Li herêma Suwêda ya Sûriyeyê, bûyerên ku piştî hewldana dagirkeriyê ya rêveberiya Colanî rû dan, hîn jî dewam dikin. Li gorî çavkaniyên xwecihî piraniya bajar di bin kontrola Durziyan de ye, lê belê li hin deveran êrîşên çeteyên cîhadîst dewam dikin.
Li aliyê din pêvajoya asayîbûnê ya navbera Colanî û DYE û Îsraîlê, bi vî şerî re têk çû. Daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê Tom Barrack ên beriya destpêkirina şer di wê astê de bû ku piştgirî dida Colanî, lê belê bi şer re gotinên Barrack jî guherî.
Rojnamevan Aykan Sever diyar kir ku bûyerên diqewimin pêwendiya xwe bi polîtîkaya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji bo dîzaynkirina herêmê heye.
Sever bersiv da pirsên ANF’ê û diyar kir ku eger Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û HTŞ bi ser ketibûna wê plana meşa Colanî ya bi Îsraîl û DYE’yê ne dûr bûya.
‘COLANÎ BEREVAJÎ BERJEWENDIYÊN ÎSRAÎLÊ TEVNAGERE’
Aykan Sever bi bîr xist ku Îsraîl piştî roja sêyemîn tevlî şer bû û anî ziman ku eger hikumeta demkî bi ser ketibûya rewş wê cudatir bûya:
“Di vê pêvajoyê de ku em jê re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dibêjin, siyaseta Emerîkayê di serî de navxweyî hîn bêhtir hişk dibe. Dikare bê gotin ku hîn bêhtir ber bi armancê ve tê meşandin. Ji bo di demeke kurt de encamê werbigire hin gav têne avêtin. Yek ji wan jî li Rojhilata Navîn e. Bêguman ya ku ji vê tabloyê tê fêhmkirin ku Tom Barrack serkêşiyê jê re dike, ne tenê Rojhilata Navîn di heman demê de îhaleyên têkildarî Başûrê Kafkasyayê jî ketiye rojevê, Trump bi rengekî giştî li vê dinihêre.
Mebesta min ji nêzîkatiya giştî ew e; ya destpêkê bêguman dema ku li Sûriyeyê gavê diavêje, dema ku şensê dide Colanî beriya her tiştî dixwaze Sûriyeyê dîzayn bike. Lê belê aliyên vê yekê yên Lubnan, Îsraîl, Iraq û di heman demê de Başûrê Kafkasyayê heye.
Dema ku vê dikin pêwîstiya xwe bi organîzasyoneke bi fîgurekî deyndarê wan û di heman demê de şirîkê sûc e, heye. Me ev yek hem di hevdîtinên li Azerbaycanê de hem jî di daxuyaniyên Tom Barrack de dît. Vê yekê hêz û wêrekî da ku êrîşî Suwêdayê bike. Yanî piştî hevdîtinên bi Îsraîlê re Colanî cesaret kir û daxuyaniyên Tom Barrack jî ji siyaseta Îsraîlê dûr nîne. Dibe ku hin nakokî hebin, lê belê eşkere ye ku dawiya dawî li hev dikin. Di daxuyaniyên Tom Barrack de belê hin tiştên diguherin hene bêguman; lê belê her tim berjewendiyên Îsraîlê didin pêşiyê.
Dema ku êrîşan destpê kirin, em bînin bîra xwe; Îsraîlê di nava du rojên destpêkê de tiştek nekir; di roja sêyemîn de êrîş kir. Lewma em dikarin vê yekê bi hêsanî bibêjin: Di çarçoveya çek a ku dan HTŞ’ê de wan du rojên destpêkê tiştek nekirin. Hikumeta demkî, yanî HTŞ eger serketî bûya, eger karîbûya Durzî qetil bikira û ew der dagir bikira, bi îhtimaleke mezin wê li ser vê yekê li hev bikira û bi peymaneke nû dewam bikira.
Lê belê ev yek jî heye: Hebûna Colanî di bin gefê de ye. Îsraîl a ku lîderên Hîzbûllahê yan jî lîderên Hamasê ji holê rakir, heman gefê li Colanî jî dixwe. Haya Colanî ji vê heye, ji Tirkiyeyê jî daxuyaniyên bi vî rengî tên.
