Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûnê ve êrîşî Bendava Tişrînê dike. Dewleta Tirk li hemberî berxwedanê nikare ber bi pêş ve biçe û ji destpêkê ve gelek caran êrîşî sivîlan kir û sûcên giran ên şer kir.
Şervanên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin, destnîşan dikin ku tevî zehmetiyan jî moralê wan û têkoşîn pir geş e.
Ji şervanan Rojhat Amed diyar kir ku li dijî êrîşan ew ji roja destpêkê ve li ber xwe didin û got, “Moralê hevalan pir baş e, stran tên gotin, govend tê gerandin, dirûşme tên berzkirin û dijmin li hemberî vê berxwedanê dişikê.”
Rojhat Amed ev tişt jî got, “Dijmin li vir têk çû (…) Em ê bi gelê xwe re bin û li ber xwe bidin.”
Rojhat wiha got: “Em ê ti carî firsetê nedin vî dijminî û serî li ber wan netewînin. Baweriya me ya ji gel re tam e û moralê me geş e. Bi taybetî berxwedana gelê me ya li Bendava Tişrînê moralekî mezin dide. Em bi gelê xwe re hene.”
Şervanê Efrînî Hemze Şiraz anî ziman ku bi dehan roj in ew li nava berxwedana Bendava Tişrînê de cih digirin û got, “Tevî zehmetî û tengasiyan jî, berxwedan û têkoşîn xurt e.”
Şervanê QSD’ê yê Ereb Hesen Cîlo jî wiha axivî; “Navê min Hesen Cîlo ye. Em îro li ser bendavê ne. 41 roj in ev berxwedan didome. Rewşa me pir baş e. Êrîşên dijmin bênavber didome. Dijmin bi balafir, keşif û hemû cûre çekan êrîşî me dike, lê hemû heval di mewziyên xwe de ne. Em bi ruhekî mezin li ber xwe didin. Niha serketinekê dîrokî heye. Em hemû êrîşan dişkênin. Gelê me li pişt me ye. Berxwedana ku çêdibe ji bo rûmeta me ye. Tirkiye dixwaze erdê me dagir bike. Bila gelê me hêviyê xwe mezintir bike, lewre serketin a me ye.”