Anthony Albanese di civîna ku bi serokwezîrên eyaletên welêt re lidar xistî, gelek tedbîr û fînansmanan ragihand.
Serokwezîrê Awûstralyayê got, ji bo ji holê rakirina vê tundiyê “Divê em hemû berpirsyariya xwe bi cih bînin”.
Ji serê salê vir ve li welat 28 jinan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane û ev yek tê wê watey ku ji her 4 rojan carekê 1 kes dimire. Li aliyê din par di heman heyamê de 14 jin hatin qetilkirin.
Hefteya borî, mexdûrên tundiyê û endamên rêxistinên ku alîkariya wan dikin, xwepêşandanek ji bo daxwaza qanûnên tundtir lidar xistin.
Di nav mirinên ku li vî welatê xwedî nifûsa 26 mîlyon de çêdibin, ya herî zêde bandor li welêt kir mirina dayika 28 salî Molly Tîcehûrst bû. Tê gumankirin ku hevjînê wê yê berê ew kuştiye. Gumanbar ji xeynî sûcên din, tevî ku bi îdîayên tecawiz, tacîz û gefxwarin tê sûcdarkirin, bi kefaletê hat berdan.
Daneyên nû yên desthilata Awustralya nîşan didin ku di navbera salên 2022 û 2023’yan de 34 jin ji aliyê mêr û hevjînên xwe yên berê ve hatine kuştin û ev hejmar li gorî serdema berê %28 zêde bûye. Rêjeyên tundiya nav malê li Awûstralyayê di bin rêjeya OECD’ê de ne. Li gorî daneyên sala 2019’an Arjantîn, Tirkiye û DYE di nava welatên ku herî zêde lê tundî li ser jinan tê kirin, de ne.