Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bersiv da pirsên Stêrk TV. Roportaj bi vî rengî ye:
Îsal salvegera 42’an a berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Vê çalakiyê ne tenê li zindanan li tevahiya Kurdistanê bandoreke mezin kir. Kevneşopiyeke berxwedanê afirand. Bi giştî ji bo berxwedana 14’ê Tîrmehê hûn dixwazin çi bibêjin?
Di salvegera 42’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de beriya her tiştî hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi hurmet, rêzdarî û minet bi bîr tînim. Di şexsê van hevalan de hevrêyên ku li ser xeta Rêber Apo têkoşîn bilind kirin û gihîştin asta şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînim, bejna xwe li pêşberî Şehîdên Azadiyê ditewînim. Em ê soza xwe ya pêkanîna armancên wan teqez bi cih bînin. Di vê roja bi rûmet de li pêşberî gelê Kurdistanê û gelên herêmê vê soza xwe dubare dikin.
Têkildarî vê rojê gelek gotin hene ku divê bêne gotin. Di heman demê de tiştek nemaye ku nehatiye gotin. Bi taybetî van lehengan, fedaiyên xeta berxwedanê, hevrêyên hêja yên ku ne tenê gelê Kurd rûmeta neteweyên demokratîk hebû parastine, bi têkoşîn, sekn û keda xwe ya mezin a pêwîst wan bi xwe gotine. Lewma em çi bibêjin wê kêm bimîne. Ya ku dikeve ser milê me bîranîna van rojan, nîşandana hurmet û hesreta xwe ji bo van hevalan e.
Di pêvajoya faşîzma 12’ê Îlonê de Tevgera Apoyî hîn di asta avabûnê de bû. Bi dîlgirtina van hevalan re li Kurdistanê her wiha li Tirkiyeyê xwestin hêviya şoreşgeriyê tasfiye bikin. Gotin di cih de be, dixwestin zarok hîn çênebûye bifetisînin, bikujin. Dixwestin pêşî li avabûna tevgerê, li mezinbûn û têkoşînê bigirin. Ji ber vê jî li zindanê êriş birin ser pêşengên Tevgera Azadiyê ya PKK’ê, êşkenceyeke giran kirin. Hemû nirxên bi navê mirovahiyê hatibûn afirandin bi zilma xwe binpê kirin, li hemberî şoreşgerên mezin zilm û êşkenceyeke giran kirin. Li hemberî vê zilm û şikestiyê destpêkê di 21’ê Adara 1982’an de Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan bi sê derbikên niftikê meşaleya azadiyê vêxist û rêya têkoşînê ronî kir. Çaran di vê rêyê de helwest nîşan dan, nirxên mirovahiyê parastin û di 18’ê Gulana 1982’an de çalakî kirin. Berxwedêrên 14’ê tîrmehê bi armanca biserxistina çalakiyên Mazlûm Dogan û Çaran dest bi çalakiyê kirin. Ev çalakî çalakiya biryardana mezin bû. Yanî bi vê çalakiyê re biryara ‘vegera ji vê dozê nîne’ dan. Li aliyê din çalakiyeke welê mezin kirin ku her rojê dîrokek afirandin. Di bin zilm û zordariyeke bi vî rengî de bedena xwe mîna mûmekê helandin.
Weke ku Rêber Apo jî di dema xwe de got, van hevrêya rûmeta me parastin nasnameya PKK’ê parastin. PKK’yî li zindana Amedê, li dijî faşîzmê veguherî xeteke berxwedanê di şexsê van hevalan de. Ev heval bi xwe bûne PKK. PKK êdî bû Kemal, Hayrî, Alî Çîçek, Mazlûm. Di vê demê de yek ji hevrêyên me yên jin ên tevlî nava Tevgera Azadiyê ya PKK’ê bû hevala Sakîne Cansiz (Sara) jî tevlî van hevalan bû, bi hev re berxwedan mezin kirin. Ev berxwedan bû havêna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, bû dilsoziya rast a bi şoreşgeriya PKK’ê û Rêber Apo, li dijî zilmê bû pîvana helwesta rast. Rêya naskirina dijmin û helwestnîşandana li hemberî dijmin nîşan da. Yanî bi berxwedanê ev yek nîşan dan. Eger beriya 42 salan li zindana Amedê berxwedaneke bi vî rengî nehatibûya kirin, ev xet nehatibûya destnîşankirin, bêguman mirov nikarîbû qala Tevgera zadiyê ya Kurdistanê bikira.
