Li gel zêdebûna sûc, tevliheviya ewlehî, bêcezatiyê û lêpirsînê li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, kalemêrek li mala xwe ya Şêxmeqsûdê ya Helebê kuştî hat dîtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Mamo (70) ku bi navê “Ebû Hisên” tê naskirin, di mala xwe ya li Şêxmeqsûdê ya Helebê de hatiye xeniqandin.
Rêxistinê da zanîn ku Ebû Hisên ji bajarokê Bilbilê yê gundewarê Efrînê ye. Hat diyarkirin ku piştî pere û hin tiştên kalemêr hatine dizîn, ew sûc hatiye kirin.

