Hat ragihandin ku duh şev bi du dronan êrişî bajarê Hewlêrê hate kirin, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin xistin.
Her wiha li bajarê Çarqurbe jî du drone ketin xarê. Tê gotin dron li baregeha leşkerî ya lîwaya şeş a firqeya Çarqurben ketiye xwarê.
Li gorî hinek çavkaniyan di buyerê de ti ziyanên canî çênebûne.
Heman şevê dronek li gundê Cergezewî ya li devera Ziraret a ser bi parêzgeha Hewlêrê, li malekê ket û tê gotin di encamê de jinek û zilamek jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.
Ji 28’ê Sibatê ve şerê Îran û Emerîka-Îsraîlê berdewame. Di vê heyamê de Îranê gelek caran û bi berdewamî bi dron û mûşekan Herêma Kurdistanê hedef digire. Heta niha di êrişan de li gel encama êrişên duh bi şev, 16 welatî jiyana xwe ji dest dane û 96 kes jî birîndar bûne.

