Endama Înîsiyatîfa Jinên Kurd ên Ewropayê Şîlan Emînoglu diyar kir ku li Rojava jin hem li qadan û hem jî li qada civakî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û modela jiyana azad berxwedanê didin meşandin. Wê êrîşên çeteyên DAÎŞ û yên ku zihniyeta wê didomînin li ser Rojava wekî êrîşeke rasterast li ser îradeya jinê û paradîgmaya jiyana azad nirxand. Şilan Emînoglu êrîş û berxwedana bi pêşengiya jinê li Rojava ji ANF’ê re nirxand.
Şîlan Emînoglu bi bibîrxist ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û wiha got: “Li Rojava di nava şoreşê de şoreşeke din pêş ket. Di vê şerê li dijî DAÎŞ’ê yê dijminê mirovahiyê de jin li eniya herî pêş şer kirin û rûmeta mirovahiyê rizgar kirin. Bêyî cudahiya reng, ziman û olê, ji bo gelan bi awayekî wekhev û ewle bijîn, me bi hezaran şehîd dan. Me rûmetê cîhanê rizgar kir. Dûh hêzên koalîsyonê xuya dikir ku li gel Kurdan in, îro rûyê xwe dizivirînin. Bermahiyên DAÎŞ’ê li qesran mêvan dikin û deynê rûmetê li hemberî Kurdan ji bîr dikin. Em careke din baş fêm dikin ku hêzên mîlîtarîst ên baviksalar ji vê îradeyê çiqas ditirsin.”
Şîlan Emînoglu got ku di dîrok û jiyana civakan de jin di avakirina jiyana civakî de pêşeng e û nirxandina xwe wiha domand: “Civakîbûneke adil û estetîk li ser eksena jinê ye, jin bixwe civakbûn e. Di civaka li dora jinê hatiye hunandin de dilxwazî esas e, cihê tundiya neçarî tune ye. Jina hişyar, civaka hişyar e. Jina berxwedêr, civaka berxwedêr e. Jina azad, civaka azad e. Ji ber vê tirsê zihniyeta mêr û hêzên hegemon bi hemû hêza xwe êrîş dikin, jinkujiyê pêş dixin. Ev ne tenê şerekî li qadan e, di heman demê de şerekî psîkolojîk û îdeolojîk e. Li vir dema êrîşî îradeya jinê dikin, zihniyeta DAÎŞ’ê di heman demê de peyamekê ji hemû jinên cîhanê re dide. Pergala li Rojava sîstemeke ava kiriye ku jin di siyaset, rêveberiya herêmî û mekanîzmayên biryargirtina civakî de cihê xwe yê sazûmanî bi dest xistiye. Têgihiştina rêveberiyê ya li ser nûnertiya wekhev û dîtina jinê li qada giştî, alternatîfeke ji bo rêxistinên baviksalar û navendî yên demdirêj serdest bûne pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê tiştê ku tê hedefgirtin ne tenê aktorek an jî hêzeke leşkerî ye, li ser awayê parvekirina desthilatê nêzîkatiyeke cuda ye.”
Şîlan Eminoglu bibîrxist ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê qirkirin kir û wiha got: “Keç û jinên Êzidî yên Kurd di qefesan de, li bazarên Mûsilê hatin firotin. Ev zihniyet ku ji guliyê porê jinê ditirse, ji miriyên me, ji kevirên gorên me, ji hestiyên me jî ditirse. Her cure hovîtî dikarin bikin. Zihniyete ku ji mirovahiyê derketiye, çarenûsa gelan ji ber berjewendiyên xwe yên xwezayî qurban dike. Hêzên hegemon ên navnetewî, bi taybetî dewleta Tirk û hikûmeta wê, bi mantîqa bazirganî nêzîkî Kurdistanê dibin û talan dikin. Li Efrîn û Serêkaniyê demografiyê diguherînin. Yanî formatê dikşînin li bîra gel û miletekî, ji cihên şewitandin û wêrankirî sûdê digirin. Dewletên aktor ên têkildar mixabin ew jî bi mantîqa bazirganî nêzîkî Kurdistanê dibin. Di vê yekê de lêgerîna exlaqê safbûn e, şer an aşitî bi berjewendiyên têkildar tê meşandin. Bi têgihiştina ‘yê dide razî ye yê distîne raziye’ erdnîgarî tê rêvebirin. Îro bi destê dewletan li Rojava qirkirinek tê kirin. Herêmên Kurd bi çete û piştgirên çete re tê dagirkirin. Şoreşa jinê ya Rojava di sala xwe ya 15’an de ye, li hemberî vê qirkirinê Kurdan wê destkeftiyên bi xwîna xwe ava kirine biparêzin.”

