Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bangên Rêber Apo deng vedan û ji bo aştiya civakî hêvî zêde kir. Lê belê ji ber ku li aliyê dewlet û desthilatdariyê hîn gavek li ser pêvajoyê nehatiye avêtin, di serî de partiyên siyasî ji aliyê derdorên berfireh ên ku dixwazin pêvajo bi aştiyê biqede tê rexnekirin.
Parlamentera Dîlokê ya Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca li ser pêvajoyê ji ajansa me re axivî û got, “Partiya Kedê salên derbasbûyî di têkoşîna mafên wekhev û azadiyê ya gelê Kurd de hemû bû parçeyek hem jî bû yek ji hêzên herî mezin ên tifaqê. Lewma ne tenê di vê pêvajoya çareseriyê de, beriya vê jî di her hewldana ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û danûstandinên li ser daxwazên kedkarên Kurd de ji bo çareserî li dora daxwazên kedkarên Kurd pêk were me bi hev re têkoşîn meşand.”
‘DIVÊ BERSIV JI DAXWAZAN RE BÊ DAYIN’
Sevda Karaca ragihand ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de demeke dirêj e ew li ser çareseriyek demokratîk israr dikin û got, “Niha em qala pêvajoya salekê dikin. Ev salek hem ji ber ku gelek pêvajo û tecrûbeyên çareseriyê yên beriya xwe vedihewîne, hem jî ji ber bûyerên li herêmê û konjonkturê yên cîhanê gelekî girîng e. Aliyekî vê xweseriyê jî ew e ku desthilatdariya AKP’ê ku nûnerê herî mezin ê sermayeyê li Tirkiyeyê ye, ji ber krîza civakî û siyasî di nava pêvajoyê de cih digire.
Lewma me israr kir ku nîqaşên li ser çareseriyê yên salekê divê nebe deriyek ji bo parastina berjewendî û pêwîstiyên hêzên serwer, hêzên sermayeyê û nûnerên wan; bi esasî divê bibe çareseriyeke demokratîk a ku ji aliyê hiqûqî ve bersivê dide daxwazên gelê Kurd û kedkaran.”
Sevda Karaca destnîşan kir ku ew vê pêvajoyê weke pêvajoyeke têkoşînê dibînin û got, “Ji bo bersiv ji daxwazên bingehîn ên gelê Kurd bêne dayin divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Gelek daxwazên bingehîn hene ku îro jî di bin rejîma qesrê û yek şexsî de jî dikarin bi cih bêne anîn.
Daxwaze herî sereke jî ew e ku siyasetmedarên Kurd ên hilbijartî yên li girtîgehê ne tavilê bêne berdan.
Yek ji nuqteyên herî girîng jî dawîanîna li polîtîkaya qeyûm e ku desteserkirina îradeyê ye.
Ya sêyemîn jî mafê zimanê dayikê ye ku gelê Kurd demeke dirêj e destnîşan dike. Divê xizmetên cemaweriyê bi zimanê dayikê bêne dayin.”
‘DIVÊ XETEKE TÊKOŞÎNÊ YA HEVPAR A YEKBÛYÎ BÊ AFIRANDIN’
Sevda Karaca işaret bi tecrîdkirina Rêber Apo kir û got, “Ev yek pêvajoyeke nîqaşê û danûstandinê ye. Ne tenê gelê Kurd her wiha dewlet û desthilatdarî jî îro destnîşan dike ku Abdullah Ocalan ku ji aliyê gelê Kurd ve weke rêber tê dîtin, di vê pêvajoya nîqaşê de xwedî roleke girîng e. Lewma polîtîkaya tecrîdê bi esasî li pêşiya nîqaşa vekirî ya gelan a li ser vê pêvajoyê, ji bo fêhmkirina perspektîfa pêvajoyê bendeke girîng e. Divê ev bend ji holê bê rakirin.
Weke Partiya Kedê ji bo tecrîd ji holê rabe em gotina xwe bi rengekî vekirî dibêjin.”
Sevda Karaca anî ziman ku ji sedemên destpêkirina pirsgirêka Kurd heta bi daxawzên bingehîn ên gelê Kurd, daxwaza aştiyê ya gelê Kurd, daxwaza mafên wekhev di heman demê de li gorî berjewendiyên kedkarên vî welatî ne.
Herî dawî jî Sevda Karaca destnîşan kir ku ew hewl didin têkoşîna aştiyê ya hevpar xurt bikin.