Endama Fermendariya Giştî a QSD û YPJ Sozdar Hecî di beşa duyemîn a axaftina xwe de ya ji ANF’ê re mijarên weke Hevpeymana 1’ê Nîsanê, êrişên li dijî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, konferansa yekrêzî û yekhelwestiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê û mirasa têkoşînê ya ku bi pêşengtiya YPJ’ê hate avakirin, nirxandin û diyar kir ku divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn.
Fermendar Sozdar Hecî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Hevpeymana 1’ê Nîsanê ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Veguhêz ve hate binpêkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Di 1’ê Nîsanê de ji bo taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyeyê hevpeymanek hate îmzekirin û ji her kesî re hate ragihandin ku hêzên QSD û şervanên ku ji derveyî her du taxan wekî teqwiye çûbûn wir ji her du taxan vekişin. Ev yek hate kirin û hêzên ewlekariya hundirîn ji bo parastina her du taxan erka xwe li wir berdewam kirin. Heta ji aliyê wan ve ji me re hate gotin ku ‘Hûn dikarin heta 2500 kesî hêzên ewlekariya hûndirîn ava bikin da ku alîkariya me bikin.’ Hêzên ewlekariya hundirîn li Helebê xwe ji bo wê jî amade dikir, lê ev hevpeyman jî hate binpêkirin’’
‘’HILBIJARTIN HEMÛ CIVAKAN NAGIRE NAV XWE’’
Sozdar Hecî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku hilbijartinên ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatine lidarxistin hemû civakan nagire nava xwe û got: ‘’Niyeta me ew bû ku her kes tê de amade bibe û destûrek were avakirin, lê belê du rojan piştî hevpeymanê destûra xwe ragihandin. Di wê destûra ku hatiye ragihandin de xalek jî ji hevpeymana ku pêşiya tevahî dinayayê îmze kiribûn, tunebû. Ev ne demokratîkbûyîn e. Her wiha dihate gotin ku wê parlamentoyek ango meclîseke Sûriyeyê ya ku her kes bikaribe xwe têde temsil bike were avakirin lê belê ew jî nehate kirin. Hilbijartinên ku wê bihata li darxistin diviya hilbijartinên niştîmanî bûna û her kesî cihê xwe tê de girtiba, lê belê herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê jê hatin derxistin û di nava xwe de hilbijartineke weke tiyatroyê lidarxistin. Ji bo wê ew weke hilbijartinê nayê pênasekirin.’’
‘’DERXISTINA BIRYARA AFÛYÊ Û QIRKIRINA PÊKHATEYAN’’
Sozdar Hecî piştre anî ziman ku hikûmeta HTŞ’ê piştî ku biryara efûyê derxist, li ser pêkhateyên Sûriyeyê qirkirin pêk anî û ev yek anîn ziman: ‘’Di heman demên çêkirina destûr, lidarxistina hilbijartinan û derxistina biryara efûyê de li ser herêmên berava Sûriyeyê û li ser Elewî, bi taybet di bin navê bermahiyên rêjîma BAAS’ê de qirkirineke hate pêkanîn. Ev bûyer ne bûyereke qanûnî ye. Kesê ku ceza dixwaze diviyabû li dadgehan bihata darizandin, lê belê bi hezaran însan li pêş çavên dayîk, bav û malbatên wan hatin qirkirin. Tu eleqeya van yekan bi Îslamê, baweriyan û qanûnan re tune ye û nemirovî ne. Di meha Tebaxê de li Siwêdayê jî heman bûyer pêk hatin. Hemû ev bûyerên ku me anîne ziman çend rojan piştî hevpeymanên ku hatin îmzekirin, pêk hatin.’’
‘’QSD LI HEMBERÎ PERGALÊN NEDEMOKRAT TÊDIKOŞE’
Sozdar Hecî diyar kir ku diviya beriya destûr bihata derxistin nêrîna Rêveberiya Xweser li ber çavan bihata girtin û got: ‘’Rastiyeke QSD’ê heye ku li hemberî zilm, zordestî û pergalên nedemokratîk tedikoşe û şer dike. Lê belê wekî din bûyerên ku rû dane di felsefeya me ya jiyanî û fikra me de cih nagirin. Di destûra ku hatiye îlankirin de ne şert bû nêrîna QSD’ê bihata girtin, lê belê aliyê ku diviya nêrîna wê hatiba girtin Rêveberiya Xweser bû. Ji ber ku ev zêdetirî 10 salam e tecrûbeya xwe ya rêvebirinê heye, destûra xwe heye û hemû pêkhateyên herêmê girêdayî wê destûrê dijîn û ew erê kirine. Ango hatiye pejirandin. Ji ber ku ev hevpeymana civakî bi hemû pêkhateyan re hatiye nîqaşkirin û wisa hatiye avakirin.’’