Beriya 42 salan li tevahiya Kurdistanê bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nemabû. Tevgerên reformîst bi navê Kurdistanê nebûya jî xwedî komeleyên herêmî bûn lê belê yên ku bi navê Kurdîtiyê, şoreşgeriya Kurdistanê, çepgiriyê têkoşîneke bênavber meşandin û heta dawiyê birin fikr û felsefeya Rêber Apo û ev hevrêyên li dora vî fikir û felsefeyê bûn.
Rêber Apo ji bo van hevalan tespîtên bedew û di cih de kir. Mînak ji bo Kemal Pîr got, ‘Ew ruhê min ê veşartî ye’. Van hevalan bi kîjan ruh û felsefeyê li ber xwe dan. Ti sparteyeke xwe hingî nebû, tenê baweriya wan a ji bo azadiyê hebû. Berxwedana xwe li ser vê esasê meşandin. Lewma van hevalan ev çalakî bi zanebûn kirin. Bêguman zanîbûn ku çalakiya wan wê bigihêje ku derê. Gotin, Rêber Apo wê me bi rengekî rast temsîl bike, heta dawiyê bibe.
Lewma em minetdarê van hevalan e. Meşandina doza wan, biserxistina armancên wan ji bo me hem fermaneke hem jî deyn e. Mezinkirina têkoşînê li ser xeta azadiyê ya jinê û Rêber Apo, tenê bi rêbaza Kemal, Hayrî, Akîf û Alî dibe. Felsefeyeke welê ya jiyanê ya azad afirandin ku tevî ku bedena wan diheliya jî gotin ‘têrê nake’. Mînak Hayrî Dûrmûş got, ‘Dema ku şehîd bikevim li ser gora min binivîsînin ku deyndarê gelê xwe bû’. Kevneşopiyeke bi vî rengî ya mezin ji me re hiştin. Ji ber vê jî 42 sal in, dikeve sala 43’an ev xeta têkoşînê dewam dike.
Weke ku we di axaftina xwe de gotin; berxwedana 14’ê Tîrmehê kevneşopiyeke berxwedanê li pey xwe hişt û ev berxwedan li tevahiya Kurdistanê belav bû. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev kevneşopiya berxwedanê li Îmraliyê belav bû. Hûn rewşa Rêberê Gelê Kurd çawa dinirxînin? Ji aliyekî ve jî pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dike. Hûn asta çalakiyan çawa dinirxînin?
Bi esasî li ser Rêber Apo siyaset tê meşandin. Peyva tecrîdê sivik dimîne, kêm dimîne. Di şexsê Rêber Apo de li gelê Kurdistanê zilemeke mezin tê kirin, siyaseta qirkirin û tinekirinê tê meşandin. Ji ber ku Rêber Apod heqîqeteyeke, xeteke, îdeolojiyeke, felsefeyeke, sîstemeke. Hebûn e; ji bo gelê Kurdistanê, jinên azadîxwaz û hemû gelên bindest hebûneke. Dijminê me vê yekê ji me baştir zane. Baş zanin bê Rêber Apo kesayetekî çawa ye, têkoşîneke çawa dimeşîne, çima vê têkoşînê dimeşîne, têkoşîn gihîştiye kîjan astê. Ji ber ku pê zanin 26 sal berê Komploya Navneteweyî pêk anîn, 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê ye. Lewma siyaseta qirkirinê bi qanûnên taybet li dijî Rêber Apo dimeşînin.
