Çarşem, 16 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê ya bi Bahçelî re civiya: Pêdivî bi helwesteke hevpar heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Em di asta ‘komîsyon’ û ‘qanûnê’ de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê trajediyeke din: 20 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li navenda artêşê ya li Şamê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê bi Davûtoglû re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervanê QSD’ê yê li Tişrînê şehîd bû li Nisêbînê konê sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê bi koma 142’yan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sinûnê daxwaza xizmetê kir, lê artêşa Iraqê gule lê reşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Enstîtuya Kurdî roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Civak & Ekolojî

Enstîtuya Kurdî roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî pîroz kir û banga xwedî derketina li Zimanê Kurdî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi wesîleya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Ziman di jiyana gelan û neteweyan de hêmanek bingehîn e.

Rasterast nasnameya gelan e, lewma her gel bi zimanê xwe tê nasîn û binavkirin. Gelên ku zimanê xwe winda bikin, nasnameya xwe jî winda dikin û têk diçin. Zimanek di pêvajoyeke bi hezaran salan de pêk tê, ji ber vê egerê hemû nirxên gel di naveroka xwe de werdigire û dibe karektera gelan. Ziman bi axaftin, nivîsandin, ragihandin û ramanan pêş dikeve. Demên berê hêza ku ziman zindî dihêla dengbêjî, çîrokbêjî û wêjevanên payeperz bûn.

Di van sedsalên dawiyê de jî sazî û erkên perwerdeya nivîs û ragihandinê ji bo pêşxistin û zindîhêlana zimanan erkên girîng wergirtine ser xwe. Ev dezgehên bingehîn, ji bo pêkhatina zimanekî yekgirtî û xurtkirina hestên netewî rolên bingehîn dilîzin. Li hin welatan rastnivîsandina peyv û hevokên ziman jî li ser bingehê nivîsên rojname û wêjewanan rûniştiye.

Di dîroka me de du mejûyên bingehîn ên ragihandina Kurdî hene. Ya yekem derxistina Rojnameya Kurdistan e. Ew bi tîpên Aramî-Erebî roja 22’yê Nîsana 1898’an li Qehîreya paytexta Misirê bi rêveberiya Miqdat Mithat Bedirxan derket. Wê di nava rewşenbîriyê de rolekê gelek girîng lîst.

Ya duyem derxistina Kovara Hawarê ye. Ew jî roja 15’ê Gulana 1932’yan bi rêveberiya Celadet Ali Bedirxan li Şamê bi tîpên latînî derket. Ev payeberzî li Rojava û Bakur bû bingehê nivisandina Kurdiya bi tîpên Latînî.

KNK’ê jî bi vê têgihiştin û berpirsyariya neteweyî di civîna xwe ya 2009’an de rojên 14-16’ê meha Gulanê, wek rojên Cejna Zimanê Kurdî qebûl kir. Ev biryara nirxberz ji aliyê her Kurdek ve hat pejirandin. Li pey komkujiyên wek Helebce cara yekem bi vê biryarê konsesuseke yekgirtîya neteweyî derket pêş. Her kesî bi yek dengî ev biryar pejirand û ev biryar weke cejna zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûnişt. Vê biryar û xwedî derketina li ziman, rêbazeke bi hestê neteweyî û yekitiyê jî reşand ser giyanê Kurdistaniyan.

Mixabin, hem li welêt (bakurê Kurdistanê) û hem jî li derveyî welêt di warê ziman de xemsariyek heye, ev xemsarî wek karesetekî mezin li pêş me rawestiyaye. Di cîhanê de ev pêvajo hatiye dîtin û jiyîn: ‘Heke ku zarokên gelekî bi zimanê dayikê neaxivin û zimanê dayika xwe ji bîr bikin, wê dahatûya wan zarokan û wî gelî nemîne!’

Bi hêviya ku hemû Kurd di her warê jiyanê û perwerdeyê de bi berpirsiyariyeke hestên neteweyî û siberoja zimanê Kurdî xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Divê êdî her saniyeyên jiyana me bi Kurdî be!

Divê bi taybetî hemû Kurd her derfetên pêşxistina ziman bi hestên niştimanperwerî pêk bînin. Li ders û dibistanên Kurdî xwedî derketina li ziman, weke wezîfeyeke Kurdbûn û mirovbûnê binirxînin!

Bi Kurdî Baxivin!
Bi Kurdî Binivîsin!
Bi Kurdî Bixwînin!
Bi Kurdî Bihizirin!
Divê hemû Kurd di her mercî de li zimanê xwe xwedî derkevin!
Bi vî hestî, em Rojên Zimanê Kurdî pêşwazî û pîroz bikin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li cîhanê hejmara kesên neçarî koça hundir dibin gihişt asta rekorê
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê bi stan û govendên xwe bersiva qirkirina çandê bidin’

Ji komên ku beşdarî festîvala şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bûne diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Bombardûmana Îsraîlê dewam dike: Fermandarê biryargehê yê Hîzbûllahê mir

Bombardûman Îsraîlê ya li ser Lubnanê bênavber dewam dike. Hate ragihandin ku Fermandarê Biryargeha Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serî li dadgehê hate kirin

OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serdî li Dadgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Îsraîl ji rejîma Şamê re got: ‘Em êdî hişyar nakin, em ê derbên giran lê bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

AGIT: Li Ûkraynayê windahiyên sivîl ji sedî 50 zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Durziyan bang li civaka navneteweyî kirin: Siwêdayê rizgar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?