‘’ÊRİŞÊN Lİ SER TAXÊN ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYEYÊ’’
Sozdar Hecî di dewama axaftina xwe de qala Hevpeymana 1’ê Nîsanê ya ku ev du car in tê binpêkirin jî kir û got: ‘’Yek ji bendên girîng ên hevpeyamanê vegera koçberan a bi awayekî ewle û azad bû. Me gelek caran anî ziman û hemû pêkhate rastî bûyerên biêş û qirkirinê hatin. Ji bo pêkhateya Xirîstiyanan jî, li dijî Dêra Marilays ku li paytexta Sûriyeyê Şamê ye, teqemeniyek pêk hat. Her wiha piştî Hevpeymana 1’ê Nîsanê du caran endamên HTŞ’ê li dijî taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyeyê êrîş pêk anîn û ya herî dawiyê jî çend rojan beriya niha bû. Heger ev rast werin nirxandin, ev tê wateya fetisandina îradeyekê û ewlehî nade pêş. Ji ber ku divê têkildarî vegerê careke din bûyerên revandin, girtin û bêrûmetkirinê pêk neyên. Ji ber ku ev bûyer dubare bûn, ev nabe veger. Heta niha ji aliyê hêzên derve ve bi dehan cih li herêmên dagirkirî hatine çêkirin. Ev dagirkerî ye. Divê xakên Sûriyeyê ji gelên Sûriyeyê re bin û xwe bi xwe bimeşînin. Vegera herî bi ewle xwebirêvebirin, xweparastin, xwetemsîlkirin û jiyîna bi nasnameya xwe ye. Gelê me vê yekê dizane. Ev der axa me ye, em ê lê vegerin. Li herêmên me jî heman tişt heye. Kîjan gel ji kîjan bajarî be, heger destê wan di kiryar û xwîna zarokên gel de tune be, dikare vegere mal û warên xwe.’’
‘’KONFERANSA YEKRÊZİYA HELWESTA KURD A LI ROJAVA’’
Sozdar Hecî diyar kir ku mafê her pêkhateyê ye ku li welatê xwe bi nasnameya xwe bijî û wiha pêde çû: ‘’Di nava salê de gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, bi hemû fikir, bawerî û partiyên xwe ve konferansa yekrêziya helwesta Kurd li dar xist. Ew jî xwedî maf e û divê xwe temsîl bike. Weke gelê Kurd û bi taybet weke jineke Kurd dixwazim bi rengekî xwe temsîl dike, bi zimanê xwe li ser erd û axa xwe bijîm. Lidarxistina konferenseke bi vî awayî û daxwaza hebûna nasnameyê mafê her kesî ye û yê me ye jî. Ev nayê wateya nijadperestiyê. Ji ber em bi xwe jî li dijî vê yekê ne. Hebûna gelê Kurd di pergaleke demokratîk a ku her kes têde xwe temsil dike, wê hêzeke mezin bide tevahiya Sûriyeyê. Baweriya me wiha ye. Heger Kurd bibin hemwelatiyên azad û xwedî nasname, wê xizmetên mezin ji tevahiya Sûriyeyê re werin kirin. Daxwaza me jiyîna li heman welatî ye. Ji ber ku li her derî em û civakên pêkhateyên din di nava hev de ne. Sûriye, mozaîka gelan e, mafê her gelekî yê xwetemsîlkirinê heye.’’
‘’JINÊ MÎRASEK JI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ AVA KIR’’
Sozdar Hecî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku jinan têkoşîn û berxwedanê mîrasek ava kirine û wiha got: ‘’Jin di warên leşkerî, siyasî û civakî birêxistinkirinê û perwerdekirinê de xwedî mîraseke berxwedanê ne. Têkoşîn û berxwedana jina Kurd a li hember paşverûtiya DAÎŞ’ê û komên terorê, li hemû cîhanê bûye mînakek. Jinan îsal di pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî de cih girt. Li Bendava Tiştrînê jî ev pir li pêş bû. Di şer de jî YPJ bû parazvana ax, çand û nirxên gelê xwe. Yek kêliyê jî dudil nebû. Bi dehan hevalên ku di wê berxwedanê de û li Minbicê li ber xwe dane û bûne mînak hene. Îsal li ser esasê xwebirêxistinkirin, perwerdekirin û pêşxistinê Konseya YPJ’ê gelek civîn li dar xistin û nirxandin kirin. Ji ber ku YPJ pêşengtiya şerê li hember DAÎŞ’ê kir û heta roja îro pêşengtiya tevahî jinan dike. Her jineke ku ji neteweyên din bi azadî û hebûna xwe bawer dikin cihê xwe di nava YPJ’ê de girtin.’’
Sozdar Hecî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwe birêxistin bikin û ji bo avakirina welatekî azad di nava xebatan de cih bigirin û got: ‘’Civak û jin birêxistinkirina herî rast a komunal, azad û sosyalist xwe parastin. Avakirina pergalan dem dixwaze û weke herêm jî tecrûbeyan bi dest dixe. Tecrûbeya herî baş a derket holê jî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku ev 12 sal in em dijîn. Banga me ya ji bo hemû jinan ew e ku xwe baş birêxistin bikin û di nava xebatên rêxistinkirina komînên azad û demokratîk de û di avakirina welatê xwe de cih bigirin. Çi qas xwe birêxistin û xurt bikin, wê pêşî li êrîşên heyî bigirin û civaka xwe biparêzin. Ji bo wê divê tevahiya jinên ciwan û jinên cîhanê bizanibin ku heger em xwe birêxistin bikin û hev biparêzin, em ê li pêş her tiştî bisekinin. Hêviya me ji sala nû ew e ku saleke azad be û di nava Sûriyeyeke nû de her kes cih bigire.’’

