Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Sûriye ji bazirganan re bûye qada talanê
Rojava

Sûriye ji bazirganan re bûye qada talanê

Li Sûriyeyê ku gel di nava krîza aborî de ye, rejîma Colanî peravên Derya Spî pêşkêşî talana Îmarat û Fransayê kir, îhaleyên petrolê jî da Siûdiyan. Dewleta Tirk jî dest danî ser sektora enerjiyê. Qatar bû şirîkê herî mezin ê Şamê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Ji balafirgehan heta bi bendergehan, ji piran heta bi qadên petrolê û binesaziya enerjiyê rejîma Colanî-HTŞ’ê Sûriye pêşkêşî sermayeya biyanî kiriye. Di nava sal û nîvekê de bi dewleta Tirk, welatên Kendavê û Rojavayî re bi dehan peyman îmze kir. Colanî bi rêya peymanên ku li pey hev îmze kir hewl dide rejîma xwe rewa bike, ji qada navneteweyî piştgiriyê werbigire û desthilatdariya xwe biparêze. Lê gelê Sûriyeyê di nava krîza aborî, nelirêtî, pirsgirêkên ewlekariyê û nearamiyê de difetise.

Colanî ku Kanûna 2024’an bi rêya bi dehan komên çete ber bi Şamê ve meşiya û dest danî ser rêveberiyê, destpêkê peymanên ku di dema Beşar Esad de hatibûn mohrkirin betal kir; piştre jî berê xwe da welatên Kendavê û Rojavayî. Bi taybetî bi Qatar, Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdun, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Fransa û dewleta Tirk re bi milyonan dolarî peyman mohr kir. Ev peyman weke hewldanek ji lêgerîna rewatiya navneteweyî û herêmî hatin kirin.

FÎNANSORÊ DAGIRKIRINA ROJAVA BÛ ŞIRÎKÊ NÛ YÊ COLANÎ

Qatar, piştî ku dewleta Tirk di sala 2018’an de Efrîn dagir kir bi navê “alîkariya mirovî” di plana “Kembera Ereb” de ya ji bo guhertina demografiya herêmê bû yek ji fînansorên herî mezin ên van planan. Heyva Sor a Qatarê (QRCS) û Katar Charity (Saziya Xêrê ya Qatarê) bi dewleta Tirk re bi rengekî koordîneyî li navçeyên Cindirêsê û Şera yên Efrînê û li Bab û Cerablûsê avahiyên hatin lêkirin fînanse kir; gelek çeteyên ji Guta ya Rojhilat, Hamas û Hûmsê hatin anîn û malbatên wan li van deveran hatin bicihkirin. Qatar ku ti alîkarî bi herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nekir û li Sûriyeyê tenê bi dewleta Tirk re xebitî, ji sala 2024’an û vir ve hevalbendê herî nêz ê Colanî ye.

Colanî di 29’ê Gulana 2025’an de bi konsorsiyuma bi serkêşiya Urbacon UCC Holding a Qatarê re peymaneke enerjiyê ya mezin a ji 7 milyar dolarî îmze kir. Ji Tirkiyeyê Kalyon û Cengîz Enerjî û ji DYE’yê jî Power International ji afirînerên projeyê ne. Projeyên çar santralên gazê yên ji kapasîteya 5 hezar MW’ê û enerjiya rojê pêşkêşî Qatariyan hate kirin. Xeta lûleyê ya gaza xwezayî ya Kîlîs-Helebê jî parçeyeke ji vê paketê ye.

Urbacon UCC di Tebaxa 2025’an de ji bo pêşvebirina Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê îmtiyazek ji 4 milyar dolarî wergirt. Bi peymana ku Mijdara 2025’an zelal bû re tê payin ku kapasîte bibe 31 milyonî; termînala nû û otela ji 5 stêrkan wê 30 salî ji Qatariyan re bibin çavkaniya hatineyê.

Di Sibata 2026’an de jî ji bo lêgerîna li gaza xwezayî û petrolê ya li Derya Spî ya Rojhilat û karên wê yên razemeniyê bi Power International Holding a ji Qatarê û Chevron a ji DYE’yê re peyman hate mohrkirin. CEO yê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê (SPC) Yûsûf Kablavî îdîa kir ku ev peyman ji bo xurtkirina aboriya Sûriyeyê wê bi roleke girîng rabe.

Şîrketa Petrôlê ya Sûriyeyê (SPC) di Cotmeha 2025’an de bi biryarnameya Colanî re weke “Holdîngeke xweseriya Îdarî û malî ava bû ku saziyên parzûngeh û petrolê hemû di bin sîwana xwe de civand.”

