Yekşem, 6 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Salih Erîkçî li Dîlokê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîr û Kuçukçekmece şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahattîn Demîrtaş: Mizrakli wê 8’ê Îlonê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan banga edaletê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Fethî Ildir edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Faysal Sariyildiz: Divê dewlet ne bi konjonkturel, bi stratejîk nêzîkî pêvajoyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî
Kurdistan

YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

YRK'ê nasnameya şehîd Feraşîn Bêrîtan eşkere kir û diyar kir ku di şexsê Feraşîn Bêrîtan û Aryen Arê de wê xwedî li ked û têkoşîna tevahiya şehîdan derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya fermandar Gerdenî Deman bi nasnav Feraşîn Bêrîtan eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di dîroka 14’ê Berfenbara 2023’an de, dema ku fermandar û hevreyê me Feraşîn Bêrîtan li ser erkê xwe yên şoreşgerî bû, li qadên me di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de gihîşte şehadetê. 

Şehîdên me ji bo armancên mezin bûn cangoriyên têkoşînê û hevrê rast ên Rêber Apo. Di nava şert û mercên herî zehmet de, ku her kesî digot dijmin li Kurdistanê her tişt teslîm girtiye, bûn şervan û fermandarên fedayî ya gelê xwe. Bi vê têkoşîna ku ji 32’î salan zêdetir tê dayîn, dîroka xaka Kurdistanê mezin bû û jiyaneke nû hate afirandin. Şehîdên me bûn dîroknasên herî mezin ku dîrok fêm kirin û di dîrokê de destanên lehengane yên bê nimûne nivîsandin. Ji bo vê jiyanîkirina tevahî hesret û bêrîkirinên şehîdan, erka me ya sereke ye. Di vê çarçoveyê de em diyar dikin ku li gorî wesiyeta şehîdan jiyîn, erk û berpirsyartiya şoreşgertiyê ya sereke û bingehîn e. Li ser vê esasê em di şexsê fermandarê xwe, hevrê Feraşîn Bêrîtan de, soza xwe li beramberî tevahî şehîdan nû dikin û xwedî li armancên wan a jiyana azad derdikevin. 

Di serî de, ji malbata hêja ya şehîdê xwe re, em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xeyalê wan gihandina serkeftinê didin diyar kirin. 

Agahiya li ser nasnameya hevreyê me yê şehîd, bi vê rengî ye;

Nasnav: Feraşîn Bêrîtan
Nav û Paşnav: Gerdenî Deman
Cihê ji dayîkbûnê: Selmas
Dayîk-Bav: Hanîfe-Cemîl
Dîroka Şehadetê: 14’ê Berfenbara 2023

Di derbarê jiyana hevreyê me Feraşîn Bêrîtan de;

Hevrêya me Gerden Deman bi navê xwe yê tevgerî Feraşîn Bêrîtan, di sala 1989’an de, li bajarê Selmas a Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Di herêma ku hevrê Feraşîn lê ji dayîk dibe de, çanda kevnar a xwedawendîtiya jinê li pêş e. Heman demê de Selmas dikeve bin binara çiyayê zegrosan, heybeta zagrosan bandora xwe li ser serhildêrî û dijwariya gel dike, ev dijwarî di gel û tevahî civakê de sekn ava dike. Bi taybet jî jinên vê herêmê di aliyê rêvebirina civakê de xwedî taybetmendiyên serkêşiyê ne. Di cihên bi vê rengî asê, serkêş û bilind de kesayetên mezin derdikevin. Ji bo wê jî dema ku tên beşdarî refên têkoşîna azadiyê dibin, gelek zû bi pêş dikevin. Ji ber ku zemînekî wan a civakî ya welatparêzî û hezkirina axê heye. Girêdanbûna bi axê, bi mirovahî û civakbûnê, û ji vê re ked dayîn û xwîn rijandin weke taybetmendiyeke sereke ya vê herêmê ye. Rêheval Feraşîn jî, ewladê herêmeke bi vê rengî ye. Hîna dema nû çavên xwe li jiyanê vedike, bi rastiya hovane ya dijmin re rû bi rû tê. Ev di kesayeta hevrê Feraşîn de, hestên tolhildanê bi pêş dixe. Ji bo vê jî riya herî rast a xwe gihandina azadiyê, riya rastî û heqîqetê ya Rêber Apo hildibjêre. Ser vê esasî 2008’an de beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe.

Ji dema beşdarbûna xwe heya kêliya şehadetê, hem weke şervan û hem jî weke fermandar, di nava têkoşînê de, gelek rolên mezin û sereke dileyîze. Bi xwedî derketina li navê hevrêtiya Rêber Apo, di nava 24 seatên xwe de bê navber û westan têkoşîn dikir. Hevrê Feraşîn bi vê taybetmendiya xwe, êdî her roja ku derbas dibû mezin dibû, gav bi gav, bi xwe perwerde kirinê, kesayeta xwe dahorandinê û bi Rêber Apo xwendinê xwe digihîne, asta fermandara pêşeng a serdema nû. Di nava 15 salên têkoşînê de, ji gel û hevreyên xwe re dibe rêzana riya rast a wekhevî û azadiyê. Rêheval Feraşîn weke şervanekê her tim bi wê baweriyê jiyan dikir ku wê rojekê li Kurdistanê ronahiya ku bi salan hatibû tefandin, ji nû ve were pêxistin, weke fermandarekê jî erka xwe gihandina vê armancê pêk dianî.

Ji bo vê jî hevrê Feraşîn yek ji pêşengên me yên bi mînak e, ku her kesî jê hez dikir û timî mînak dihate nîşan dan. Bi zîrekî, zindîbûn û kêrhatîbûn û xwîngermiya xwe her kes li derdorê xwe dicivand û bawerî, hêz, îrade bi her kesî dida jiyan kirin. Bi van taybetmendiyên xwe yên xwaşik, ku bi rengê cewhera jinê ye, hevrê Feraşîn li qadên cuda cuda têkoşîn kir. Li her qadekê ku têkoşîn kiriye, bi jêhatîbûn û fedakariya xwe, têkiliyên bi gel û hevreyên xwe re, bi moral û coşeke mezin domandiye. Di nava têkoşîna bê navber a 15 salan de berpirsyartiyên mezin girte ser milê xwe, bi înada xwe ya di serkeftinê de jî, serkeftinên mezin bi dest xistin. 

Li ser vê esasî, em careke din diyar dikin ku em ê di şexsê hevrê Feraşîn Bêrîtan û Aryen Arê de xwedî li ked û têkoşîna tevahî şehîdan derbikevin. Di vê çarçoveyê de em weke Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, ji malbatê hêja ya şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan, soza bilind kirin û serxistina têkoşîna wan didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qendîl bi rengê payîzê xemilî
Nûçeya Pişt re Mazlûm Heftan: Hevala Aryen fermandara şerê serdemê bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Gerîla TV dîmenê çalakiyê

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sekvaniyê weşand ku li hemberî leşkerên Tirk ên dagirker hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Yuksel: Ji hevgirtina gelê Kurd û gelê Tirk aciz dibin

Hevjîna Alîkarê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel ê hate girtin Mehtap Yuksel got, "Ev yek darbeyek…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo derîvekirina li aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê ragihand ku Pêngava 15’ê Tebaxê hebûna gelê Kurd misoger kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê bertek nîşanî biryara perwerdeya Kurdî hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?