Li gorî televizyona dewletê ya CC TV’yê Şî Cînpîng di hevdîtina li gel Blînken a li Qesra Gel a Pekînê de diyar kir ku ji dawiya sala 2023’yan û vir ve her du welatan ‘pêşketineke erênî’ kirine.
Serokkomarê Çînê derbarê hevdîtina dualî de got, “Gelek pirsgirêk hene ku divê werin çareserkirin û hîn jî hewldanên zêdetir pêkan in. Ji bo têkiliyên dualî min sê prensîbên sereke daniye pêşiya xwe: ji hev re rêzgirtin, hevjiyana aştiyane û hevkariya serketinê.”
Şî Cînpîng got, “Min beriya niha gelek caran ev gotibû; Cîhan hem ji bo Çînê hem jî ji bo DYE’yê lê pêş bikeve û dewlemend bibe gelek mezin e.”
Şî Cînpîng roja Înê ji muxetabê xwe re got, “Çîn wê bi dîtina Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ku ji xwe bawer, vekirî û pêş dikeve kêfxweş bibe.”
Cînpîng, diyar kir ku divê her du welat hevkar bin ne hevrik bin û got, “Em hêvî dikin ku DYE jî bi awayekî erênî li pêşketina Çînê binêre. Dema ev pirsgirêka bingehîn çareser bibe, têkilî bi rastî dikarin bi istîkrar bin û pêş bikevin.”