Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sûham Şengalî: Iraq mecbûr e guh bide daxwaza jinan û civaka Êzidî!
Kurdistan

Sûham Şengalî: Iraq mecbûr e guh bide daxwaza jinan û civaka Êzidî!

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku Parlamentoya Iraqê naskirina jenosîdê ji bernameya xwe derxist, yasaya efûkirina DAÎŞ’iyan erê kir û got, “Têkoşîna me ya ji bo naskirina jenosîdê wê li Iraqê û asta navneteweyî dewam bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

21’ê Çileyê Parlementoya Iraqê di encama lihevkirina çend fraksiyonên Şîe, Sûne û Kurd (PDK) de tevî hemû nerazîbûnan ji bo 3 pêşnûmeqanûnan deng dabû û erê kiribû. Lê du ji van qanûnan rastî nerazîbûneke giştî ya xelkê Iraqê hat ku ew jî hewldanên guhertina ‘yasaya rewşa kesî’ û ‘efûye giştî’ bûn. Li ser van nerazîbûnên civakê û bi taybet jî civaka Êzidî û jinên Iraqê Dadgeha Federal a Iraqê her sê qanûn jî red kirin. Lê vê carê bi taybet aliyên Sunnî ji bo efûya giştî ketine tevgerê ku bidin qebûlkirin û Dadgeha Federal bi neqanûnîbûnê tohmetbar dikin.

 

‘PARLEMENTOYÊ GUH NEDA BERTEKÊN CIVAKA IRAQÊ Û QANÛN ERÊ KIR’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî têkildarî erêkirina van qanûnan û nenaskirina jenosîda Êzidiyan ji ajansa me re axivî. Şengalî destpêkê behsa hewldanên guhertina ‘yasaya rewşa kesî’ kir û wiha axivî: “Ji meha 8’an ya sala borî heya niha hewldanên guhertina di ‘yasaya rewşa kesî’ û derxistina ‘efûya giştî’ di rojeva parlementoya Iraqê de ye. Gelek caran rê li pêşiya nîqaşan jî vekir. Li dijî van her du yasa û biryaran gelek helwest derketin holê. Tevî hemû bertek û nerazîbûnan jî di 21’ê Çileyê de  li ser daxwaza hinek aliyên Şîe parlemento pêşnûmeqanûna guhertina ‘yasaya rewşa kesî’ erê kir.”

‘GOTIN Û KIRYARA HIKÛMETA FEDERAL HEV NAGIRIN’

Sûham Şengalî da zanînku  hinek alî dixwazin îslama tundrew li ser hemû pêkhate, bîr û baweriyên Iraqê ferz bikin û wiha pêde çû: ‘‘Dixwazin di çarçoveya berjewendiyên xwe de li Iraqê Îslameke tundraw pêş bixin. Dibêjin, Iraq ji hemû rengan pêk tê, lê di pratîkê de tiştek vî rengî nîne. Bi rêya yasayan hewl didin xwe li ser hemû pêkhateyan ferz bikin. Her wiha naxwazin pêkhateyên din bi reng û hebûna xwe bijîn.”

‘MIJAR NE TENÊ ZEWACA DI TEMENÊ BICÛK DE YE’

Şengalî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku guhertina ku dixwazin di yasaya rewşa kesî de bikin, tenê ji zewicandina zarokan di temenê 9 salî pêk nayê û wiha dewam kir: ‘‘Di nava yasayê de mijar ne tenê zewicandina zarokên keç a di temenê 9 salî de û zewicandina zarokên kur ên 15 salî ye. Tevî ku dayîk zarokan perwerde dike û tê gotin ku mamosteya civakê ye, ji mafê xwedîkirina zarok û mîrasê tê mehrûmkirin. Ev bi temamî yasayeke dijî îradeya jin û dayîkê ye. Hewl didin vê yasayê li ser hemû pêkhateyan ferz bikin. Yasayeke bi vî rengî Iraqê ber bi paşketineke kur ve dibe. Di sedsala 21’emîn de ku her kes behsa mafê mirov, jin û zarokan dike, derxistina yasayeke vî awayî di asta navneteweyî de jî bû sedema bertekên cidî. Di serî de jî jin û civaka Iraqê nerazîbûn nîşanî vê yasayê dan. Ev biryarên vî awayî nakevin berjewendiya civaka Iraqê.’’

‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU DAÎŞ’Î WERIN BERDAN’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî efûya giştî weke yasaya efûkirina DAÎŞ’iyan bi nav kir û got: ‘‘Her wiha mijara efûya giştî jî, wextê yasaya din û heta ji 10’emîn salvegera fermanê di rojevê de ye. Efûya giştî jî di 21’ê Çileyê de ji aliyê parlamentoyê ve hate erêkirin. Eger efûya giştî bikeve meriyetê wê çeteyên DAÎŞ’ê yên destê wan di xwîna Êzidiyan, tevahiya Iraqiyan û  revandina keç û jinên Êzidî de hene werin berdan. Li Iraqê gelek şaneyên veşartî yên DAÎŞ’iyan hene. Dîsa li Herêma Kurdistanê nêzî 400 nasnameyên DAÎŞ’iyan hatin dîtin! Eger ev DAÎŞ’iyên girtî jî werin berdan, gelo wê Iraq bikare pêşiya komkujiyan bigire? Yan jî Iraq bizanabûn vêya dike, ji bo careke din DAÎŞ li Iraqê zindî û serwer bibe? Emê weke civaka Êzidî rê nedin ku DAÎŞ’î werin berdan.”

Sûhan Şengalî da xuyakirin ew ê bi hemû hêza xwe li dijî van yasayên dijî bîr û baweriya Êzdayetiyê rawestin û axaftina xwe wiha domand: “Weke çand û baweriyeke qedîm a li ser vê axê dijîn, em qebûl nakin yasayeke li gorî mezheba Şîe, li ser me were ferz kirin. Mafê her pêkhateyekê heye ku li gorî bawerî û çanda xwe bijî. Di Êzdayetiyê de nabe ku zarokek 9 salî were zewicandin. Ji ber vêya Iraq nikare Îslama tundraw li ser ol û baweriyên din ferz bike. Eger ferz bike, wê ti ferqa wê ji DAÎŞ’ê nemîne. Em ê weke jin û civaka Êzidî bi ti awayî rê nedin her du yasa werin erêkirin û pêkwerin.”

‘JI BO NASKIRINA JENOSÎDÊ DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE XEBATÊ DIMEŞÎNIN’

Sûhan Şengalî li ser kampanyaya îmzeyan ya ji bo naskirina jenosîdê jî ev agahî dan: ‘‘Ji bo jenosîd were nasîn, hem TAJÊ û Rêveberiya Xweser, hem jî civaka Êzidî li Iraq û di asta navneteweyî de di nava hewldaneke mezin de ne. Di encama vê têkoşînê de heya niha di asta navneteweyî de 14 welatan jenosîd nas kirine. Bi taybet ji bo li Iraqê were nasîn xebatên Rêveberiya Xweser û civaka Êzidî dewam dikin. Di 13’ê Mijdara 2023’yan de Rêveberiya Xweser ji bo naskirina jenosîdê kampanyaya îmzeyan ragihand û heya niha jî dewam dike. Wê heya meha 4’an jî dewam bike.’’

‘JENOSÎDÊ JI ROJEVA PARLEMENTOYÊ DERXISTIN, EFÛYA GIŞTÎ ERÊ KIRIN’

Şengalî da zanîn ku heya niha bi hezaran îmze hatine komkirin û got: “Heya niha bihezaran îmze hatine komkirin. Berê jî bangawazî hatibû kirin, hemû xêrxwazên civaka Êzidî jî dikarin bi îmzeyekê tevlî kampanyayê bibin. Eger jenosîd li Iraqê were naskirin, wê bibe gaveke gelekî erênî. Ev mijar ketibû bernameya parlementoyê ji bo li ser mijarê nîqaş were meşandin, lê diyar e destwerdan lê çêbû û ji rojevê hate derxistin. Mijara jenosîdê ji rojeva parlementoyê derxistin, biryara serbestberdana DAÎŞ’iyan hate dayîn! PDK bi aliyên Sunnî û Şîe re li hev kir û mijara jenosîdê ji rojeva parlementoyê derxist. Eger jenosîd ketiba rojevê, wê nekarîban wisa bi rehetî yasayeke ku DAÎŞ’iyan efû bike, derbixin. Xebata me ya ji bo qebûlkirina jenosîdê wê her berdewam bike. Iraq mecbûr e ku guh bide, daxwaza jinan û civaka Êzidî. Ji ber ku yên herî zêde li ser vê axê êş kişandine jî jin û civaka Êzidî ne. Em weke civaka Êzidî biryarên wisa em qebûl nakin. Iraq xwe bi xwe vala derdixîne, derxistina DAÎŞ’iyan û nenaskirina jenosîdê valaderxistina xwe ye. Em ê ji bo serxistina vê dozê bixebitin û heya Iraq qebûl neke, wê heya dawiyê karê me dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Oznûr Deger bi êşkenceyê hate binçavkirin
Nûçeya Pişt re Trump li dijî DCN biryara pêkanînê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di bombebarana dewleta Tirk de jinek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Binarê Qendîlê barand. Di encama êrîşê de jinek birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

5 girtî hatin sirgûnkirin

4 girtiyên li Kurkçulerê ji bo bajarên cuda hatin sirgûnkirin. Li Rîzeyê jî girtiyek hate…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (272)

Kempeyn bo azadî rêber Ocalan(3)  Eme ew kate ekewête ser sehneyekî siyasî çende ekrê û…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?