Mehmet Saît Yildirim ê nexweşê giran ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, dihat payîn ku di 27’ê Sibata 2025’an de bihata berdan. Tehliyeya Yildirim bi biryara Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya girtîgehê hat astengkirin.
Yildirim, di civîna dawî ya lijneyê de ku di 24’ê Tebaxê de tevli bû, piştî gengeşiyê, krîza dil derbas kir. Yildirim ê ku rakirin nexweşxaneyê, anjiyo bû û stent di dilê wî de hat biihkirin. Piştî tedawiya 4 rojan Yildirim dîsa birin girtîgehê.
Parêzera Yildirim Fatma Demîrerê, li dijî biryara desteyê ya ku di 24’ê Tebaxê de hatibû dayîn serlêdana îtirazê kir.

