Li navçeya Pirsûs a Rihayê ji bo Çiyager Amara (Arslan Kûtlû) ê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bibû û Zemanî Sûrûç (Okkeş Akbalik) ê li Metînayê şehîd bû, sersaxî hatin danîn
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştgirî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Welatê Qedîm Winda Kirine (KATDER) bi awayekî girseyî çûn sersaxiya jmalbata Kûtlû. Girseya ku di têketina taxê li hev kom bû û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Rêber Apo” ber bi mala sersaxiyê ve meşiya.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê, Hevseroka KATDER’ê Makbule Yavuzer axivî û got, “Şehîdên me ne tenê şehîdên malbatên xwe ne, yên tevahiya gelê Kurdistanê ne. Ew ne tenê ji bo xizmên xwe, ji bo tevahiya gelê Kurdistan têkoşiyan. Şehîd namirin.”
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û got, “Kesên ku hatine vir teqez şehîdekî wan heye. Şehîd yên me hemû ne, şehîdên Kurdistanê ne. PKK’ê xwe fesix kir; êdî berpirsiyarî li ser me hemûyan e. Di pêvajoya nû de divê hevalên me vegerin û karibin siyasetê bikin.”
‘EM DIKARIN BÎRANÎNÊN WAN BI AVAKIRINA JI NÛ VE BIDIN JIYIN’
Piştî serdana malbata Kûtlû girse ber bi sersaxiya Okkeş Akbalik ve çû. Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Ey şehîd xwî”na te li erdê namîne, “Şehîd namirin” û “Bijî Rêber Apo” heta cihê sersaxiyê meşiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê KATDER’ê Erhan Akyilmaz axivî û got, “Em îro li vir kom bûne da ku bîranîna hevalê xwe Zemanî bidin jiyîn û piştgiriyê bidin têkoşîna bi rûmet. Di encama têkoşîna 52 salan de, hebûna me hatiye naskirin. Ji niha û pê ve, divê em li seranserê Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyek jinûve avakirinê bidin destpêkirin. Em bejna xwe li ber têkoşîna wan diteqînin û em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
Hevseroka KATDER’ê Makbule Yavuzer jî di axaftina xwe de got, “Dema ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin wê her kes fêm bike ka çima ew şehîd bûne. Ew ji bo zimanê xwe şehîd bûne. Ger em îro bi zimanê xwe yê zikmakî neaxivin, em ne li ser rêya wan in. Em bi xwedîderketina li nirxên ku ji bo wê têkoşiyane, dikarin bîranînên wan bidin jiyîn.”
Parlamenterê DEM Partiyê Şenyaşar di sersaxiyê de dîsa axivî û got, “Divê emxwedî li vê pêvajoya nû derkevin. Daxwaza me aştî û azadî ye. Ger em xwedî li vê pêvajoyê derkevin, wê gavê dikarin diakrin daxwazên xwe pêk bînin û şerê 50 salî dikare bi dawî bibe. Divê gelê me li her derê rêxistiniya xwe xurt bike û heta ku mafên xwe bi dest bixe têkoşînê bidomîne. Bila serê gelê me sax be.”
Herî dawî bavê şehîd, Mehmet Akbalik axivî û got, “Okkeş şehîdê me hemûyan e, şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê gelê me sax be.”