PETROLA SÛRIYEYÊ RADESTÎ SIÛDIYAN HATE KIRIN

Piştî ku rêveeberiya Colanî dest danî ser rêveberiyê, Erebistana Siûdî bû yek ji wan welatan ku herî zêde li Sûriyeyê “razemenî” kir. Bi taybetî piştî ku DYE’yê di Kanûna 2025’an de pêkanînên di çarçoveya Qanûna Sezar de betal kir, pereyekî girîng li projeyên mezin xerc kir. Siûdiyan berê xwe bi giranî dan petrolê û dest bi bikaranîna çavkaniya herî girîng a welêt kirin.

Di 9’ê Kanûna 2025’an de Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê bi ADES, TAQA, ARGAS û Arabian Drilling ên Siûdî re ji bo qadên petrolê û gazê bi armanca piştevaniya teknîkî, pêşvebirina qadê û zêdekirina hilberînê peyman mohr kir. Li gel petrolê binesaziya enerjiyê jî radestî Siûdiyan hate kirin.

Di Sibata bihurî de li ser projeyên binesazî û balafirgehên nû jî peyman hatin mohrkirin. Riyadê ragihand ku ji bo pêşvebirina qonaxên cuda yên du balafirgehên li bajarê Helebê foneke razemeniyê yê ji 7,5 milyar riyalê Siûdî (2 milyar dolar) li Sûriyeyê da destpêkirin. Li gel Helebê wê bi navê ‘Flynas Syria’ şîrketeke rêyên hewayî ya hevpar bê avakirin û ji sedî 49 ê şîrketê wê ya Erebistana Siûdî be.

Her wiha ji bo projeya telefkomunîkasyonê ya bi navê ‘SilkLink’ a ji 1 milyar dolarî ku tê plankirin ku di nava 18 meh û 2 salan de temam bibe û ji bo hevkariya li qada avê bi ACWA Power a ji Erebistana Siûdî peyman hatin mohrkirin. Sûriye û Erebistana Siûdî meha Tîrmehê 47 peyman mohr kir ku nirxên xwe yê giştî derdora 6 milyar dolar e. Li aliyê din Qatar û Erebistana Siûdî di çarçoveya van peymanan de 15,5 milyon dolar deynê Banka Cîhanê yê li Sûriyeyê dan.

PERVAÊN DERYA SPÎ RADESTÎ ÎMARAT Û FRANSAYÊ HATE KIRIN

Bajarên Sûriyeyê yên li peravên Derya Spî deriyên bazirganî û aboriyê yên welêt ji cîhanê re vedikin. Li herêma ku di dema rejîma Esad de Baregeha Deryayî ya Tartûsê û Baregeha Hewayî ya Hmeymim a Rûsyayê lê bûn, bi giranî Elewî lê diman. Piştî ku Esad reviya Rûsyayê û bandora Rûs kêm bû, Colanî di bin navê paqijkirina ji “Bermahiyên rejîma Esad” dest bi komkujiya Elewiyan kir. Di Adara 2025’an de komên çete yên ser bi Colanî li Lazqiye û Tartûsê êriş birin ser herî kêm 40 nuqteyan û di êrişan de nêzî hezar û 500 Elewî qetil kirin, bi sedan birîndar kirin û revandin. Berpirsyarên komkujiyan hîn nehatine darizandin û aqûbeta yên hatin revandin nayê zanîn. Rejîma Colanî li herêmên peravê ji aliyê binesazî, enerjî û tûrîzmê ve bi lez dest bi peymanan kir.

Bendergeha Tartûsê ku bendergeha herî mezin a Sûriyeyê ye bi peymana ji 800 milyon dolarî ya bi DP World a Îmaratê re ji bo 30 salan bi sermayeya Îmaratê ve hate girêdan. Rûsyayê di Nîsana 2019’an de bi Esad re Bendergeha Tartûsê ji bo 49 salan kirê kiribû. Dihate payin ku şîrketa Rûs Stroytransgaz ji bo modernîzasyona bendergehê 500 milyon dolarî xerc bike. Lê belê Colanî ev peyman betal kir.

Her wiha Otorîteya Giştî ya Bendergehên Deryayî û Bejahî ya Sûriyeyê ji bo bikaranîna termînala konteynerê ya li Bendergeha Lazqiyeyê bi şîrketên lojîstîk û veguhestinê yên Fransayê CMA û CGM’ê re peymaneke nû îmze kir.

TIRKIYEYÊ ÇIMA BERÊ XWE DA BINESAZIYA ENERJIYÊ?

Dewleta Tirk ji roja destpêkirina şerê navxweyî û vir ve komên çete li Sûriyeyê perwerde û bi çek kir. Colanî jî ji mehên destpêkê yên desthilatdariya xwe ve bi dewleta Tirk re li ser mijarên leşkerî, aborî, binesazî û enerjiyê peyman mohr kir. Ji hevdîtinên bazirganiya serest heta bi pakta parastinê, ji xetên enerjiyê heta bi protokolên perwerdeya leşkerî ev hevkarî projeyên endezyariya demografîk û mêtingeriyê tîne bîra mirovan ku bi taybetî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li herêmên dagirkirî hate meşandin. Li gel van herêman bandora wê ya li Idlibê bingeha van peymanên sal û nîveke dawî ava dike.