Di vir de berxwedana Rêber Apo ya li dijî vê siyaseta qirkirinê girîng e. Bi wesîleya berxwedana 14’ê Tîrmehê dixwazim bibêjim. Mînak van hevrêyên me di nava 60 rojî de xwe helandin, bi baweriyê meşiyan. Rêber Apo jî 26 sal in li ser xeta van hevalan dimeşe. Ya rast her roj di nava şert û mercên ji îdamê jî girantir derbas dibe. Rêber Apo sîstema Îmraliyê bi berfirehî nirxand. Mînak Rêber Apo gava ku dîl hate girtin li balafirê got, ‘Ez fikirîm ne bixwim, ne vexwim, ne jî biaxivim; berxwedaneke bi vî rengî nîşan bidim. Lê belê bi hezaran şehîdên me hene ku ji me bawer kiribûn û li ser vê xetê meşiya bûn. Wê demê divê felsefeya jiyanê ji xwe re bikim esas. Divê doza wan bi ser bixînim. Çiqasî zehmet jî be divê her roja xwe bi vî rengî derbas bikim’. Rêbertî rêya herî zehmet danî pêşiya xwe. 26 sal in bi nirxên mezin, bi armanceke mezin, ji bo gelê Kurdistanê û gelan jiyan ji xwe re kir esas. Ji ber vê jî mirovek li nava tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ne 26 salan, 26 rojan jî nikare îdare bike. Kiryarek li dijî mirovahiyê ye.
Baş e, em ê vê tecrîdê çawa bişikînin em ê azadiya Rêber Apo çawa misoger bikin? Ji ber vê yekê 26 sal in li ser xeta Rêber Apo û şehîdan têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bi fedakariyeke mezin şehadet çêbûn. Gelê me her roj li qadan e. Bi taybetî ji 10’ê Cotmeha 2023’an û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo pêngav hate destpêkirin. Niha em di qonaxa duyemîn a pêngavê de ne. Navneteweyî bû. Xwedîderketineke mezin heye. Lê belê tecrîd hîn neşikestiye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn nehatiye misogerkirin. Dewletên Navneteweyî vê yekê bi zanebûn di vê astê de dihêlin. Helwesta CPT, Konseya Ewropayê neguheriye, bi taybetî hiqûqa navneteweyî ji bo Rêber Apo nayê bicihanîn. Ji bo Kurdan hiqûq bi cih nayê anîn. Di encama têkoşîneke mezin de di 17-19’ê Îlonê de Konseya Ewropayê mijara ‘mafê hêviyê’ dixe rojeva xwe. Lewma divê em vê pêvajoyê bi rengekî taybet binirxînin. Çalakiyan ji aliyê hiqûqî, ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo divê bê belavkirin. Divê em bi rengê dadgeheke ji rêzê nêzîk nebin. Çalakiyên ku heta niha hatin kirin gelekî hêja bûn. Silav dikim, pîroz dikim, hem yên Kurdistanî hem jî yên di asta navneteweyî de tevlî bûne.
Kampanya dewam dike. Di asta konferans, konseran de tê lidarxistin, baro serlêdanan dikin. Dayikên me yên aştiyê ber bi Enqereyê ve meşiyan, wan bi taybetî silav dikim. Lê belê dema pêş divê em van çalakiyên xwe hîn xurt bikin.
Di axaftina xwe de we qala gotineke Hayrî Dûrmûş kirin ku gotibû ‘Li ser gora min deyndar bû binivîsînin’. Tevî ku canê xwe da jî xwe weke deyndarê gelê xwe dibîne. Ev yek ji bo mirovên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin gelo rê nîşan nade? Di heman demê de biryardariya çalakiyê ya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê nîşan nade?
