21’ê Çileyê Parlementoya Iraqê di encama lihevkirina çend fraksiyonên Şîe, Sûne û Kurd (PDK) de tevî hemû nerazîbûnan ji bo 3 pêşnûmeqanûnan deng dabû û erê kiribû. Lê du ji van qanûnan rastî nerazîbûneke giştî ya xelkê Iraqê hat ku ew jî hewldanên guhertina ‘yasaya rewşa kesî’ û ‘efûye giştî’ bûn. Li ser van nerazîbûnên civakê û bi taybet jî civaka Êzidî û jinên Iraqê Dadgeha Federal a Iraqê her sê qanûn jî red kirin. Lê vê carê bi taybet aliyên Sunnî ji bo efûya giştî ketine tevgerê ku bidin qebûlkirin û Dadgeha Federal bi neqanûnîbûnê tohmetbar dikin.
‘PARLEMENTOYÊ GUH NEDA BERTEKÊN CIVAKA IRAQÊ Û QANÛN ERÊ KIR’
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî têkildarî erêkirina van qanûnan û nenaskirina jenosîda Êzidiyan ji ajansa me re axivî. Şengalî destpêkê behsa hewldanên guhertina ‘yasaya rewşa kesî’ kir û wiha axivî: “Ji meha 8’an ya sala borî heya niha hewldanên guhertina di ‘yasaya rewşa kesî’ û derxistina ‘efûya giştî’ di rojeva parlementoya Iraqê de ye. Gelek caran rê li pêşiya nîqaşan jî vekir. Li dijî van her du yasa û biryaran gelek helwest derketin holê. Tevî hemû bertek û nerazîbûnan jî di 21’ê Çileyê de li ser daxwaza hinek aliyên Şîe parlemento pêşnûmeqanûna guhertina ‘yasaya rewşa kesî’ erê kir.”
‘GOTIN Û KIRYARA HIKÛMETA FEDERAL HEV NAGIRIN’
Sûham Şengalî da zanînku hinek alî dixwazin îslama tundrew li ser hemû pêkhate, bîr û baweriyên Iraqê ferz bikin û wiha pêde çû: ‘‘Dixwazin di çarçoveya berjewendiyên xwe de li Iraqê Îslameke tundraw pêş bixin. Dibêjin, Iraq ji hemû rengan pêk tê, lê di pratîkê de tiştek vî rengî nîne. Bi rêya yasayan hewl didin xwe li ser hemû pêkhateyan ferz bikin. Her wiha naxwazin pêkhateyên din bi reng û hebûna xwe bijîn.”
‘MIJAR NE TENÊ ZEWACA DI TEMENÊ BICÛK DE YE’
Şengalî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku guhertina ku dixwazin di yasaya rewşa kesî de bikin, tenê ji zewicandina zarokan di temenê 9 salî pêk nayê û wiha dewam kir: ‘‘Di nava yasayê de mijar ne tenê zewicandina zarokên keç a di temenê 9 salî de û zewicandina zarokên kur ên 15 salî ye. Tevî ku dayîk zarokan perwerde dike û tê gotin ku mamosteya civakê ye, ji mafê xwedîkirina zarok û mîrasê tê mehrûmkirin. Ev bi temamî yasayeke dijî îradeya jin û dayîkê ye. Hewl didin vê yasayê li ser hemû pêkhateyan ferz bikin. Yasayeke bi vî rengî Iraqê ber bi paşketineke kur ve dibe. Di sedsala 21’emîn de ku her kes behsa mafê mirov, jin û zarokan dike, derxistina yasayeke vî awayî di asta navneteweyî de jî bû sedema bertekên cidî. Di serî de jî jin û civaka Iraqê nerazîbûn nîşanî vê yasayê dan. Ev biryarên vî awayî nakevin berjewendiya civaka Iraqê.’’
