În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E’yê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34’emîn banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Serketina Kobanê bi saya Masîro Xabûr û hevrêyên wî bû’
Kurdistan

‘Serketina Kobanê bi saya Masîro Xabûr û hevrêyên wî bû’

Bi hezaran destanên berxwedana Kobanê hene ku hemû bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin. Yek ji wan destana Fermandar Masîro Xabûr e. Îsmaîl Elî ku şahidî ji têkoşîna Masîro Xabûr re kir, anî ziman ku serketina Kobanê bi saya Masîro û hevrêyên wî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yek ji kesên ku di nava berxwedaniya Kobanê ya sedsalê de cihê xwe girtiye û li rex fermandarê nemir Masîro Xabûr têkoşiyaye Xalê Simo ango Îsmaîl Elî ye. Îsmaîl Elî têkildarî têkildarî têkoşîna Masîro Xabûr ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku serkeftina Kobanê û têkbirina terora herî mezin a li Kobanê, gundewarên wê, Bendava Tişrînê û Minbicê bi saya Fermandar Masîro Xabûr û hevrêyên wî pêk hat.

ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ FERMANDAR MASÎRO

Îsmaîl Elî têkildarî serpêhatiyên xwe yên bi Fermandar Masîro re yên hem di nava şerê Kobanê de û hem jî di nava şerê li gundewarên Kobanê de ev yek anîn ziman: ‘’Em gelekî xemgîn in ku me agahiya şehadeta Şehîd Masîro standiye. Şehîd Masîro li gel banga şerê Kobanê, ber bi Kobanê ve hat. Ew û hevrêyên xwe derbasî bajarê Kobanê bûn. Di wê demê de şerê berfireh dest pê kiribû. Şer ne yê bi DAÎŞ’ê re bû, şerê bi Cebhet El Nûsra re yê li Girê Sipî dest pê kiribû. Di wê demê de Fermandar Masîro ber bi wî şerî ve hat. Li bajarê Reqayê jî gelek komên çeteyan di bin navê cuda de dest bi êrîşeke berfireh kirin. Jin, zarok û kesên temenmezin qetil dikirin. Di bin navê Artêşa Azad ango Ceyş El Hir de ev êrîş dihatin kirin. Bi taybet jî li aliyên Girê Spî şerekî gelekî dijwar pêk hat û Fermandar Masîro bi teknîka şerê nûjen li wir di asta fermandariyê de cihê xwe girt. Di nava wî şerî û berxwedaniyê de çavkaniya îlhamê Fermandar Masîro bû. Hemû berxwedêran ji bo ax û warê xwe di asta herî bilind de berxwedaniyeke bêhempa pêş xist.

Li gel derbeyên ku li çeteyên dihatin xistin, hawara dijmin erd û ezman tijî dibî. Şevekê çeteyan êrîşeke berfireh dan destpêkirin û wê şevê bi pêşengtiya Masîro Xabûr ji aliyê şervanan ve berxwedaniyeke mezin dihat kirin. Di wê şevê de 80 çete hatin kuştin. Bi dehan jî ji wan birîndar bûn. Ji hevalên me jî du kes bi sivikî birîndar bûn. Masîro Xabûr ji xeta li wir  û heta bi rizgarkirina Kobanê, di nava gelek pêngavan de cihê xwe girt. Ji Xerabhişkê heta ji bajarê Sirînê operasyon dan destpêkirin. Li wir çete bi paş de vekişiyan û çûn. Em yek ji şahidên wê rojê ne û me şerekî gelekî mezin da destpêkirin.’’

BI PAŞ DE LI ÇETEYAN DIDA

Îsmalî Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola Fermandar Masîro ya di nava berxwedaniya Kobanê de û ev yek anîn ziman: ‘’Fermandar Masîro bi teknîka xwe ya mezin çete têk herin û Kobanê bi ser ket. Fermandar Masîro teknîkeke wisa pêş xist ku çeteyan dorpêç bike û bi paş de derbeyên mezin li wan bixe ku dijmin di paş de ber bi Kobanê ve neçe. Wê demê rûpîvaneke biçûk a bajêr di destê me de mabû û çeteyên DAÎŞ’ê bi her cure teknîkên hovane ber bi Kobanê ve dihatin. Her wiha di destê me de bi tenê çekên sivik hebûn. Fermandar Masîro gelek komên ji şervanan pêk dihat ava û ew li xalên veşartî yên li Miştenûr û gelek gundên weke Taşlûgê, Tilik û Şêx Çopan yê li Kobanê bi cih kirin û bi tenê şevan li çeteyan dixistin û careke din di nava nuqteyên xwe de xwe didan veşartin. Wê demê çeteyan derbeyên herî giran xwarin. Eger em behsa şerê Kobanê bikin, yek ji pêşengên wî şerî Fermandar Masîro bû.

SERKETINA KOBANÊ BI SAYA ŞEHÎD MASÎRO YE

Bi dehan çete hatin kuştin û şervanan heta dawiyê bi îradeyeke bêhempa li ber xwe dan. Li wir li aliyê Sirînê em gihîştin hev û me dest bi pêngavên din jî kir. Em bi saya Şehîd Masîro îro li Kobanê bi awayekî azad dijîn. Ji ber ku serkeftina Kobanê bi saya Şehîd Masîro ye. Îro em deyndarên wan hemû  şehîdan in ku di nava berxwedanê de cihê xwe girtine. Wateya hemû kesên ku li Kobanê şehîd bûne ji bo me gelekî zêde ye. Lê belê Şehîd Masîro bû fermandarê nemir yê şerê Kobanê. Em ê heta dawiyê deyndarên wan şehîdan bin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Tirbespiyê ji bo şehîd Sîpan Sîdar merasîma bîranînê hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Ceruti: Banga 27’ê Sibatê dikare pêşengiyê ji civaka navneteweyî re bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Gretchen Dutschke-Klotz piştgiriya ji bo banga Rêber Apo

Nivîskar û aktîvîsta Elman-Emerîkî Gretchen Dutschke-Klotz bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora ÎHD û OHD: Di girtîgehên Edeneyê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene

Di rapora ÎHD û OHD’ê ya têkildarî girtîgehên Edeneyê de, hate diyarkirin ku ferzkirinên lêgerîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê li dijî karwanekî hêzên desthilata Şamê êrîş hat kirin

Li gundewarên rojavayê Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê li dijî karwanekî hêzên desthilata Şamê êrîş hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?