Yek ji kesên ku di nava berxwedaniya Kobanê ya sedsalê de cihê xwe girtiye û li rex fermandarê nemir Masîro Xabûr têkoşiyaye Xalê Simo ango Îsmaîl Elî ye. Îsmaîl Elî têkildarî têkildarî têkoşîna Masîro Xabûr ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku serkeftina Kobanê û têkbirina terora herî mezin a li Kobanê, gundewarên wê, Bendava Tişrînê û Minbicê bi saya Fermandar Masîro Xabûr û hevrêyên wî pêk hat.
ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ FERMANDAR MASÎRO
Îsmaîl Elî têkildarî serpêhatiyên xwe yên bi Fermandar Masîro re yên hem di nava şerê Kobanê de û hem jî di nava şerê li gundewarên Kobanê de ev yek anîn ziman: ‘’Em gelekî xemgîn in ku me agahiya şehadeta Şehîd Masîro standiye. Şehîd Masîro li gel banga şerê Kobanê, ber bi Kobanê ve hat. Ew û hevrêyên xwe derbasî bajarê Kobanê bûn. Di wê demê de şerê berfireh dest pê kiribû. Şer ne yê bi DAÎŞ’ê re bû, şerê bi Cebhet El Nûsra re yê li Girê Sipî dest pê kiribû. Di wê demê de Fermandar Masîro ber bi wî şerî ve hat. Li bajarê Reqayê jî gelek komên çeteyan di bin navê cuda de dest bi êrîşeke berfireh kirin. Jin, zarok û kesên temenmezin qetil dikirin. Di bin navê Artêşa Azad ango Ceyş El Hir de ev êrîş dihatin kirin. Bi taybet jî li aliyên Girê Spî şerekî gelekî dijwar pêk hat û Fermandar Masîro bi teknîka şerê nûjen li wir di asta fermandariyê de cihê xwe girt. Di nava wî şerî û berxwedaniyê de çavkaniya îlhamê Fermandar Masîro bû. Hemû berxwedêran ji bo ax û warê xwe di asta herî bilind de berxwedaniyeke bêhempa pêş xist.
Li gel derbeyên ku li çeteyên dihatin xistin, hawara dijmin erd û ezman tijî dibî. Şevekê çeteyan êrîşeke berfireh dan destpêkirin û wê şevê bi pêşengtiya Masîro Xabûr ji aliyê şervanan ve berxwedaniyeke mezin dihat kirin. Di wê şevê de 80 çete hatin kuştin. Bi dehan jî ji wan birîndar bûn. Ji hevalên me jî du kes bi sivikî birîndar bûn. Masîro Xabûr ji xeta li wir û heta bi rizgarkirina Kobanê, di nava gelek pêngavan de cihê xwe girt. Ji Xerabhişkê heta ji bajarê Sirînê operasyon dan destpêkirin. Li wir çete bi paş de vekişiyan û çûn. Em yek ji şahidên wê rojê ne û me şerekî gelekî mezin da destpêkirin.’’
BI PAŞ DE LI ÇETEYAN DIDA
Îsmalî Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola Fermandar Masîro ya di nava berxwedaniya Kobanê de û ev yek anîn ziman: ‘’Fermandar Masîro bi teknîka xwe ya mezin çete têk herin û Kobanê bi ser ket. Fermandar Masîro teknîkeke wisa pêş xist ku çeteyan dorpêç bike û bi paş de derbeyên mezin li wan bixe ku dijmin di paş de ber bi Kobanê ve neçe. Wê demê rûpîvaneke biçûk a bajêr di destê me de mabû û çeteyên DAÎŞ’ê bi her cure teknîkên hovane ber bi Kobanê ve dihatin. Her wiha di destê me de bi tenê çekên sivik hebûn. Fermandar Masîro gelek komên ji şervanan pêk dihat ava û ew li xalên veşartî yên li Miştenûr û gelek gundên weke Taşlûgê, Tilik û Şêx Çopan yê li Kobanê bi cih kirin û bi tenê şevan li çeteyan dixistin û careke din di nava nuqteyên xwe de xwe didan veşartin. Wê demê çeteyan derbeyên herî giran xwarin. Eger em behsa şerê Kobanê bikin, yek ji pêşengên wî şerî Fermandar Masîro bû.
SERKETINA KOBANÊ BI SAYA ŞEHÎD MASÎRO YE
Bi dehan çete hatin kuştin û şervanan heta dawiyê bi îradeyeke bêhempa li ber xwe dan. Li wir li aliyê Sirînê em gihîştin hev û me dest bi pêngavên din jî kir. Em bi saya Şehîd Masîro îro li Kobanê bi awayekî azad dijîn. Ji ber ku serkeftina Kobanê bi saya Şehîd Masîro ye. Îro em deyndarên wan hemû şehîdan in ku di nava berxwedanê de cihê xwe girtine. Wateya hemû kesên ku li Kobanê şehîd bûne ji bo me gelekî zêde ye. Lê belê Şehîd Masîro bû fermandarê nemir yê şerê Kobanê. Em ê heta dawiyê deyndarên wan şehîdan bin.’’