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU DAÎŞ’Î WERIN BERDAN’
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî efûya giştî weke yasaya efûkirina DAÎŞ’iyan bi nav kir û got: ‘‘Her wiha mijara efûya giştî jî, wextê yasaya din û heta ji 10’emîn salvegera fermanê di rojevê de ye. Efûya giştî jî di 21’ê Çileyê de ji aliyê parlamentoyê ve hate erêkirin. Eger efûya giştî bikeve meriyetê wê çeteyên DAÎŞ’ê yên destê wan di xwîna Êzidiyan, tevahiya Iraqiyan û revandina keç û jinên Êzidî de hene werin berdan. Li Iraqê gelek şaneyên veşartî yên DAÎŞ’iyan hene. Dîsa li Herêma Kurdistanê nêzî 400 nasnameyên DAÎŞ’iyan hatin dîtin! Eger ev DAÎŞ’iyên girtî jî werin berdan, gelo wê Iraq bikare pêşiya komkujiyan bigire? Yan jî Iraq bizanabûn vêya dike, ji bo careke din DAÎŞ li Iraqê zindî û serwer bibe? Emê weke civaka Êzidî rê nedin ku DAÎŞ’î werin berdan.”
Sûhan Şengalî da xuyakirin ew ê bi hemû hêza xwe li dijî van yasayên dijî bîr û baweriya Êzdayetiyê rawestin û axaftina xwe wiha domand: “Weke çand û baweriyeke qedîm a li ser vê axê dijîn, em qebûl nakin yasayeke li gorî mezheba Şîe, li ser me were ferz kirin. Mafê her pêkhateyekê heye ku li gorî bawerî û çanda xwe bijî. Di Êzdayetiyê de nabe ku zarokek 9 salî were zewicandin. Ji ber vêya Iraq nikare Îslama tundraw li ser ol û baweriyên din ferz bike. Eger ferz bike, wê ti ferqa wê ji DAÎŞ’ê nemîne. Em ê weke jin û civaka Êzidî bi ti awayî rê nedin her du yasa werin erêkirin û pêkwerin.”
‘JI BO NASKIRINA JENOSÎDÊ DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE XEBATÊ DIMEŞÎNIN’
Sûhan Şengalî li ser kampanyaya îmzeyan ya ji bo naskirina jenosîdê jî ev agahî dan: ‘‘Ji bo jenosîd were nasîn, hem TAJÊ û Rêveberiya Xweser, hem jî civaka Êzidî li Iraq û di asta navneteweyî de di nava hewldaneke mezin de ne. Di encama vê têkoşînê de heya niha di asta navneteweyî de 14 welatan jenosîd nas kirine. Bi taybet ji bo li Iraqê were nasîn xebatên Rêveberiya Xweser û civaka Êzidî dewam dikin. Di 13’ê Mijdara 2023’yan de Rêveberiya Xweser ji bo naskirina jenosîdê kampanyaya îmzeyan ragihand û heya niha jî dewam dike. Wê heya meha 4’an jî dewam bike.’’
‘JENOSÎDÊ JI ROJEVA PARLEMENTOYÊ DERXISTIN, EFÛYA GIŞTÎ ERÊ KIRIN’
Şengalî da zanîn ku heya niha bi hezaran îmze hatine komkirin û got: “Heya niha bihezaran îmze hatine komkirin. Berê jî bangawazî hatibû kirin, hemû xêrxwazên civaka Êzidî jî dikarin bi îmzeyekê tevlî kampanyayê bibin. Eger jenosîd li Iraqê were naskirin, wê bibe gaveke gelekî erênî. Ev mijar ketibû bernameya parlementoyê ji bo li ser mijarê nîqaş were meşandin, lê diyar e destwerdan lê çêbû û ji rojevê hate derxistin. Mijara jenosîdê ji rojeva parlementoyê derxistin, biryara serbestberdana DAÎŞ’iyan hate dayîn! PDK bi aliyên Sunnî û Şîe re li hev kir û mijara jenosîdê ji rojeva parlementoyê derxist. Eger jenosîd ketiba rojevê, wê nekarîban wisa bi rehetî yasayeke ku DAÎŞ’iyan efû bike, derbixin. Xebata me ya ji bo qebûlkirina jenosîdê wê her berdewam bike. Iraq mecbûr e ku guh bide, daxwaza jinan û civaka Êzidî. Ji ber ku yên herî zêde li ser vê axê êş kişandine jî jin û civaka Êzidî ne. Em weke civaka Êzidî biryarên wisa em qebûl nakin. Iraq xwe bi xwe vala derdixîne, derxistina DAÎŞ’iyan û nenaskirina jenosîdê valaderxistina xwe ye. Em ê ji bo serxistina vê dozê bixebitin û heya Iraq qebûl neke, wê heya dawiyê karê me dewam bike.”