Bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Meclisên Leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Tevgerên Jinan, Ciwan û rûspiyên herêmê tev li merasîmê bûn.
Endamên Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed û Mihemed El Şêx axivîn.
Qisekeran diyar kirin ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina herêmê fedakariyên mezin kirin û destanên lehengiyê nivisîn.
Bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwişka şehîd Hemze Hîlal El Silêx, Sara El Silêx axivî û soz da ku rêya birayê xwe temam bike, xewna wî ya sepandina aştiyê li herêmê û xilaskirina gelan ji zulm û koletiyê bi dest bixe.
Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.