Mînak, li Idlibê ku baregeha esasî ya Colanî bû nuqteyên çavdêriyê ava kir û bi kontrola deriyên sînor re parastineke pratîkî kir. Bi piştgiriya çekan û herikîna aboriyê ya di ser qadên weke Bab el-Hava re HTŞ bû parçeyek ji polîtîkaya tampon a Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyeyê. Ev têkiliya bi Colanî re êdî veguherî peymanên “navbera dewletan.”

Meh û nîvek piştî ku Colanî dest danî ser rêveberiyê, dewleta Tirk bi Sûriyeyê re astengiyên li ser kirî û firotinê ya bi Sûriyeyê re rakir. Di 12’ê Sibata 2025’an de bi giştînameyeke ku ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ve hate mohrkirin astengiyên bazirganiyê yên Sûriyeyê ya li ser Tirkiyeyê hate rakirin û ji Sûriyeyê re destûr hate dayin ku di ser Tirkiyeyê re bazirganiyê bi welatên din re bike. Deriyên sînor jî ji bazirganiya Sûriyeyê re hatin vekirin.

Piştî ku “rewatiya” rêveberiya Colanî ya li qada navneteweyî zêde bû, hevkariya aboriyê ya navbera Tirkiye-Sûriyeyê jî mezin bû. Peymana destpêkê ya mezin a ku Colanî îmze kir, îhaleya enerjiyê ya ji 7 milyar dolarî bû ku di 29’ê Gulana 2025’an de li Şamê hate mohrkirin. Bi projeyê re ku bi hevkariya DYE, Tirkiye û Qatarê wê bikeve meriyetê, hate plankirin ku li herêmên navendî û rojhilat ên Sûriyeyê santralên elektrîkê ya ji gaza xwezayî û li başûr qadeke ji enerjiya rojê bê avakirin. Konsorsiyuma ku dixwaze li welêt bi giştî 5 hezar MW elektrîkê hilberîne ji şîrketa UCC Concessions a ji Qatarê, Power International a ji DYE’yê û Kalyon û Cengîz Holdîng ên ji Tirkiyeyê pêk tê. Li gorî vê yekê li herêmên Treyfi, Zeyzun, Dêrazor, Miharde û Vidyan el Rabii wê santrala enerjiya rojê û santralên gaza xwezayî ya ji 5 hezar megavatê bêne avakirin.

Balkêş e ku dewleta Tirk razemeniyeke mezin li ser binesaziya enerjiyê ya Sûriyeyê dike. Li gorî pisporan, Tirkiye bi peymanên nû yên enerjiyê re li Rojhilatê Derya Spî li “Firsendên alternatîf” digere ku di halê hazir de li derveyî peymanên mezin hatiye hiştin. Forûma Gazê ya Rojhilatê Derya Spî ku di sala 2020’î de hate îmzekirin, Misir, Îsraîl, Yewnanistan, Qibris, Îtalya û Urdun li hev kom kiribû û bi vî rengî hevrikên herêmî yên li qada enerjiyê yên Tirkiyeyê gihandibû hev.

KARÊ ÇÊKIRINA BALAFIRGEHA ŞAMÊ RADESTÎ ŞÎRKETÊN TIRK HATE KIRIN

Di heman demê de konsorsiyuma ji şîrketên Tirk Kalyon Înşaat, Cengîz Înşaat û TAV Înşaatê, ji bo başkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê û îhaleya înşaetê peymanek ji 3 milyar dolarî mohr kir. Di nava konsorsiyumê de ji bilî şîrketên Tirk ji Qatarê UCC û ji DYE’yê jî Assets Investments hene. Di çarçoveya peymanê de hate plankirin ku tesîsên Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê di nava 8 salan de bigihêje wê kapasîteyê ku salane 31 milyon rêwiyan vehewîne.

Di navbera 28’ê Gulanê û 2’ê Hezîranê de li Şamê Fuara Înşaetê ya Navneteweyî Buildex hate lidarxistin û 740 şîrketên xwecihî û biyanî tevlî bûn. Ji Tirkiyeyê 112 fîrmayên avahî û lêkirinê tevlî bûn. Tirkiyeyê bi rejîma Colanî re par bi 15 milyar dolarî peymanên bazirganî û razemeniyê mohr kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star: Em şoreşê biparêzin!

Kongra Star di salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava de şehîd bi bîr anîn û soz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê banga lezgîn: Tedbîran werbigirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî îdîa û gefên hin kesên xwedî zîhniyeta DAÎŞ'ê hişyarî da…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ew çiqasê êrîş bikin jî, em ê axa xwe bernedin’

Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û wiha gotin: "Dewleta Tirk çend êrîş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?