Siyasetmedar û Mamosteyên ayînî bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê piştevaniya xwe ya ji bo Berxwedana Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Siyasetmedarê Kurd ê naskirî Mihemed Pênciwênî axivî û diyar kir ku şervanên QSD’ê ji sedî 35’ê xaka Sûriyeyê ji destê desthilata Beşar Esad rizgar kir û got: “Şervanan şerê DAÎŞ’ê kir. 14 salin li herêmê Kurdan û hemû pêkhateyan diparêze. Niha Kurd û cihê Kurdan di bin xeteriya dagirkeriyê ya Colanî de ye. Dest bi qirkirina Kurdan hatiye kirin. Ev yek li ser lihevkirina Amerîka û Hevpeymanan pêk hatiye. Her çende agirbest ji bo 4 rojan hatibe ragihandin jî Tirkiye hewldanên êrişan dewam dike. Vê jî bi piştevaniya Amerîka dike.”
Mamostayê ayînî Mele Nadir diyar kir ku eşîr û hêzên Kurdan di dîrokê de tim alîkariya Kurdan kiriye û got: “Em niha jî piştrast dikin xwişk û birayên xwe bi tinê nahêlin. Bi ti awayî zanayên olî piştgiriya zilmê nakin. Ya bi navê Îslamê jinan, zarokan qetil dikin ne Îslame. Divê mamosteyên ayînî fetwa bidin li gorî Qurana pîroz zarok û jinan biparêzin. Bang li her kesê dikin xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê.”

