Şemî, 21 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora komîsyonê de malpera Meclîsê de hat weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Jinan a 8’ê Adarê banga çalakiyê: Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PYD’ê qala mudaxeleya Rêber Apo kir: Şandeyek bi navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçegihanê DW Turkçe Alîcan Ûlûdag hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a 15-18’ê Mijdarê banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Nêrîna Birêz Ocalan zelal e, yekîtiya neteweyî nebe nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şahid jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şêx Xeznewî bang li rêxistinên Rojhilat kir: Ji bo parastina gel eniyeke hevpar ava bikin
Rojane

Şêx Xeznewî bang li rêxistinên Rojhilat kir: Ji bo parastina gel eniyeke hevpar ava bikin

Alimê Kurd Şêx Mûrşîd Xeznewî têkoşîna gelê Rojhilat silav kir û got, "Partî û rêxistinên Kurd hemû divê bibin yek; ji bo parastina gelê Kurd ê li Rojhilat enî û platformeke hevpar ava bikin, li dora maseyekê bicivin û bibin hêzeke mezin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Grev û protestoyên ji ber krîza aboriyê ya li Îranê hefteya derbasbûyî li paytext Tehranê destpê kirin, zêde dibin. Êrişên hêzên dewleta Îranê yên li hemberî gel jî giran dibin. Di çalakiyan de heta niha herî kêm 8 xwepêşandêr hatin qetilkirin, bi sedan kes jî hatin binçavkirin.

Alimê Kurd Şêx Murşîd Xeznewî têkildarî protestoyan daxuyaniyek da, têkoşîna gelê Rojhilat silav kir û peyama piştgiriyê da.

Xeznewî banga yekîtiyê li tevgerên siyasî yên li Rojhilat kir û got, “Gelê me yê Kurd ê li Rojhilat! Ez karên we, keda we, têkoşîn û berxwedana we silav dikim. Hûn ne xerîbê van taybetmendiyan e. Hûn parêzvanên nasnameya Kurd in, hûn şopdarên şoreşgeran e, hûn êş û hêviya 100 salî hildigirin, hûn neviyê Qazî Mûhammed in, hûn şopdarên komara destpêkê ya gelê Kurd in. Nexşerêya Rojhilata Navîn careke din bi xwînê tê xêzkirin. Gelên tenê yek bin dikarin di nava paşerojê de cihê xwe bigirin.

EM DI DEMEKÊ DE NE KU VEGERA WÊ NÎNE

Li gelê xwe, li xwişk û birayên xwe, li Rojava binihêrin. Birînên li Rojava kûr bûn, di navbera hêzên siyasî de nakokî hebûn lê belê dema ku biryara çareseriyê hate dayin partîzan bêdeng bûn; tenê qîrînek bilind bû: Kurd, Kurdistan û bijî xwişk û biratiya gelê kurd. Ev qîrîna yekîtiyê bû lîstikvanê sereke yê gel. Îro dora Rojhilat e. Bayê guherînê yê li Îranê zilm û zextê ji kokê radike û diavêje. Rejîma ku bi zilm û zextê desthilatdariya xwe dewam dike, bi dengê lingê şoreşgeran diheje. Dîrok destê xwe vedike lê belê ti carî yên bê biryar pêşwazî nake. Dem û mercên em tê de ne naşibe yên beriya niha. Em di demeke welê de ne ku vegera wê nîne. Demeke welê ne ku zarok û neviyên me ji me berpirsyariyê hevdî dikin.”

‘GELÊ ROJHILAT DIXWAZE WE DI BINÊ ALEKÊ DE BIBÎNE Û HELWESTEKE HEVPAR NÎŞAN BIDIN’

Şêx Mûrşîd Xeznewî destnîşan kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, gelê Kurd jî divê vê firsendê ji dest bernede û got, “Bi taybetî PDK a Îranê, Partiya Komala ya Kurdistana Îranê, Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), hemû hêzên li Rojhjilat, komele û rêxistinan ji ber kar, ked, têkoşîn û berxwedana wan silav dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Bi navê dayikên ku hêviya wan hûn in û li ber deriyê zindanan disekinin, bi navê ciwanên ku bi darvekirinê re rû bi rû ne, bi navê şehîdên ku wasiyetname ji me re hiştin bang li we dikim: Bila ev parçebûn êdî bi dawî bibe, bila ev parçebûn, daxuyaniyên cuda cuda bi dawî bibe. Gelê li Rojhilat dipirse bê hûn ê kengî di binê alekê de li hev bicivin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Ji bo parastina gelê Kurd ê li Rojhilat, platform û eniyeke hevpar ava bikin, li dora maseyekê bicivin û bibin hêzeke mezin. Bi vî rengî hûn dikarin dagirkeran asteng bikin. Mafê herî biçûk ê gelê xwe bînin ziman, li hemberî lîstikên hêzên navneteweyî gelê xwe biparêzin.

HETA KU MIFTE HEMÛ LI HEV KOM NEBIN DERIYÊN AZADIYÊ VENABIN

Hûn dijminê hev nînin. Dijminê we ew hêz in ku xaka we dagir kirine. Hûn yekane kilîta parçeyan hemûyan e. Heta ku hemû kilîtên çar parçeyên Kurdistanê li hev kom nebin deriyên azadiyê jî venabin. Gelê me gaveke dîrokî ya hêjayî berxwedan û têkoşînê ji we hêvî dike. Ciwanên me yên li zindanê li benda peyameke we ne ku moralê wan bilind bike. Malbatên şehîdan li helwesta we dinihêrin, gelê me yê li sê parçeyên din ên Kurdistanê li helwesta we dinihêre, Kurdên li Rojhilat ya wê weke çiyayekî bisekinin ya jî wê vê firsenda zêrîn ji dest bidin. Li Rojhilat biryara yekîtiyê xewnek nîne û dayina vê biryarê di destê we de ye. Bijî Berxwedana Rojhilat, Bijî Kurd, Bijî Kurdistan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Tu paşverûtî nikare li ber enerjiya têkoşîna jinan bisekine
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê: Vekirina deriyên Îmraliyê wê pêvajoyê xurtir bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên Azadiyê: Li Îmraliyê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin

Meşvanên Azadiyê li warê Mazlûm Dogan bi coş hatin pêşwazîkirin. Meşvanan gotin, "Li Îmraliyê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Arjantînê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan’

Partiya Karkeran a Arjantînê (Partido Obrero) ji rûpelên web’ê ya komisyona têkiliyên navneteweyî tevlî kampanyaya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bersiva li polîtîkayên zext û qeyûman: Komunbûna li rêveberiyên xwecihî

Feraseteke komunê ya rast a ku xwe li nava rêveberiyên xwecihî bi rêxistin bike, tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rapora komîsyonê de malpera Meclîsê de hat weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Platforma Jinan a 8’ê Adarê banga çalakiyê: Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?