Bêguman gelekî girîng e. Yên ku heta niha hatine kirin gelekî girîng in, divê bêne destnîşankirin. Çalakiyên ku 26 sal in têne kirin, têkoşîna tê meşandin li ser xeta şehîdan tê kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo bi kîjan rê û rêbazan çalakî divê bêne kirin? Bi ruhê 14’ê Tîrmehê bi berpirsyariya wê ya dîrokî divê nêzîkatî bê nîşandan. Mînak hevalên wê demê bi roleke dîrokî rabûn. Ev wezîfe niha herî zêde dikeve ser milê kê? Bêguman dikeve ser milê milîtan, xebatkar û pêşengên tevgera me, lê li her devera ku fikir û feslefeya Rêber Apo digihêje hêviyê ji bo mirovahiyê diafirîne. Ji ber vê jî têkoşîn divê ne tenê weke têkoşîna gelê Kurd bê dîtin, divê dostên me jî weke têkoşîna xwe bibînin. Ji xwe bi vî rengî nêzîk dibin. Lewma bi ruhê 14’ê Tîrmehê divê li her qadê têkoşîn bê mezinkirin, belavkirina felsefeya azadiyê û çalakî bi rengê avakirina sîstemê bin. Hemû di zikhev de ne. Avakirina sîstema Rêber Apo, mezinkirina têkoşînê li ser xeta azadiya jinê, hemû bi hev ve girêdayî ne. Bi kirina vê yekê me dikarin tecrîda li Îmraliyê bişikînin. Eger ji van nirxan cuda bê nirxandin hingî wê têrker nebe. Ji ber vê jî çalakiya 14’ê Tîrmehê gelekî girîng e û rê nîşanî me dide. Bi kîjan nêzîkatiyê, kîjan helwestê, di azadiyê de çiqasî biryardarî bê nîşandan, di felsefeya jiyana azad de çiqasî fedekarî divê bê kirin… Divê têrker neyê dîtin. Ev gelekî girîng e. Ne tenê tevlîbûna li çend çalakiyan, heta encamwergirtinê divê mirov bi se de bimeşe. Rastiya 14’ê Tîrmehê bi vî rengî ye. Divê mirov heta dawiyê bi ser de biçin. Zane ku wê canê xwe jî bide, lê belê zane ku têkoşîn wê sibe li ser vê xeta berxwedanê mezin bibe. Îro jî divê em bi ruhê berxwedanê yê van hevalan xwedî li Rêber Apo derkevin. Em tenê bi vî rengî dikarin tecrîdê bişikînin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bersiva li 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê gerîlatî afirand. Îro li Kurdistanê gerîla bi ruhê 14’ê Tîrmehê şer dikin. Li her devera Kurdistanê niha şer heye, lê belê li Başûr û Bakurê Kurdistanê şerekî giran diqewime. Hûn bandora ruhê 14’ê Tîrmehê li şerê niha yê gerîla çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi hurmet silav dikim. Berxwedana wan a ku bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ji 30’ê Hezîranê û vir ve bi rengekî fedaî dimeşînin pîroz dikim. Wezîrekî Tirk ê dema meşandina siyaseta qirkirinê, ji sala 2015’an û vir ve timî digot ‘Di vê biharê de wê êdî kes nikaribe qala PKK’ê bike’ û ‘Li Bakurê Kurdistanê gerîla nemaye’. Di bihara 2024’an de ji Bagokê, ji Mawa heta Serhedê, ji Dersimê heta Botan-Katoyan, ji Wanê heta Xerzanê li her derê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Şehadetên hêja qewimîn. Di şexsê hevrê Şêxmûs Milazgir û Bêrîtan Çiya Nûrhak, Şervan, Axîn, Brûsk, Fîraz, Serhildan de hemû hevrêyên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr tînim.
