Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi şandeyek payebilind a siaysî ya ji Sekreterê Giştî yê Tevgera Bedir Hadî Amirî, Serokê Hevpeymana Esas Muhsin Mendelawî û Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hemahengiya Şîe Ebas Razî gihişt bajarê Silêmaniyê.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê têkildarî serdanê daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin; “Ev serdan di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye. Biryare ku Sûdanî bi partiyên siyasî, bi taybetî jî YNK’ê, re bicive da ku rewşa siyasî ya Iraqê û têkiliyên di navbera wan de nîqaş bike.”

