê heye. Beşdarbûna jinên ji wê herêmê peyameke esasî ye.

Heval Aryen dema ku beşdar dibe girêdayî esasên pîvanên şervantiya rast a Rêber Apo û fedaiyane beşdarî xebatan dibe. Li gelek deverên cuda dimîne. Digihîje heya asta fermandariya HPJ’ê. Heval Aryen, piştî beşdarbûna xwe bi pîvanên xizmetkirina rastîn û fedaîtiya Rêber Apo beşdar dibe. Li deverên cuda cuda şervantî û fermandariyê dike. Ji Xakûr heya Penciwînê, ji Makû heya Şahoyê xizmet, şervantî û fermandariyê dike. Li ser rastiya Rêber Apo, şehîdan gelê me bi ked û hewleke mezin xwe perwerde dike û pêş dixe. Bi keda xwe digihîje heya asta fermandariya HPJ’ê. Dibe Endama Fermandariya Konseya me. Li ser vî esasî pêşengtiyê dike. Rastiya jinan girêdayî ferheng û felsefeya Rêber Apo nas dike. Hewl dide ku bibe jin û fermandereke pêşeng. Li gorî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe pêş dixe û pêşengtiyê dike.

Ez dikarim têkildarî taybetmendiyên kesayeta Şehîd Aryen van yekan bibêjim. Gelekî mutewazî bû. Dema ku mirovî ew dît, nedizanî bê ka şervan e yan fermandar e. Her çend fermandareke pêşeng jî bû ku bi keda xwe gihîştibû wê astê, bi rastî jî di nava jiyanê de bi şervanan re şervan bû, bi ciwanan re ciwan bû û bi temenmezinan re jî keseke temenmezin bû. Beşdarbûna jiyanê di hemû aliyên wê de xwe nîşan dida. Ji bilî mutewazîbûnê pêşengtiya wê gelekî derdiket pêş û diyar bû. Hevrêyên xwe perwerde dikir, ew pêş dixistin û birêxistin dikir.

Li ser esasê ku hevrêyên wê di pêşerojê de bibin fermandar, alikariya wan dikir. Ji hevrêyên xwe re hemû kar û xizmet dikir. Taybetmendiyeke Şehîd Aryen ew bû ku gelekî girêdayî xeta Rêber Apo û xeta şehîdan bû. Hewldana wê ya esasî ew bû ku rastiya Rêber Apo bi temamî fêm bike û di pratîkên xwe de nîşan bide û li gorî vê yekê dixebitî û hewl dida. Taybetmendiyeke wê ya din ew bû ku keseke rûken bû.

Hevalên ku pê re mane û ew dîtine rûyê Şehîd Aryen yê bi ken tu caran ji bîr nakin. Tim û tim bi moral û kelecan bû. Tim digot ku divê em şoreşê pêk bînin. Hêz û cesareteke mezin dida derdora xwe. Bi perwerdeyan re gelekî mijûl dibû. Ji perwerdeya şervanên nû bigirin heya akademî û perwerdeya gel li ku derê kar dikir, gelekî girêdayî karê xwe û rêxistinê bû. Li ser esasê garantiya serkeftina me gelê me ye û wisa nêzîk dibû. Ji bo çareseriya pirsgirêkan serî li metoda çareserkirina rêxistinê dida. Rê nedida tu kesî ku zirarê bide rêxistinê. Tu caran astengî, pirsgirêk û zehmetî ji xwe re nedikirin hincet. Her tim ji bo ku bar rabike, barê rêxistin, Rêbertî û hevrêyên xwe sivik bike di nava hewldanan de bû. Her tim pêşengtî dikir.

Rêbaza jiyana wê bi awayekî erênî bandor li însanan dikir. Tu caran nedisekî, tim û tim kar dikir. Rêber Apo gotiye ku silavên min li kesên ku kar dikin bikin. Li gel vê yekê mirov fêm dike ku heval Aryen ev rastî fêm kirine û ji bo layiqbûna silavên Rêber Apo kar dikir. Wate li karê xwe zêde dikir. Û derdora xwe jî girêdayî vê rastiya rêxistinê koordîne dikir. Li hemberî dijmin li cem hêrseke mezin hebû.

Ev taybetmendî hemû bûbûn sedem ku heval Aryen bibe fermandara şerê serdemê. Bibe fermandareke layiqî Rêber Apo û sedemê. Li ser vî esasî ez li ser navê Şehîd Aryen Arê – Zeyneb Êrewî careke din ji hemû şehîdên şoreşê, azadiyê û demokrasiyê re rêz û hurmeta xwe diyar dikim.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÛÇAYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Rejîma Baas ket, HTŞ derket pêş
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê yên Iraqê destûr hate dayîn

Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî diyar kir ku li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanê ku li Tertûsê hat binçavkirin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

SOHR’ê ragihand ku ciwanekî ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatibû binçavkirin, li girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) daxuyanî dan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?