Bi rastî jî li ser bingeha xeta 14’ê Tîrmehê şerekî bêeman tê meşandin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 3’ê Tîrmehê û vir ve şerê gerîla derbasî qonaxeke nû bûye. Çima? Ji ber ku dewleta AKP-MHP a faşîst qirker ji her alî ve piştgiriyê ji PDK’ê werdigire, bi tifaqa bi DAÎŞ’ê re cografya Başûrê Kurdistanê êdî dagir kiriye, îlhaq dike. Ev pêvajoyeke nû ye. Şer niha li Amediyê, Dêrelûkê, Dihokê tê meşandin. Gerîlayên azadiyê li hemberî vê dagirkeriyê û îlhaqê di nava berxwedaneke mezin de ne. Ji 3’ê Tîrmehê û vir ve çalakiyên gelekî mezin lidar xistin, derbên mezin li dewleta qirker faşîst xistin. Tê zanîn, herî dawî helîkopter hate xistin. Drone têne xistin, li wesayitan têne xistin ku rê ava dikin. Ji bo parastina Kurdistanê bi rengekî mezin li ber xwe didin. Bi rastî jî mirov dikare qala îradeyeke ji pola bikin. Gelekî girîng e. Yekîneyên YJA Star, HPG’ê, tîmên bi tevger, tunelên şer… Li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî berxwedaneke mezin heye.
Yanî şerê gerîla bi esasî li Başûr jî ketiye qonaxeke nû. Mînak li Guherzê gel, rêya navbera Amediyê û Derelûkê girt. Ev yek dewama şerê gel e. Xwedîderketina li nirxên xwe ye, xwedîderketina li Kurdistanê, cografya xwe ye… Di sala 2008’an de li Qedîşê, Bamernê, Dêrelûkê gel nehişt ku tankên dijmin bigihêje Zapê. Niha jî gel li ber xwe dide.
Lê belê beriya her tiştî divê mirov binirxîne bê bi çi rengî gihîştiye vê qonaxê. Berxwedana gerîla bêguman dewam dike, wê dewam bike. Gerîla bi rengekî fedaî li ber xwe dide. Çekên kîmyewî yên ji NATO’yê hatine wergirtin li dijî gerîla têne bikaranîn. Gerîla bi rengekî profesyonel, modern, rêbaza zanistî û îradeya ji pola li ber xwe dide. Lê belê siyaseta li Başûrê Kurdistanê tê meşandin çawa ye? Li Başûrê Kurdistanê di şexsê malbata Barzanî de xiyaneteke mezin tê meşandin. Bêguman PDK hemû di nava vî karî de nîne. Malbata Barzanî hemû jî di nava vî karî de nîne. Hin ferdên ji malbata Barzanî li dijî vê xiyanetê ne. Lê belê sê Barzanî; bav, kur û birazê ji bo siyaseta qirkirinê bibin serî sond xwarine. Ji bo vê jî bi rengekî eşkere xiyanetê dikin. Bi van re êdî şerm nemaye.
Dema dawiyê serkêşiyê jî dikin. Navenda Parastina Gel daxuyanî da, fermandarên Navenda Parastina Gel anîn ziman, dîmen hene; di rê de kontrola nasnameyê dikin. Hatine cihekî din, gundan dorpêç dikin, nahêlin kes biçe cihekî. Ev hemû nîşan didin ku serî tewandine. Malbata Barzanî anîne asteke welê ku li aliyê din hewl didin Iraqê bixin nava vê lîstikê. Her roj çûn Iraqê û hevdîtin kirin, planên nû çêkirin, bêexlaqiyeke mezin kirin. Herî dawî beriya çend rojan gotin, bûyerên şewitandinê hatine kirin, bi daxuyaniyan hewl dan bixin stuyê Tevgera Azadiyê. Welê dikin ku hebûna PKK’ê weke tinebûna xwe dibînin.