Lewma rastiyeke bi vî rengî heye: Paşeroja Colanî, paşeroja hin kadroyên pêşeng di metirsiyê de ye û haya wan ji vê yekê heye. Ji xwe di vê demê de hin endamên HTŞ’ê yên serkêş hatin kuştin. Ji ber vê yekê li gorî vê tevdigerin. Dikarin li dijî berjewendiyên Îsraîlê tevbigerin, lê belê zanin ku encama vê yekê wê çi be, lewma bi xwezayî wê ti carî li dij tevnegerin.”
‘JI BO HTŞ Û RÊVEBERIYA XWESER NÊZÎ HEV BIKIN WÊ CAREKE DIN HEWL BIDIN ZORÊ LÊ BIKIN’
Aykan Sever diyar kir ku Emerîka piştî bûyeran ji bo ber bi aliyekî nû ve biçe gav avêtiye û di vê pêvajoyê de wê hewl bide ku HTŞ û Rêveberiya Xweser a Rojava nêzî hev bike:
“Di rewşa heyî de bêguman Emerîka li gorî xwe siyasetekê diceribîne. Dawiya dawî hêzekê dixwaze ku karibe kontrol bike. Ne girîng e bê formula vê çi be. Em bibêjin, di dema nîqaşkirina federalîzmê de, ji xwe hem Colanî hem jî avaniya wî ya rêxistinî ji aliyê îdeolojîk ve ji bo federalîzm, pirrengî û demokrasiyê ne guncaw in. Em dibînin ku di nava vê rêveberiyê de feraseta Sûnî û Ereb a tekperest serwer e.
Eger di vê komkujiyê de bi ser ketibûya, şensê Colanî wê hîn zêde bibûya. Colanî wê polîtîkayên li ser vê hîn bêhtir mezin bikira. Lê belê di rewşa heyî de dest pê kirin ku gavê paşve biavêjin.
Polîtîkayên nû diceribînin; lê belê ev jî xwedî sînorekî ye. Yanî dawiya dawî eger hûn Colanî weke lîder hilbijêrin û bibêjin, ‘Bila paşeroja Sûriyeyê diyar bike’ tiştên ku ew bikin heta cihekî ye.
Lê belê ev nayê wê wateyê ku wê nerm nebin an jî neçar nemînin ku nerm bibin. Li holê pirsgirêk hene ku heta niha kom bûne. Rola ku vê rêxistinê di Şerê Sûriyeyê de lîst, di rewşeke welê de ye ku destûrê nade ti hewldaneke demokratîk. Li ser danheviyeke bi vî rengî ya bi xwîn avaniyeke pirrengî ava nabe.
Lewma em nizanin bê polîtîkayên Emerîkayê wê kengî Colanî ji holê rake; lê belê bi dîtina min pirsgirêka esasî nebûna alternatîfa wan e. Tê gotin, wê li Parîsê hevdîtinek bê kirin. Tê gotin, wê Rêveberiya Xweser a Rojava, Fransa û Barrack tevlî civînê bibin. Hem Fransa hem jî Emerîka wê li gorî xwe hewl bidin rê li ber pêvajoyê bixin.
Lê belê helwesta Rêveberiya Xweser vê carê şênber e. Ji destpêkê ve dibêjin, em ê nebin şirîkê tiştekî bi vî rengî. Lê diyar e Fransa û Emerîka ji bo HTŞ û Rêveberiya Xweser nêzî hev bikin wê zextê bikin. Di nava şert û mercên asayî de nepêkane ku di vir de encamê bi dest bixin.
Ji devê Hakan Fîdan ê ku li dijî federalîzmê ye gotina ‘Em ê dest lê werdin’derdikeve. Her çend berevajî siyaseta Emerîkayê îdîa dikin jî bûne yek ji alîkarên herî mezin ên vê siyasetê. Weke encam hewl didin Rêveberiya Xweser mehkûmî polîtîkaya nêzîkbûna li HTŞ’ê bikin.”