Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê daxuyaniyek da û ragihand ku wan ji bo parastin bajar û herêmê tabûnereke leşkerî ava kirine.
Daxuyanî li navenda meclîsê ji aliyê endama meclîsê Hindiye Bekir ve û bi amadebûna endamên tabûrê, hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û ragihandina seferberiya giştî, me, malbatên şehîdan li Dirbêsiyê, tabûrek taybet ava kir.”
Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: “Em ê li ser rêya şehîdan bimînin heta ku em bigihîjin armancên ku wan jiyana xwe ji bo wan feda kirine û em ê piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bikin.”