Ji ber vê jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê û gelê tevahiya Kurdistanê; gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê, yê li derveyî welat, dostên gelê me, bi taybetî jî rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, jin û ciwanên li Başûrê Kurdistanê divê hemû vê bibînin ku êdî Başûrê Kurdistanê tê îlhaqkirin. Yanî dijmin li vê derê bi cih dibe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de Şehîdên 14’ê Tîrmehê weke pireke di navbera mirin û jiyanê, koletî û azadiyê de pênase kir. Li hemberî vê yekê em dibînin ku PDK mîna pira xiyanetê ye û xiyanetê li gel ferz dike. Weke ku di mînaka Efrînê de hate dîtin revandina jinan, destavêtin, xisara ku çeteyên Erdogan li Şengalê kir, li deverên mîna Idlibê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin êrişên li dijî jinan hene. Di nava van şert û mercan de bi taybetî banga we li jinan çi ye? Jin li hemberî van êrişan dikarin helwesteke çawa nîşan bidin?
Bi taybetî dixwazim vê yekê bibêjim. Şerê li Başûr û Iraqê, yan jî êrişên niha dewam dikin li gorî êrişên sala 2022’an gelekî girantir e. Dixwazin encamê bi dest bixin. Dibêjin em ê kilîd bikin, ya rast xwe bi xwe kilîd kirine; vê jî baş zanin. Dixwazin xwe ji vê kilîdbûnê rizgar bikin. Dixwazin Barzanî wan ji vê asêbûnê rizgar bike. Bi vî rengî dixwazin piştgiriyê ji dewleta Iraqê werbigirin. Di vir de gelê me wê têkoşîneke çawa bimeşîne; dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Gelê me divê bi berpirsyariyeke dîrokî di nava tifaqeke berfireh de nêzîk bibe. Bila bi rengê ‘par jî bû, bi vî rengî derbas bû’ nêzîk nebe. Bila bi vê zanibin. Yên ku niha li Başûr desthilatdar in ew firotine. Bila kes bi xemsarî nêzîk nebe. Bila kes nebêje ev şer li dijî PKK’ê ye û xwe bixapîne. PKK kî ye? Gelo qetilkirina PKK’yiyan tiştekî rewa ye? PKK 51 sal in nirxên azadiyê diparêze. Bi hezaran şehîd da. Ji bo azadiyê berdêl da. Niha jî li tunelên şer, li dilê Kurdistanê, keç û xortên herî bedew ên Kurdistanê li ber xwe didin, rûmeta Kurdistanê diparêzin. Ev nirxên gelê Kurdistanê ne; mirovên zane û herî bi rûmet in. Hemûyan jî bi felsefeya azadiyê li dijî siyaseta îmhayê helwestê nîşan didin.
Niha li ser bingeha tasfiyekirina PKK’ê dixwazin siyasetekê rewa bikin. Bi gotina ‘Êriş li dijî PKK’ê ye’ xwe dixapînin. Gelê me yê Başûr zane; PKK nebûya niha gelek caran hatibûna qirkirin. Kengî Helebce ji bîr kirin? Ya sala 1991’ê ji bîr kirin? Eger îro li Başûr mirov dikarin bi hêsanî nefesê werbigire ev yek bi saya Gerîlayên Azadiyê ye. Lewma bila kes xwe nexapîne. Niha ji malbata Barzanî kî Kurdîtiyê diparêze? Ti eleqeya wan bi Kurdîtiyê nemaye. Yên ku xwe Kurd dibînin, nirxên Kurdan diparêzin, civaka Êzidî ye ku 74 caran ferman li wan rabû. Çand û zimanê Kurdan ji aliyê wan ve hatiye parastin. Exlaqê Kurdan tevî ku 74 ferman li wan rabûn jî parastin û gihandin heta vê astê. Malbata Barzanî dijminatiya herî mezin niha li Êzidiyan dike. DAÎŞ bi ser civaka Êzidî ve ajotin, dan êrişkirin. Em ê vê yekê piştre şîrove bikin. Kirin ku êrişî Şengalê bikin û Şengal firotin. Bazarî bi DAÎŞ’ê re kirin, niha jî DAÎŞ xistine Bamernê.
Dewam dike…