În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sumeyye Boz: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna gelan heye
Rojane

Sumeyye Boz: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna gelan heye

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Ji bo dawî li rejîma tecrîdê bê anîn divê gel bi rengekî topyekûn li ber rabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e dewam dike, ji ANF’ê re axivî.

Sumeyye Boz anî ziman ku tecrîdeke mutleq li ser Ocalan tê ferzkirin û got, “Çaryek sedsal e li ser Birêz Ocalan tecrîdek heye; pênc sal in ne malbat ne jî parêzer dikarin wî bibînin; sê sal in bi rengekî mutleq têkilî hatiye qutkirin. Me gelek caran got, aliyekî hiqûqî yê vê mijarê nîne. Lê belê ji aliyê hiqûqî ve jî mirov binirxîne wê bê dîtin ku binpêkirineke cidî heye, mafê hêviyê tine tê hesibandin. Aliyekî exlaqî yê mijarê jî heye; ji ber ku ev alî bi taybetî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Bi milyonan mirovî ji bo Birêz Ocalan gotin ‘îradeya min e’, weke Rêber ji xwe re qebûl dikin. Lewma her kiryara li hemberî Birêz Ocalan pêwendiya xwe yekser bi pirsgirêka Kurd û gelê Kurd re heye.”

NEÇARESERÎ BI KÊRÎ GELAN NAYÊ

Sumeyye Boz diyar kir, ew bi zîhniyeteke bi wî rengî re rû bi rû ne ku pirsgirêka Kurd bêçareserî dihêle, di neçareserkirinê de israr dike û got, “Ev yek bi kêrî berjewendiyên gelan nayê. Eger wê qala berjewendiyekê bê kirin ev yek jî berjewendiya wan bi xwe ye. Eger berjewendiyên gelan li ber çavan bigirtibûna li şûna kûrkirina krîza piralî ya ku gel di nav de ye wê ji bo çareseriyê gav biavêtibûna. Wê berê xwe bidabûna danûstandinên sala 2013’an. Lê belê tê dîtin û em zanin ku bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dixwazin desthilatdariya xwe dewam bikin, jiyana bi hev re ya gelan tine bihesibînin û xizmetê ji şer re bikin.”

TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ YA GELÊ KURD

Sumeyye Boz destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo hebûnê têdikoşe û got, “Lê belê li hemberî vê têkoşîna hebûnê bi sedan sal in polîtîkayên înkar û îmhayê tê meşandin. Di nava vê têkoşîna hebûnê de destê aştiyê, daxwaza aştiyê, gotina aştiyê heye. Lê belê desthilatdarî bi şer bersivê dide vê yekê, şer giran dike. Tê dîtin û em zanin ku ev şer bi kêrî kesî nayê. Lewma divê bi danûstandinê bersiv ji vî şerê hebûnê û daxwaza aştiyê ya bi rûmet a gel re bê dayin. Tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê destpê kiriye li hemû girtîgehan û tevahiya welêt belav bûye, lewma ji gelek aliyan ve bandorê li civakê dike. Ji aliyê civakî, aborî, ekolojîk û siyasetî ve bandorê li civakê dike. Ji aliyê civakî ve bandorê lê dike, ji ber ku jiyana bi hev re ya çand û gelan bi rêya vê polîtîkayê tê tinekirin yan jî civak li hemberî hev têne rakirin û şer tê kûrkirin. Têkiliya van aliyên ji hev cuda mixabin bi rêbazeke aştiyane pêk nayê. Êriş li ser çand, ziman û dîrokê tê kirin. Herî dawî ciwan ji ber govendê hatin binçavkirin û êşkence li wan hate kirin. Hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê ku şaredariyan nivîsandibûn hatin jêbirin. Serdegirtin li dawetan hate kirin û heman kiryar li hemberî kesên ku destmalên kesk, sor û zer hilgirtin hate ferzkirin.”

TECRÎD BANDORÊ LI GELÊN TIRKIYEYÊ HEMÛYAN DIKE

Sumeyye Boz anî ziman ku şert û mercên tecrîdê her roj hîn giran dibin û got, “Dema ku mijar dibe Birêz Ocalan û Kurd, mijar dibe îradeya gelê Kurd, têkoşîna hebûnê, meseleya statuyê, têkoşîna nasname, çand û azadiyê ya gelê Kurd nêzîkatiyeke jinedîtî hatinê tê nîşandan. rejîma tecrîdê ji pirsgirêka Kurd cuda nîne. Li aliyê din pêvajoya ku niha li Fîlîstînê dewam dike û daxwazên gelê Kurd gelekî dişibin hev. Dema ku li ser vê mijarê em rexneyan dikin, fikrê xwe dibêjin û polîtîkaya durû radixin pêş çavan, gelekî aciz dibin. Em dibînin ku dijminatiyeke cidî li hemberî Kurdan heye. Ji ber vê jî Şerê Îsraîl-Fîlîstînê hem durûtiya desthilatdariyê nîşanî me dide hem jî helwesta partiyên din ên siyasî jî eşkere dike. Lewma dema ku em vê nêzîkatiya dualî bi şênberî radixin pêş çavan gelekî aciz dibin, lê belê em ê wan timî aciz bikin.”

Sumeyye Boz destnîşan kir ku partiyên din ên siyasî jî parçeyek ji vê durûtiyê ye û got, “Ji bo dawî li vê rejîma tecrîdê bê anîn ne tenê siyasî, bi esasî divê gel bi rengekî topyekûn li ber rabe. Di beşeke ji axaftina xwe de min gotibû; tecrîd ne tenê li ser beşekê ye, li dijî tevahiya civakê ye, li hemberî gelên li Tirkiyeyê hemûyan e. Ji ber vê jî wezîfe ne tenê dikeve ser milê siyasiyan, wezîfe ya gelan hemûyan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÛŞ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Gerîla Korkmaz: Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gorên şehîdên berxwedana rêveberiyên xweser hat ziyaretkirin

Kesên ku beşdarî "Meşa Mezin a Azadiyê" bûn çûn serdana gorên kesên di berxwedana rêveberiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Kurd peyama piştgiriyê dan jinên Efganî

TJA'yê jinên Efganî ên li dijî rejîma Talîban li ber xwe didin silav kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdegirtin hate şermezarkirin: Hûn nikarin Kurdan bêdeng bikin!

Serdegirtina li MED-DER û Payîz Pirtûkê li Amedê hate şermezarkirin û hate gotin, "Hûn nikarin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?